"Rêveçûna deh hezaran"
- Ji Anavasîs a Zênofon ê
Athênî -
-II-
Cankurd
Jîna Zênofon:
Zênofon di ciwaniya xwe de yek ji şagirdên
fîlosofê mezin Sokratês bû, û ji xelekên
olîgarşî yên bajêrê Athêna ve nêz bû. Di
serhildana Koroşê farsî de li hember birayê
xwe, şah Erdeşîr, Zênofon yek ji rêhevalên
wan nandozên Girîkî bû, ku çûne piştvaniya
Koroş bikin. Di cenga Konaxa de li ber ava
Ferêt sala 401ê berî Zayîna hezretî Isa -silav
lê bin- Koroş hat kuştin û leşkerê Girîkî
binzor bû, ku vegere welatê xwe. Paş kuştina
gelek serhêzên Girîkî di xefkek ji xefkên
şah de, Zênofon serkêşiya leşkerê kir û li
ser bûyerên di rêya wê leşkerê de bi
şêweyekî wêjevanî û dûrokî nivisandiye.
Paş ku ew vegeriya welatê xwe û girtin û
kuştina hostayê wî Sokratês, ew ji Athêna bi
dûrket û dostaniya şahê espartî Agêsîlaos
kir û bi wî re dij bajêrê xwe Athêna bi wî
re çû cengê. Jîna xwe ya mayî wek qeralekî û
niviskarekî li herêma Peloponês derbas kir û
gelek zanîn li ser pezvanî û cotiyariyê
civandin.
Paş kuştina Koroş û tevabûna cengê
Seriyê Koroş û piyê wî yê rastê hatin
jêkirin û hêrişa şah li ser leşkergeha Koroş
ê kuştî hat gudandin. Ariyawûs "Ariyaberzen"
ji leşkergehê reviya, dora 12 mîlan ji wir
bi dûrket.
Şah Erdeşîr û peyrewên wî gelek tiştên
giranbiha yên li şûn Koroş mane talankirin,
ji wan jî keçek Fosînî ya çeleng û jêhatî.
Keçek dî ya biçûktir, ku bi nave Mayltês bû,
ji nav destên Farsan nîvtazî reviya û xwe
gihande pawanên zexîreya Girîkan, talankarên
bi pey wê ketibûn tev hatin girtin û kuştin.
Di dema ku leşkerê şah bi talanê ve gêro
bûbû, Girîkan hêriş ser leşkerê şah kir, lê
belê ji aliyekî dî ve parek leşkerê şah, ku
bi fermana wî hatibû li rêzxistin û
amadekirin bo pevçûnek dî bi Girîkan re.
Sapran li ber çem hêriş ser Girîkan kir û
rêzên wan ji ser hev belav kirin, lê ji ber
berxwedana Girîkan, Sapran bêçare ma, û berê
xwe da leşkergeha Girîkan a ku ji aliyê
leşkerê şah ve dihate talankirin, li wir bi
şah re hêzên xwe ser ji nû ve li rêz xistin
û vegeriyan bo pevçûnê bi Girîkan re.
Di dema ku Girîk tirsiya bûn, ku şah ji
aliyê şepê ve hêriş ser wan bike, şah pilana
xwe guhart, di ber wan re derbas bû û ji
nişka ve avêt ser pêşengiya hêzên Girîkî.
Şah dît, ku berxwedana neyarên wî xort e, ji
şergehê vekişiya gundekî ku li ser sirtekê
bû. Paş kurtedemekê Girîkan ber bi wê sirtê
ve çûn, Kilîrgos li jêr sirtê rawestiya û du
kes şandin jor, yek ji wan Lîsiyosê Sîrakosî
bû, herdu vegeriyan û gotin, ku leşkerê şah
erdeşîr çûye, dev ji wir qeriye. Bi rojava
re Girîkan vehesa xwe kir û hîngê ji hev
pirsiyan, ka Koroş li kî derê maye. Gava bi
şev gihane leşkergeha xwe, dîtin ku leşkerê
şah teviya zexîre, av û xwarina wan talan
kirine, bi ser ve jî tişt û pertalên, ku
Koroş ji wan re wek diyariyên paş serketinê
bi xwe re anî bûn, tev hatine revandin. Wê
şevê leşkerê Girîkî bê xwarin ma û ji ber ku
şah hîn berî nîvro hêriş ser wan kiribû, lew
re nanê nîvro jî ne xwari bûn.
* * * * *
Nûçeyên nebaş
Bi berbangê re generalên Girîkan li hev
civiyan, biryara xwe dan, ku ji wir bar
bikin. Dema taştiyê Proklês ê ku parêzkarê
bajêrê Tiyothraniya bû, hat û bi wî re Klos,
kurê Tamûs. Ji wan bihîstin, ku Koroş hatibû
kuştin û Ariyawûs jî bi leşkerê herêmî yê
mayî re reviya bû, û nameyek ji wî de hatiye,
tê de dibêje, ku ew li hîviya wan e û eger
ewana nehatin, wê roja dî biçe Iyoniya.
Basikên Girîkan ketin avê, dema wan nûçe
gihan wan. Lew re Klîrgos gotinek bo herdu
nûneran û bo leşkerê xwe kir, got:
"-Xwezî Koroş jîndar bima, lê ew niha miriye,
û ji ber vê yekê divê Ariyawûs bizane, ku
şah ji ber me bazdaye û kosaniya wî li
hember me ji ser hev belav bûye, lê em sozê
didin, gava ew bê nik me, em wî wek şahekî
datînin ser textê şahanî. Ewê ku di şergehê
de bi serkeve, mafê wî di deselatdariya
bilind de heye."

Welatên ku bûyerên çêrokê lê çêbûne
Bi van peyvan Klîrgos herdu şandî bi şûn ve
vegerandin û li gel Cîronosê Espartî û
Mînonê Şîsalî kirin rê. Dilê Mînon ê, ku
dostê Ariyawûs bû, pir li wê çûyînê hebû.
Leşkerê ji dewarên barkirinê, ji serjêkirina
ga û keran û biraştina goştê wan xwarina xwe
çêkir. Gelek rum û zirxên darî yên Misrî û
lêniştên sivikên serhêz û tiştan ji agirê re
civandin.
Nîvro Sapran hat û bi xwe re hinde berdestên
şah, ku tev ji Farsan bûn, anîn. Kesekî
Girîkî yê bi navê Falînos "Valînos" bi wî re
hebû. Bi serekên Girîkan re peyivî û anî
zimên, ku Koroş hatiye kuştin û şah ji
Girîkan dixwaze, ku ewan çekên xwe deynin û
bên eywana wî, bi mebesta ku şah ji wan re
guneh û çewtiya, ku kirine, bibexşîne. Girîk
ji wê daxwazê hosan "aciz" bûn û Klîrgos bi
xeyd û bi kurtî got:
"- Ewên serketîne çekên xwe ji dest nadin."
Û bo serhêzên xwe got:
"- Divê hûn bersivek rûmetdar bidin van
mêran."
Klînorê Arkadî, yê ji tevan pîrtir bû,
bersiv da, ku ewan mirinê baştir ji destdana
çekan dizanin, û Theopompos ê Athênî got:
"- Falînos, bihatirîn tişt li ba me wêrekiya
me û çekên me ne. Eger em çekên xwe bi xwe
re bihêlin, emê kanibin wêrekiya xwe jî bi
cih bînin, hema em çekên xwe deynin, emê
jîna xwe jî ji dest bidin. Em çekên xwe
nadin û emê şerbikin bo bi cihanîna armancên
xwe yên bala."
Falînos berken bû û got:
"- Xorto, tu wek fîlosofekî dipeyivî, û
peyvên te jî hêja ne, lê bihêle ez te haydar
bikim, ku tuyê şêt bibî, gava tu bawer bikî,
ku wêrekiya te bo birina zora şah bese."
Di vir de hinek dudilî lib a Girîkan pêda bû
û raya xwe dan bo berdestiya şah bi dilsozî
bikin, weku çawa berdestiya Koroş berê
kirine, û dibe, ku şah hêrişekê bibe ser
Misirê û wê bi wî re encamên serkeftinê
bibînin. Ji xwe ewan bo talan û nandoziyê
welatê xwe hêlane û hatine wir.

Yek ji qehremanên Girîkî
Bi dîtina Klîrgos, diviya ewana bibin dostên
şah, lê nabe ewana çekên xwe ji dest bidin,
û gava cengek çê bibe, divê çekên wan li mil
û navên wan bin.
Falînos ewan haydar kirin, ku heger ewan di
ciyên xwe de bimînin, şah ê bi wan re li hev
bê, lê gava ewan pêş ve an paş ve biçin, ew
nîşana cengê ye li hember şah.
Klîrgos gotê, ku nêrîna Girîkî jî wek ya şah
e.
Falînos pirs kir:
"-Mebest ji vê çiye?"
Klîrgos bersiv da:
"-Heger em rawestin, agirbest e, û heger em
bilivin ceng e."
Falînos got:
"- Ez bo şah çi bibêjim? Agirbest e an ceng
e?."
Klîrgos got:
"-Agirbest e heger em bimînin û ceng e heger
em biçin."
Bersivek zelal neda.
Falînos û hevalêd wî ji wir çûn. Nûnerek ji
aliyê Ariyawûs ve hat û agahî da, ku serekê
wî û hinde mezinên dî yên Farsan ne razî ne,
ku Erdeşîr bibe şahê wan, heger Girîk
dixwazin bi wî re bên, dive di wê şevê de
xwe bigihînin wî, heger neyên, wê roja dî bi
zûkî ji wir bi rêkeve…
Klîrgos got:
"- Baş e, heger em bên emê rêhevaltiya wî
bikin, heger ne, bila ew wekî dilê wî
dixwaze bilive."
Serhêz û mezinan civandin û gote wan:
"- Dostino, divê çi ji xwarinê bi dest me
keve, em paş vê civînê yekser bixun, û em
tiştên xwe tevkin gava em dengê pêşîn ê
kovikên razanê bibihîsin. Bi ya dûv wê re em
barên xwe li dewaran bar bikin, û bi ya
sêyemîn re li pey serkêşan bilivin, lê
pêwîst e teviya dewaran di navbera robarê û
peyayên çekdar de bin."
Serhêz û mezinan çûn, ku hevotinên Klîrgos
bi cih bînin, û ji wê katê de Klîrgos bû
serleşkerê wan Girîkan.

Hêrishek Girîkan li ser Farsan
Mîltokotsê Traqî bi (40) pişthespan "suwaran"
û bi (300) peyayan ji Girîkan verê bû û tev
li leşkerê şah bû, lê hemi leşkerê mayî bi
Klîrgos re ma û bi nîvê şevê re xwe gihand
Ariyawûs û leşkerê wî. Serhêzên Girîkî,
Ariyawûs û serhêzên wî bilind ji hev re sond
xwarin, ku wê bi hev re dilsoz û wefadar
bimînin û wê xiniziyê bi hev nekin. Farsan
sond xwarin, ku wê rêberiya Girîkan di rêya
vegera wan de ji dil de bikin, û berî
sondxwarinê hinde ga û beraz û pez wek
qurban hatin dayîn.
Roja dî çûn û ro li ser milê rastê bû.
Armanca wan, ku berî rojava xwe bigihînin
gundên Babêl. Ser nîvro hinek dewarên
barkirinê di nav geyayên bilind de dîtin û
zanîn, ku leşkergeha "çadirgeha" şah nêz e,
Klîrgos rêya xwe bi êvarî bir gundekî û wê
şevê li wir danişt.
Klîrgos ferman da Girîkan, ku ber destê sibê
xwe li rêzxînin bo pevçûnê bi leşkerê şah
re, lê belê berdestên şah bi zûkî hatin û
daxwaza agirbestê kirin. Klîrgos got, ku wê
razî bibe, heger daxwaza wî bi cih bê. Divê
ku ji leşkerê wî re ji gundan zad, xurme û
avjonga xurmeyan bê civandin.
Girîk sê rojan li wan gundan man. Pişt re
Sapran û zavayê şah û sê kesên dî, û bi wan
re pir kole hatin.
Sapran bi rêya wergêrekî gote mezinên
Girîkan:
"- Dostên min ên Girîkî. Ez li ser tixûbên
we radibim û rûdinim, û bo min dilşadî ye,
ku ez alîkariya we bikim, da hûn bê astengî
vegerin welatê xwe, û ez di wê gumanê de me,
ku hûnê rindiyekê bi min bikin. Min tika ji
şah kir bo ez alîkariya we bikim û ew razî
bû ji ber ku min piştgîriya wî di
tepisandina xiniziya Koroş de kir, lê belê
wî ferman da min, ku ez bi we re bipeyivim û
ji we bipirsim, ka egera pêşvehatina we dij
bi wî çiye. De bila ew egerek asan be, da ez
kanibim harîkariya we bikim."
Girîk bi paş ve çûn, da şêwra xwe bikin.
Pişt re Klîrgos bersiv di ber wan de da:
"-Em ne civiyane bo şerê şah bikin an dij bi
wî pêş ve hatine, lê me ji Koroş bawer
kiribû û me soz dabûyê bo hinde egeran. Pişt
re dema em haydar bûn, ku rewşa wî ne baş e,
me dît, ku em dest ji wî berdin, wê li ber
xwedîkan "pûtan" û mêran şermezarî be. Niha
Koroş mirî û çavêd me ne li text û taca şah
in, ne em dixwazin ziyanê bigihînin welatê
wî û ne jî egerek li ba me bo kuştina şah
heye. Em dixwazin vegerin welatê xwe û
naxwazin kes rê li me bigire, û heger
neyarek destê xwe di me bide, emê şerê wî
bikin, û heger dostek harîkariya me bike,
emê jî bi wî re hevkar bin."
Sapran guhdariya Klîrgos kir, paşê got:
"- Ezê gotina te bigihînim şah, û ez bersiva
wî bo we ditînim. Divê agirbest bigude ta
vegera min, û emê delîveyekê bidin we bo
kirrîna zexîreyê."
Sapran roja sêyemîn vegeriya û anî zimên, ku
şah wê alîkariya Girîkan bike, tevî ku hinek
dibînin alîkarî bo neyarên şah, da ewan ber
bi welatê xwe ve birevin, şaş e, û bi ser ve
got:
"- Em soz didin we, ku em di welatê xwe de
hêriş ser we nakin, û em ji we re bi
destxistina amadekariyên vegera we asan
bikin, û emê xiniziyê bi we nekin."
Paş ku herdu aliyan, Girîk û Farsan, ji hev
re sond xwarin, ku wê peymanê di nav xwe de
bi cih bînin, Sapran got:
"- Niha ezê vegerim ba şah û paş ku
histobariya min teva bû, ezê bêm, ku we di
rêya vegerê de biparizim û pişt re ezê biçim
wîlayeta xwe."
* * * *
[Berma heye….]
"Rêveçûna deh hezaran"
Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî
III
Rêveçûna bi guman