| |
Xebat ji bo Kurdîtiyê yan ji bo kesîtiyê
Berzo Mehmûd
Kurd, di roja îro de, pêwîstî bi xwendineke
berfere û ravekirineke rast û dirust hene da ku
bigihin hin encamên siyasî, ka çi þêweya
stratejî û çi þêweya teknîk bo paþeroja xwe
danin. Me pêwîstî bi hin lêkolên zanyar heye, ku
hêla siyasî û rewþenbîrî û komelayetî pevre
bajon û bibin ser riya hevbeþ ku van hersê hêlan
bi hev re girê didê ji alîkî ve, wan ji hev cuda
bike ji alîkî din ve. Mebesta min ew e ez bêjim
ku îro wa diyar dibe siyasiyên kurda, yan jî bi
zelaltir, partiyên wan ên ku xudêgiravî serkêþên
milet in, ew jî cihê hikûmeta Kurdî digirin,
eger birastî li miletê xwe xwedî derkevin, ne ku
bazirganiyê pê bikin. Helbet wê partiyin hebin
ji dilrast kar dikin, û wê hine dî jî hebin ku
kurdîtî wek dikanekê kirîn û firotinê pê bikin.
Lê, mixabin, ev rola giring, ango wek hikimranî
di piratîkê de nexuya ye. Sedema vê nexuyakirinê
jî her ew e ku serkêþên van partiyan bi rola xwe
wek têkoþer ranabin, xem û karê wan dikeve
xidmeta wê yekê: ka çilo kursiyên xwe yên bilind
biparêzin û yên nizim bilind bikin; çilo xwe
hember xelkê mezin bikin, çilo gotina xwe, û
gotina partiya xwe bilind bikin. Lê gelo
berjewendiyên millet çi ne, ne di bernameyên wan
de ne!! Çend xortên kurdên hejar bi xwendin dane?!
Ev heçku ne karê wa ye!! Ma ne þerma partiyek
nikaribe çend xortên kurd hersal bide xwendin
(bi xwendin bide), di wextekî ku kurdekî zengîn
dikare ji berîka xwe xortine kurd bide xwendin.
Sedemên vê jî gelek in, rast e hin jê babetkî ne,
lê hin jê navxweyî ne. Bo nimûne karê abûrî û
danîna bingeha dezgeheke abûrî ji bo partiyê nîn
e; û ne tenê wilo jî, ev war li nik wan nayê
gengeþekirin jî, û vî alî giring nabînin. Ya
giring ew e navê wan hebe, dengê wan di nav
xelkê de hebe, û bes. Ev bû nêzîkî pêncî salan
ku kar dikin; baþ e, kîjan partiyê dih pertûkên
Kurdî çapkirine? Jimarên govarên hemiya jî
serhev negihin hezar rûpelan li ser pêncîsalî
eger were parkirin, wa derdikeve ku heyvê du
rûpelan distêne. Baþ e ev hejarî ta kengî wê
wilo bimîne?? Ev parçebûn ta kengî yê wilo û
xirabtir bimîne?? Ev rewþa ha, di baweriya min
de, dê wilo bimêne ta ku rêberên me, sikirtêrên
me, endamên mektebên siyasî, endamên lijna
navendî (merkezî) û lijna mentiqî her ev bin,
her ev lîstik bin, her ev teketulat bin, her ev
kursî bin.
Her partî, yan her kes, her çend salan, guhartin
bi ser wan de, yan bi ser hikûmetên wan de tên,
tenê kurd van guhartinan nabîbinin; ne ku
dixwazin, û bi dest wan nakeve, helbet na,
lêbelê ew wek partî, wek berpirs û serkirde û
sikirtêr vê guhartinê qebûl nakin, nûkirin û
nûbûn ne karê wan e, nakeve xizmeta kursiyê wan.
Ev wa diyar dike kêþeya kurdî li nik geleka ji
wan cihê pêþî nagire. Kurdîtî li nik wan cihê
bilind nagire, lewre cihê wan yê herî giring ew
e, çi bi serê kêþeya kurdî tê ne xem e. Ya xem
kursî ye. Ne dûr e mirovek weha bêje ku ew
rêberên wek wan pêþketî, wek wan lihevhatî, wek
wan zîrek, wek wan mêrxas, wek wan bilind û zana
û siyasî û pêkhatî li nav me nîn in, lewre dive
ev camêrên han di cihê xwe de bimîênin. Bi
watayeke dîtir, berjewendiyên kurdayetiyê vê
yekê ser me ferz dike (disepêne) ku ew bin, û ne
kesî dî. Bi rastî ev bîrûraya han berpalkên wan
kesan e yên ku ji van rêberan re hertim li çepka
didin. Ev nerîna wan kesên ku kurdîtiyê dikin
xizmeta berjewendiyên xwe yên takekesane,
berjewendiyên malbatî û eþîrtî. Baþ e, hin car,
bi rastî , mirovine mezin , mirovine bêhawta ji
nav millet derdikevin ku hember wan zû bi zû
diyar nabin, eger hebin jî, yan ne xuya ne, yan
ne di warê siyasî de kar dikin. Ji ber vê yekê
wek van rêberan ta demek gelek di cihê xwe de
dimînin. Ev yek rast û druste. Em bi xwe ne di
vê rewþê dene, ku vê rêbazê bigirin. Ya dîtir,
eger wa bane, wê gelek pêþketin ketibane laþ û
serê tevgera kurdî de, û ev parçebûn, û
nesaxlemî, û nexweþî wê hewqas zêde nebane; Wê
îro tevgera kurdî di rewþeke xweþtir de bane,
serkirdeyên me wê bi awakî dîmokratî hatibane
guhartin, bê ku guhartina wan parçebûnan bi xwe
re bîne, bê ku em hevdû bi dijmin ve girê bidin,
bê ku em hev dû li civata pîs bikin, bê ku em
þerê navxwe gurr bikin û hevalên benda xwe pir
bikin, û eþîrtiyê nû bikin.
Eger em li laþê heykeliya lijna navendî û
nivîsgeha siyasî ya partiyên me binerin, em ê bi
eþkere bibînin ku ew piraniya wan kesên ku di
lijna navendî de di kongir de hatine hilbijartin
mirovine rexlin, mirovine belkî baþ û qenc bin
lê nikarin cihê xwe wek siyasetmend, wek
çalakbaz dagirin. Wek van kesan nikarin barê
kurdîtiyê hilgirin dema ku birastî berê xwe
bidinê û bi dilsozî jêre kar û xebatê bikin. Ev
yeka ha nexweþiyeke dîtir bi xwe re tîne, ew jî
ew e ku mirovek xwe di cihekî bilind de dît,
nemaze cihên serekî û bilind bi hemî corên xwe
ve (çi ljna navendî, û çi lijna mentiqî, û çi
nivîsgeha siyasî, û sikirtêrî), nema êdî qebûl
dike xwe di cihekî nizim de bibîne. Eva han jî
bi piranî li nik partîvanên kurda heye, û bi
awakî ji xelkên dîtir dijwartir e û asêtir e, ji
ber ku Kurd di dîroka xwe ya nû de, bi kêmanî,
serokatî û berpirsî di karê siyasî de nedîtine,
kurd nebûne dewlet ku berpirsiyê bikar bînin ta
ku jê têr bibin. Her dem xwe dîtine ku kar di
ber têgeh û bîrûraya xelkên dîtir de dikin. Vê
yekê hiþt ku ev hest, hestê berpirsîbûnê li nik
Kurdan mezin bibe, û weha kiriye ku ev cih gelek
bi wan xweþ were, lewre serkirdeyên kurdan di
nav xwe bi xwe de xwe pir mezin dibînin her yek
ji wan dibêje: ((Ez mezin im mezin, ez mezin im,
mezinim, mezin)). Baþ e, eger ew serokê kurd ê
ku endamên partiya wî ew bi hemî kêmasiyên wî ve
qebûl kirine, bi hiþkere vê yekê dibêje, û wilo
jî xwe dibîne, û hestê mezinahiyê li nik wî belû
dibe û giran dibe ta pileyekê ku li ser wî bi
xwe jî dibe giranî û giriftar, ku ev bi xwe
ziyanê digihîne kêþeya kurdî. Baþ e, ev hestê
xweperestî û kesperestî wê me bigihîne ku? Wê çi
ji me re serbixe? Ya dîtir jî, eger serkirde yan
berpirsek di riya rewa û rast û drust re xwe
gihandiye cihekî bilind, gelo eva han li nik
mirovekî hejar ku deravên nakokiyê ew gihandiye
lijna navendî, wê çilo li xwe binêre!!
Helbet ew kesê dibe serokê partiyê, ew kesê dibe
sikirtêrê partiyê, nema êdî dev ji kursiyê
serokatiyê berdide, nema êdî ji vê meznahiyê
diqere, eger çi bibe. Ne xem e. Ya giring jêre
neku kêþeya kurdî ye, neku pêþketina milet e,
heta partiya wî jî ne xem e. Ez ê ji cihekî
nêzîk nimûneyekê berçav bikim, bê ku ez ti kesan
bi nav bikim. Berî çend salan kongirê partiyekê
hate li dar xistin, û bi dû kongir de, em tev pê
agadar bûn ku sikirtêrê giþtî yê partiyê bû
serokê partiyê. Helbet ev bûyer bû cihê
lêpirsiyanê, ka çi sedem di piþt vê yekê de ye!!
Belê, wa diyar bû ku endamekî ji lijna navendî
xwe reþihhand bo postê sikirtêriyê, ango xwe di
ber sikirtêrê berê re kir, vê yekê giriftariyek
û aloziyek ji sikirtêrê kevin re peyda kir ku ev
yek ne dûr e sikirtêrê berê ji sikirtêrî bixe.
Di vir de nakokî belû dibe, ma kes ji tevgera
Kurdî qîma xwe bi vî awayî tîne ku kursî wilo bi
hesanî ji dest here!!!! Dive partî li bin guhê
hev bikeve, yan jî nabe ev mijar here serî, û
nabe sikirtêrekî nû bi þêweyeke dîmokratî yê
kevin bide alîkî û cihê wî bigire. Eva han ta
niha di hemî partiyên kurdî de, ne di dema îro
de, û ne di dema kevin de çêbûye, wê çilo çê bê?
Ji vir, ji wir, ka em li çarekê bigerin ku
sikirtêrê kevin di cihê xwe de bimîne, û ev ê nû
jî neyê xeyidandin, ango wî jî razî bikin.
Endamên kongir bi hev þêwirîn û gihane wê rayê
ku postekî nû di partiyê de drust bikin, ew jî
postê serokê partiyê. Baþ e, li vir miþkile
çareser bû, sikirtêrê kevin bû serok, û yê nû jî
ji xwe bû sikirtêrê giþtî yê partiyê. Ev bûyera
han gelek watan dide me:
1. Kursî li nik me ji her tiþtî giringtir e.
2. Ya dîtir baweriya me bi guhartina dîmokratî
nayê, eger em têde bê kursî bimînin.
3. Girêdana berpirsan bi kursî fikrê peyatiyê di
nav partiyê de ava dike, neku xebatkerî û
têkoþerî.
4. Kêþeya kurdî di pêpelûka dawî de tê.
5. Perwerdekirina endamên partiyê di rêyên þaþ û
çewt re derbas dibe, ku endam hînî xwehrî û
hîlebaziyê dibin. Inca, endam, bi taybetî
endamên kursiyê bilind li þûna ku xwe wek amêr
bo xizmeta kurdîtiyê bibînin, kurdîtiyê dikin
xizmeta kesê xwe de.
Van rojan di civateke serpêyî ligel serokê
partiyeke Kurd, ev babet hate baskirin ku çima
sikirtêr an serok di partiyeke kurd de di cihê
xwe de ta mirinê dimîne, û nayê guhartin?
Bersiva wî ew bû ku barê nihênî yê van partiyan
wilo dixwaze ku serok neyê guhartin. Ya dîtir jî
ew kesê ku bikarê cihê wan bigire di nav
partiyan de nîne. Lewre ya baþ her ew bimîne. Bi
rastî, ji van serokan baþtir nîn e taku bikarin
vî cihî ji wan bistînin, ji ber ku ew xebatkerê
bilind û layiq hîn di cihên nimz de têne avêtin
berî ku bigihin komîta navendî, eger ti diziyê û
dînbûnê bi wan ve nekin. Lewre ti kesên jêhatî
wê nikaribin xwe bigihînin cihekî ku mefer ji
serok re nemîne wan daqurtîne. Baþce, bere ev
cihê giring ji wan re bimîne, lê bere tenê xwe
nekin kelem di pêþiya pêþketina partiyê de, bere
rê ji pêþniyar û pirojeyên pêþketî re vebin,
bere alîkariya miletê xwe bikin. Bere rê
xwendekarên kurd ji þagirtan vekin bo herin
xwendinê li kurdistana Iraqê bo nimûne. yan jî
berciwaziyên kurd bixin bin van de ku alîkariya
þagirtên kurd bikin li xwendina hundur. Bere
þagirtên kurd rê bikin bo xwendina zimanê Kurdî
bo ku zimanzanên me yên ekademî çêbibin, daku
rojekê bikêrî nifþê bi dû xwe de werin.
Di dawiya vê gotarê de dixwazim wê yekê bêjim ku
min kesek an partiyek bi nav nekir bi ser ku
rexne gerek di warê zelelbûnê de ava bibe, çiqas
fikre û bîrûra zelal be, wilo xwêner û xwendevan
rastiyê bêtir dibînê, û dikarê bêtir li kêþeyê
bikolê, bê ku li dora wê here were û bigere û li
dawî negihê encamên drust, nemaze dema ku rexne
û axaftin û bas di giringtirîn kêþe de be, wek
mesela Kurdî. Kêþeya Kurdî ne cihê henek û
hîlebaziyê ye, ne cihê bazirganî û fen û fûta
ye, ne cihê ku em heme cihê kursiyê xwe tê de
xweþ bikin. Ev reng kurdînî, eger rojekê li ser
kurdan dihate ajotin û diçû serî, lê îro nikare
here serî, ji ber pêþketineke komelayetî û abûrî
û rewþenbîrî di nav kurdan bûye û dibe, ya dîtir
jî amêrên rageyandinê di rewþa cîhanîbûnê de, ku
rewþenbîr bikare dengê xwe hilde, dengê xwe
bigihîne raya giþtî, ku kêmasiyên berpirsyaran
bide xuya kirin bi mebesta ku leyistikên dema
berê, dema kerrbûn û bêdengiyê, nema êdî bikarin
rola xwe bibînin. Îro roj a pêwîst bo me ku em
nebin kelem di pêþiya xebata dîmokratî de ku
tevgera xwe pê pêþde bibe, bê ku awayên
serdestan di nav xwe de pêkbîne, ji ber ku eger
em ne dîmokrat bin , em ê nikaribin dîmokrasiyê
jî bo xwe ji xelkê bixwazin. Berî ku em doza
dîmokrasiyê bikin, dive em xwebixwe dîmokrat
bin.
.....................................
Ev karê han ji du aliya ve kêmanî ye: ji aliyê
desthelata hikûmeta Kurdî (xwediyên zanko), û ji
aliyê partiyan ve jî ku nikarin xwe ya giring ew
e navê wan hebe, dengê wan di nav xelkê de hebe
û bes.
|
|