Rojava net – Istanbol – KÜRT-KAV
STEMBOL /
Panela “Kurd û Lozan”, roja 23ê tîrmehê li avahiya Weqfa Çand û
Lêkolînî ya Kurdî (KÜRT-KAV) hate çêkirin. Li hember germahiya rojê,
dîsa jî nêzî 70 rewşenbîrên bijare yên Kurd di panelê de amadebûbûn.
Selahattîn Kaya (Serokê Şaredariya Berê ya Çewlîgê), Kamber Soypak
(hiqûqzan) û Dr. Abdullah Kıran (siyasetzan) wekî panelîst beşdarî
civînê bûbûn. Lê Dr. Tarik Ziya Ekîncî, ji ber ku rewşa wî ya
tendûristî rê nedabû, beşdarî civînê nebûbû. Panela KÜRT-KAVê ji dû
beşan pêkhatibû. Di beşa ewil de, panelîst ray û ramanên xwe ji
beşdaran re eşkere kirin; di beşa dûyemîn de jî beşdar hem pirsên
xwe ji panelîstan kirin hem jî bi kurtayî ray û ramanên xwe gotin.
Panel, bi axaftina Zeynal Abîdîn Kizilyaprakê ku endamê rêvebiriyê
KÜRT-KAVê ye destpêkir. Kizilyaprak di axaftina xwe de bi kurtayî li
ser girîngiya panelê rawestiya. Piştî axaftina vekirinê, Hiqûqzan
Kamber Soypak dest bi axaftinê kir.

Soypak: “Êdî ne hewce ye ku em bikevin pêy mafên Lozanê”
Kamber Soypak, bi piranî li ser naveroka hiqûqî ya Peymana Lozanê
rawestiya û hin maddeyên Lozanê şirove kir. Soypak di axaftina xwe
de weha got: “Bêgûman, ev peymana wekî peymanekî esasî ya
damezrandina Komara Tirkiyê ye. Ji alî din bi riya vê peymanê ve
Kurdistan kirine çar beş. Ev jî rastiyeke din ya eşkere ye. Lê çi
dibe bila bibe, dîsa jî hin mafên bingehîn hebûn ku hem Kurd û hem
jî kêmnetew û kêmolên din jî bikaribin jê îstîfade bikin. Lê niha
rojev ne ew e ku mirov rê û olaxên îstîfadekirina Peymana Lozanê
bigere û bikaribe jê îstîfade bike. Lê di dema xwe de, Kurd
dikaribûn jê îstîfade bikirana.”

Kamber Soypak di axaftina xwe de li ser bingeha hiqûqî ya peymanê jî
rawestiya û hin misalan da beşdaran:
“Peymanên navnetewi, ji yasayên netewan pêştetir in. Bi gor vê
prensîbê, çênedibû ku tu yasayên bingehîn ya Tirkiyê li dijî vê
peymanê bibûna. Lê hema ji rojên ewil de, Tirk vê peymana ku bûye
sedema damezrandına Komarê, îhlal kirine. Hin yasayên welê hene ku,
li dijî vê peymanê ne û hê jî têne bikaranîn. Wekî mîsal, yasayê
2923 ku di qedexekirina zimanê Kurdî de tê bikaranîn. Her weha, tu
partiyên siyasî nikarin di civînên xwe de zimanê Kurdî bikarbînin.
Ev yasayên han û her weha gelek yasayên din jî, dijî naveroka vê
peymanê ye.”
Kaya: “Hin Kurdên me hene ku hê jî têzên Tirka diparêzin”
Piştî Kamber Soypak, Serokê Şaredariya Berê ya Çewlîgê, Selahattîn
Kaya dest bi axaftina kir. Kaya di destpêkê de da xuyakirin ku ew ne
wekî pisporekî Peymana Lozanê lê wekî siyasetmedarekî Kurd beşdarî
vê panelê bûye. Ji ber vê yekê jî got ku, “Ez ê bipiranî li ser
dîroka wê û tesîra wê ya roja me rawestim.” Kaya, axaftina xwe weha
domand:
“Lozan, ew peyman e ku ne tenê Komara Tirkiye, her weha netewekî nû
jî afirandiye. Yên Komarê damezrandine, xwestine hemû kêmnetew û
kêmolên din ji holê rakin û neteweyekî yek ziman û yek olî çêbikin.
Bêgûman, ji vê xwesteka Tirka re, dewletên wekî Îngîlîz û Fransiz jî
alîkar bûne. Tiştekî din ya balkeş jî ev e ku, Peymana Lozanê, bûye
sedema faşilkirina Peymana Sewrê jî. Ji xwe tu Kurdekî ji bo
serketina Sewrê nexebitiye; ew jî biqasî Tirka ji bo faşilkirina
Sewrê xebitîne. Lê Sewr, bi riya Peymana Lozanê ve bi awayekî resmî
ji holê hatiye rakirin. Lê tiştê balkeş ev e, neteweperestên Tirk û
piraniya Kurdên me yê rewşenbîr ya wê demê bi hev re xebitîne ku,
Peymana Sewrê faşil bikin. Ango, tu manayekî wî yê din ya beşdarbûna
Konferansa Erzûrumê û alîkarî dayîna Mustafa Kemalê, tune ye. Xebata
faşilkirina Sewrê di 1921an de destpêkir û roja 24ê Tîrmeha 1923an
de, bi morkirina Peymana Lozanê ve temam bû. Bila kes nebêje ku dema
Peymana Lozanê Kurd bi hêvîbûn. Na, yê felaketê aniye ne Lozan e;
Lozan dumahiya felaketa Kurda ye. Ji xwe bêhêvîbûna Kurda beriya
Lozanê destpêkiriye”
Kaya, di axaftina xwe de li ser roja me jî rawestiya û mîsal da ku
niha jî hin der û dor û rewşenbîrên Kurd hene ku, wekî 80-90 sal
berê dimeşin û li her derê dinê têzên Tirka diparêzin. Kaya axaftina
xwe weha domand: “Wekî mîsal, wê demê Rêxistina Azadî wekî dezgeyekî
li holê ye. Lê Komara Tirkiyê jî bi hemû dezgeyên xwe ve xurt e.
Ordî hatiye damezrandin, dezgeyên netewî hemû hene. Lê tevgera Kurd
dereng mayiye. Ew beriya Lozanê, bi hemû hêzên xwe ve alikariya
Mustafa Kemalê kirine; Di xebata faşilkirina Sewrê de bi Tirka re
meşiyane; di ser de jî dewleta Tirk damezrandine û di Meclîsa wan de
cîh girtine û piştî ku Tirk xwe xûrtkirine bi tena serê xwe li ortê
mane. Halê Kurda yê wê demê ev e. Pekî, yê niha çawa ye? Bi raya
min çawa Kurdên me yên 1920an bêrêxistin û bêhêz bûn, Kurdên îro jî
bêrêxistin û bêhêz in. Em Kurd, hê jî li ser daxwazekî bingehîn
bihevnekirine; di ser de hin siyasetmedarê me yên weka Leyla Zana,
derin li Ewropayê têzên Tirka diparêzin. Tabî ev peyvên min, ji bo
Kurdên Tirkiyê ye. Kurdên me yên Iraqê, ‘çûk li kevir ket’ û saya
dînîtiya Seddam biserketin. Eger Tirkiye jî dînîtîkî weha bike,
bêgûman rewş digûhere. Lê bila kes li benda dînîtîkî weha nemîne;
pêwîst e em li ser projeyekî bingehîn bi hev bikin. Ji me re herî
kêm, ‘organîzasyonekî ramyarî’ divê.”
Kiran: “Tu dewletên teref yên Lozanê ji Tirka hesab nepirsî”
Dr.
Abdullah Kiran jî di axaftina xwe de li ser tesîra sosyolojîk ya
Lozanê rawestiya. Ew jî îddîa kir ku, “Lozan di roja ewil de hatiye
binpêkirin,”. Kiran axaftina xwe weha domand:
“Lozan çima ji roja ewil heta niha hatiye îhlalkirin? Divê em li ser
vê yekê jî rawestin. Wekî tê zanîn, Lozan di navbera Îtalya, Fransa,
Îngîlîstan, Yewnanîstan, Sirp û hwd. ve hatiye morkirin. Mirov
dikare bêje ku, ji xeynî Yewnaniya tu dewletekî nikaribû ku hesabê
îhlalkirina Lozanê ji Tirka bipirse. Lê hêzê Yewnaniya jî ne ew hêz
bûye ku ji Tirka hesab bipirsin. Hesabpirsîna Yewnaniyan tenê di
gotinan de maye. Ew jî nikaribûne tu tiştekî bikin. Ji alî din, divê
mirov ev yeka jî bizanibe. Rast e, Lozan di bin siya Sewrê de
çêbûye. Lê di Sewrê de jî piraniya axa Kurdan ji Ermeniyan re hatiye
parvekirin. Kurd ji ber vê yekê jî xwedîtiyê li Sewrê nekirine.
Dijberiya dînî jî bûye sedemekî xwedîderneketina Sewrê. Kemalîst, ev
rewşa sosyolojîk ya Kurda baş dibînîn û bi soza mafdayînê, bi soza
xweîdarekirinê ango bi mafê ‘self determination’ê, Kurda dikşînin
aliyê xwe.” Kiran di axaftina xwe de li ser rewşa îro jî rawestiya.
Piştî axaftina panelîstan beşa dûyemîn destpêkir. Di vê beşê de
beşdarên panelê hem pirsa xwe ji panelîstan kirin hem jî ray û
ramanên xwe gotin. Tiştê balkêş ew bû, ku hemû beşdarvan ji halê
niha ya Kurda ecizbûn û li pêy çereseriyê bûn. Her yek dipirsiyan,
ku “Ka ew ê Kurd çawa ji vê hêçepeliyê xilasbibin? Wê çawa,
siyasetekî rast û dûrûst bimeşînin?”