Hüseyin Kartal
http://www.nujin.de/
Rêziman
Rêziman skêleta (hestî) ziman e. Zimanekî xurist ku bê rêziman be
tune. Her ziman xwediyê rêziman e. Taybetmendiyên her rêzimanî cûda
ne. Ji ber vê yekê her ziman hinek jî, li gor rêzimanê xwe di
malbata zimanan de cî digre.
Dîrok heta niha zimanekî bê rêziman şanî me nedaye; ger di vî warî
de carcaran hin îdîa derketibin holê jî, bê bingeh in. Ji hêla
rêziman ve zimanên xurist hemû mîna hev xurt in yan jar in. Zimanek
ji yekî din bilind û nizmtir nîne. Tenê li gor pêşketinên rojane
dibe ku zimanek xwe nû nekiribe û di hin warên nû de pêş ve neçûbe.
Wekî din ferq di nav zimanan de tune. Her zimanê çandî zimanê
pêşketî yê şaristaniyê ye; qelsiya rêziman ji aliya rewşa rojane ne
qelsiya çand yan jî çanda ziman e.
Di bin ronahiya wekheviya zimanan de mirov dikare li ser rêzimanê
kurdî raweste û hin aliyên wî yên astengane bîne ber çav. Zimanê
kurdî (bi giş zaravan) ji aliyê rêziman zimanekî pêşketî ye. Di
formên xwe yên arkaîk de jî, giş taybetiyên rêziman şanî dide. Hin
beşên rêzimanê kurdî di roja me de jî, ger li ser bê rawestandin, wê
bê dîtin ku berepaşiya hezar salan heta dema arkaîk dixe pêş çavên
me. Ev xurtiya zimanê kurdî îfade dike.
Mîna jiyana mirovahî û çanda jiyanê ziman û bi taybetî jî rêziman ne
statîk (rawesta) e. Hertim xwe nû dike û li gor jiyana çanda gel û
şaristaniyê xwe pêş ve dibe. Li ser vê bingehê gava mirov li
rêzimanê kurdî (ziman bi giştî jî) binêre, dibîne ku hin pirsgirêkên
xwenûkirinê bûne asteng li pêş rêziman. Rêziman bê pêşvechûna çand
yanî wêje, ziman û civak bi tena serê xwe, nikare xwe nû bike. Ev
faktor giş divê bi hev re bi pêş bikevin. Rêzimanê herî pêşketî
rêzimanê herî kêmrêziman e.
Divê rêziman xwe asan bike û ji formên xwe yên arkaîk rizgar bibe.
Formên arkaîk ji bo lêkolîna li ser pêşketîbûna ejdadan, ji bo
zanist û zanebûna dîroka ziman girîng in lê ji bo bikaranîna rojane
li ber pêşvechûnê asteng in. Parastina rêziman li ser bingeha arkaîk
tenê xizmeta pêşketina rojane û pêşerojê be pêwîst e, wekî din bar
e. Rêziman nikare mîna avadanî û xweşiya welat ya arkaîk bê parastin.
Hêskif, Nemrûd ûwd. pêwîst e di formên xwe yên arkaîk de bên
parastin. Maneya wan arkaîkbûn û arkaîkmana wan e. Lê ziman tam
berovajî, bi mane ye ger formên xwe yên arkaîk berde, pêş ve biçe û
bersiva jiyana rojane bide.
Bi hin mînakan em dikarin pirsgirêkê hinek vekin: Beşên rêziman (mîna
yên ziman in lê çarchove tengtir e):
a. Alfabe
b. Rastnivîs
c. Struktur (avahî)
d. Lêker
e. Têgînên nû(jen) (asîmîlasyona wan)
f. cudahiya bilêvkirinê ji nivîsê
g. têgîştina rêziman
h. xebat ji bo pêşerojê
a. Alfabe
Pircûriya alfabeyê ziman ji hev cûda dike, parçebûn dixe nav gelê wî
zimanî. Divê ji bo pêşerojê li ser alfabeyekê bê rawestandin: tîpên
erebî yan latînî.
Di nav her alfabeyê bi xwe de jî, pirsgirêk hene lê ne giran in.
Pirsgirêka tîpan heye, pêwîst e bi zanistiya lêkolînan bê
çareserkirin. Alfabeya latînî xwediyê pêşerojê ye, ezê tenê li ser
wê rawestim. Li ser alfabeya kirîlî rawestan ji xwe ne pêwîst e, ji
ber ku di bikaranînê de ne xwedîmane ye. Alfabeya erebî ji bo
zimanên îranî xwediyê astengiyên giran e, ji bo kurdî bi taybetî
dijwar e. Pirsgirêkên alfabeya kurdî tîpên erebî gelek zêde ne. Ev
mijareke din e.
Tîp divê neyên zêdekirin, çareserî di nav alfabeya heyî de bên dîtin.
Zêdekirina tîpan, girankirina rêziman bi xwe re tîne. Çareserî di
nav alfabeyê de tê maneya kêmkirina tîpan jî, mînak: dêvla tîpa "ş"
sh, "ç" ch du tîpên alfabeyê kêm dikin. Di zanistiya alfabeyê de
girîng e ku xêz û nîçik yan li ser tîpan bin yan jî li bin tîpan
bin. Ger hem li ser hem jî li bin tîpan xêz û nîçik bên danîn,
wêneya rastnivîsê tevlîhev dibe. Ji dervayê çend mînkên alfabeyên
mîna zimanên fransî, tirkî û kurdî, alfabeyên zimanên din piranî
serniçik yan jî binxîzik in. Hin kes li ser "k" nerm û "k" stûr serê
xwe dêşînin. Pirsgirêk ne tenê "k" ye (mînak: ker-heywan / ker-kesê
(kher) guhgiran), herwiha tîpên "t, r, ç" ûwd. din jî hene.
Çaereserî di nav tîpan de dikare wisa be ku ew tîpên bi lerz bi "h"
bên bilêvkirin, mîna: "th, kh, rh, çh" lê ji ber ku gotinên wisa ne
zêde ne, mirov dikare mîna awarte bipejirîne û dest nede wan. Dubare
nivîsandina tîpan bi hev re li musîka zimanê kurdî nayê; gava du
tîpên wekhev bên cem hev, divê yek ji wan bikeve, neyê nivîsandin.
Ji ber ku em li ser bingeha zanistiya rêziman nalivin ji xwe û
zimanê xwe re gelek pirsgirêkên sûnî derdixin; li vê derê dixwazim
behsa tîpa "i" bikim. Hinek dixwazin "i" bê pint binivîsin hinek bi
pint. Ev yek ne alfabeyê ne jî rêziman xirab dike, pirs herçiqas
bûbe polîtîk jî, divê zimanzan vê yekê mîna estetîk binirxînin. Li
ser vê tîpê bi salan gêngêşî ne karê zanistiya lêkolîneran e.
Di nivîsandina peyvên biyanî de jî, gelek pirsgirêk hene, ne
bingehîn in; mîna gotinên latînî yên bi tîpa "k" pircaran bi tîpa
"q" tên nivîsandin. Divê bingeha tîpên biyanî mîna xwe bimînin lê bi
awazê rêzimanê kurdî bên bilêvkirin. (Polîtîka, komîte, kadro,
kapîtalîzm, demokrasî, burokrasî, autokrasî, kamyon, kompîter, kopî,
Klinton ûwd.)
b. Rastnivîs
Rastnivîs bingeha ziman e. Rast neyê nivîsandin, rast nayê
bilêvkirin û mirov rast fêr nabe. Ne tenê peyv herwiha giş beşên
rêziman divê rast bên nivîsandin. Mirov dikare rast binivîse, çewt
bixwîne lê cewt binivîse nikare rast bixwîne. Ji ber vê yekê
pêwîstiya rastnivîsê ji pêwîstiya rastxwendinê girîngtir e.
Ji bo rêzimanek rast bê nivîsandin, pêwîst e konsenseke (lihevhatin)
civakî ji aliyê nivîsandinê hebe. Divê mirov zanibe çi, çawa
binivîse. Zanist nikarin tenê xwe bifikirin û bibêjin ku ew rast
dinivîsin, bes e. Heta rastnivîs bi awayekî yekpar nebe bingeha
ziman û nekeve civaka zîndî û tenê di rêfên zanistan de bimîne,
nikare bigîje maneya xwe ya bingehîn. Her dewlet û netew ne bêsebeb
e ku milyaran ji bo vê yekê serf dikin û milyonan seferber dikin. Ji
aliyê rêziman bi taybetî ziman lihevhatina civak tunebe, ew civak
nêzî hev nabe, ji hev dûr dikeve û dibe biyaniyê hev.
Di vê xebatê de tenê zanist û zanîngeh têr nakin, divê giş beşên
civakê û bi taybetî jî, saziyên netewî mîna TV, radyo, rojname,
kovar, weşanxane, înstîtût, akademî, komele, partî, dibistan ûwd. bi
hev re bixebitin. Saziyeke taybetî dikare serpereştiya hemûyan bike.
Di vê saziyê de ne tenê pispor, ji her beşên civakê kes dikarin
alîkariya xebatê bikin.
Ji ber ku rastnivîs beşek ji zimanê rojane ye, pêwîstî bi kar û
xebatên guherînên rojane heye. Giraniya fakulteyeke ziman bi
hevxebata gelek saziyan dikare vê yekê çareser bike.
Divê ev yek jî bê ziman ku di rastnivîsa kurdî de kêmasî û şaşî ne
zêde ne; tevlîheviya devokan vê yekê wisa dide xuyakirin. Ger her
yek ji me ji devoka xwe hinek fêdekarî bike, emê bibînin ku
çareseriya vê bêşê hêsan e.
c. Struktur (avahî)
Rêziman bê avahî (struktur) nabe. Her rêziman xwediyê avahiya xwe
ye, taybetiyên avahiya wî hene. Rêziman avahiya ziman e, mîna
skêleta mirov. Çawa skêlet nebe mirov nikare xwediyê struktur be,
wisa jî bê rêziman ziman nabe xwediyê avahiyê.
Avahiya kurdî (li vê derê zaravê Kurmancî) ji her awayî digîje
avahiya rêzimanên şaristanî yên herî nûjen. Formên avahiya rêzimanê
kurdî mîna li jor jî hatibû gotin, ne kêm in. Bersiva nûjendemê
didin. Ger hin astengî ji ber rabin dikare bersiva wêjeya nûjen jî
bi kûrahî bide. Li vê derê dixwazim vê yekê bînim ziman ku hin kes
hene kêmasiya xwe mîna kêmasiya ziman û rêzimanê kurdî nîşan didin,
ev ne rast e. Dibêjin fîlosofî, polîtîka ûwd. bi kurdî nabe! Bi
kurdî hertişt dibe lê bi kurdiya kesan dibe ku hin tişt nabin. Divê
mirov astengiyên rêzimanê kurdî û astengiyên xwe yên kesane tevlihev
neke.
Ji aliyê avahiya xwe kurdî hin formên arkaîk hîn di xwe de dihewîne.
Hin zanist vê yekê mîna dewlemendiya ziman dipejirînin lê îtîraf
dikin ku fêrbûna ziman dijwartir dike. Mîna fransî û îngilizî,
balkêş e: Fransî formên xwe yên arkaîk di avahî û rastnivîsê de
dihewîne û vê yekê mîna dewlemendî dibîne. Rêzimanê fransî ji hêla
fêrbûnê zor e. Ev yek ji bo îngilizî derbas nabe, îngilizî rêzimanê
xwe pir sivik kiriye. Di rastnivîs de hîn formên kraliyetê bi kar
tên lê di rêziman de form gelek kêm bûne û fêrbûn asan bûye. Ev tişt
ji aliyê rêziman ji bo zimanê farsî û çînî jî derbas dibe. Her du
ziman jî rêziman asan kirine lê rastnivîs ji aliyê alfabeyê gelek
dijwar e. Mînaka rêzimanê tirkiya Tirkiyê jî, balkêş e: piştî komarê
rêziman xistine formên zelal û fêrbûna rêziman asan kirine. Erebî bi
nivîs xwedîformên arkaîk e, asankirina rastnivîs ziman dijwartir
kiriye (ji bo biyaniyan) lê rêziman reformeke bingehîn derbas
nekiriye; ev jî, ji dijwariya alfabeyê tê, lê avahiya rêziman jî,
gelek astengiyên awarte di nav xwe de dihewîne. Ev tişt ji bo
zaravên kurdî ku bi tîpên erebî tên nivîsandin, bi awayekî cuda be
jî, hinek derbas dibe.
Avahiya rêzimanê kurdî ji aliyê ristesazî, peyv, lêker, zayend,
bernav, rengdêr(adj.), hoker(adv.), daçek(praep.) paşgîn(suff.) û
rastnivîsa wan xwediyê pirsgirêkan e. Mînak zelalnekirina bernavên
kesîn di Kurmancî de (du bernavên kesîn hene: forma "ez" û "min")
dikare zelalkirina kişandina lêkeran jî bi xwe re bîne. Ji ber ku
lêkerên têper bi "min" lêkerên têneper bi "ez" tên kişandin. Ev ji
bo giş demên bihurkê derbas dibe. Di demên nihok de pirsgirêka
bernavan tune. Mirov dikare mînaka wan zaraveyan bi kar bîne ku di
bin navê soranî de kom bûne û bernavên kesîn bike yek; yanî forma
„min“ bigre. Bi vî awayî famkirina hemû zaraveyan (kirmancî ne tê
de) nêzîktirê hev dibe. (Mînak: dêvla ez çûm / min çûm, ez ketim /
min ketim ûwd.)
Tewang di kurdî de rêziman dadiqurtîne. Tewang dikare bê kêmkirin,
mînak ev yek di kurdiya jorîn de zêde rol nalîze û rêziman belav
nekiriye. Tewang heta ciyekî nikare ji kok bê rakirin lê dikare bê
asankirin. Tewang, kişandinê jî dixe nav astengiyan. Tewang nêr û mê
diafirîne, peyvan dirêj dike. Faris vê yekê bi ezafeya "ê" çareser
kirine, herwiha kurdiya jêr jî. Rêziman zerar nedîtiye, zelal bûye.
Tewang û bernav bi awayek çareser bibin, pirsgirêka hin formên
arkaîk mîna ergetîv jî, ji holê radibin. Di kurdî de hin dem ji
aliyê Bedirxan yan jî Lescot hatine danîn, tu mane bi serê xwe îfade
nakin; mînak: Ji aliyê mane ferq di navbera kondîsyonal(hekînî) û
konjunktîv(bilanî) de nayê dîtin lê mîna form li ser pişta rêziman
rawestiyane: [minê ajotiba (kond.1), min ajotiba(konj. Plusq.perf.)
/ minê bixwara (kond.II), min bixwara (konj. Imperf.). Nuansek hebe
jî baş nehatiye zelalkirin.
Wekî din di kurt û dirêjahiya peyvan de lihevhatinek tune. Ev yek
dikare gelek hêsan bê zelalkirin lê wê çawa bikeve bikaranîna rojane
pirsgirêk derdixe holê. Hin kovar û rojname (mînak: Azadiya Welat)
kêfa xwe ji dirêjiya peyvê tînin. Dixwazin her peyv çend „e“ û çend
„y“ di xwe de bihewîne: dêvla zarav/zarave, netew/netewe dinivîsin,
wekî din: rojnama min / rojnameya min, dinya germ /dinyaya germ. Bi
vê yekê tercîha xwe danîne ser dirêjkirinê. Bê şik ev yek nikare bi
rastî û çewtî bê pîvandin, tercîh e.
d. Lêker
Hin lêkerên kurdî xwediyê cot (dublet) û sisot (triblet) in. Cotê
lêkeran tenê di demên bihurkê de bi kar tên. Sisotên wan ji cudahiya
devokan tên. Mînaka herî balkêş lêkera "bûn/bûyîn/biwîn" e. Lêkera
bûnê ne tenê lêker e, lêkera alîkar e jî. Lê alîkariya wî pircûre
ye, ji ber vê yekê jî, di rastnivîsa rêziman de bingeh e. Lêkera
bûnê di ciyê xwe de bi kar neyê, rastnivîsa rêziman gelek kêm dibe.
Bûn kengê, çawa, li kuderê vediqete, pirsgirêkeke giran ya rêzimanê
kurdî ye: li ser bûnê bi taybetî rawestan pêwîst e.
Lêkerên cot divê bên zelalkirin. Herî asan mirov formên kurt bigire
û bi yek awayî be.
Lêker bi bingehîn dibin du beş: têper û têneper. Beşên din piştî vê
beşkirinê ne. Hin awayê lêkeran ev in: dankir(kausativ), alîkar,
hevgîn(kompositum), Radêr(infinitiv) rawe/rewş(modal). Dawiya
lêkeran tenê tîpa "n" e. Li gor koka xwe lêker di dema nihok de
dikarin bên beşkirin. Lê ev beşkirin li ser dawîtîp tiştek nabêje (di
vî warî de gelek kes dikevin detayên nepêwîst).
Li ser lêkeran zelalî heye, belavkirin û fêrkirina wan pêwîst e.
Tenê hin zehmetiyên kişandinê derdikevin pêş, ev jî dikare bê
çareserkirn. Wekî din tiştên mîna nerast dixuyên, piranî ji devokan
tên; di vê derê de jî kesên ziman bi kar tînin bikaranîna devoka xwe
tercîh dikin.
e. Têgînên nû(jen) (asîmîlasyona wan)
Di rêziman de pêşketin divê li gor demê be. Bê têgînên nû(jen) û
asîmîlasyona wan di ziman de pêşketin nab e. Mirov nikare li ser
bingeha zimanên biyanî têgînan biafirîne yan jî, ji xwe têgîn û
peyvan biafirîne. Afirandina têgîn û peyvan li ser bingeha rêziman û
giyana jiyana kurdan be bi mane ye. Wekî din zimanê kurdî xwediyê wê
dewlemendiyê ye ku li ser bingeha dîroka xwe, xwe xurt bike.
Afirandina têgîn û peyvan pisporiya giyana rêzimanê kurdî dixwaze.
Ev kar bi giranî karê pejirandina kolektîv e û bi saziyên netewî pêk
tê. Têgînên nû(jen) ji bo zimanê kurdî hemû zaravan herêma
pirsgirêkan e. Rê li ber vê yekê dikare bê girtin, wekî din di dema
nû de mirov nikare cîhanê fam bike û pê re bimeşe. Gereke kûr di nav
zaravên kurdî de ji bo înventera gencîneya peyv û têgînan pêwîst e.
f. Cudahiya bilêvkirinê ji nivîsê
Her rêziman xwediyê du zimanan e: zimanê nivîskî û zimanê axaftinê.
Armanc ew e ku zimanê axaftinê bigihîje mistewa zimanê nivîskî. Ev
bi pêşketina perwerdeya giştî û çanda gelemperî ve girêdayî ye.
Mirov çiqas pêş ve biçin zimanê axaftinê ewqas xwe digijîne mistewa
yê nivîskî. Ji aliyek divê ziman û ferbûna rêziman pêş ve bikeve, ji
aliyê din jî mistewa çand bi gelemperî. Hemû hev temam dikin.
Zelaliya ku ji zana û saziyên ziman tê xwestin divê ev be: nivîseke
çawa, alfabeyeke çawa, xwendineke çawa!
g. têgîştina rêziman
Ji bo têgîştina rêziman asantir bibe, pêwîstî bi têgîştina girîngiya
ziman heye. Pirs ne tenê têgîştina gel e, têgîştina zimanzanan bi
xwe ye. Rêziman nikare statîk bê girtin; pêwîstî bi gavên nû hene.
Mirov nikare tenê bi pesndana Bedirxan rêziman pêş ve bibe. Çawa
mirov bi pesndana Ehmedê Xanî nabe shaîr, bi pesndana Celadet
Bedirxan jî nabe zimanzan û rêziman pêş ve nabe. Lê ev yek wî heqê
nade mirov ku Bedirxan ji bîr bike. Divê li ser bingeha xebatên berê
pêşveçûn bên holê.
Pêşvebirina rêzimanê zimanê kurdî di maneya xebata Bedirxan de ye lê
divê em di rêziman de Bedirxan pir li paş bihêlin, wî bibuhrin; wekî
din rêziman naçe pêş. Rêzgirtina Bedirxan xurtkirin û peşxistina
ziman e. Di vî warî de xebatên nû pêwîst in. Em dikarin xebatên
Bedirxan/Bedirxan, Qanatê Kurdo, Kemal Badilli, Feqî Hüseyin Sagniä,
Torî, Reşo Zîlan ûwd. hêjatir bikin ger xebatên pêşvetir derxin holê.
Ne pêwîst e em li dijî xebatên wan rawestin, aliyê wanê pêş bigrin û
li ser bingeha ku wan daniye xaniyê rêziman ava bikin. Xebatên wan
hinek zelalkirin û derxistina înventerî ye; li ser wê divê hertişt
baş bê avakirin.
h. xebat ji bo pêşerojê
Hêviya min ew e ku pirsgirêka rêziman sivik neyê girtin. Ev xebat ne
ya rojek yan konferansek e. Ev xebata saziyan e û wê dûr û dirêj
bidomîne. Bi kêf û daxwaz û bi zorê nayê cî. Mirov divê biçûk dest
pê bike û bimeşe. Konferans ciyê hevdîtin û hevfamkirinê ne.
Konferans dikarin bibin destpêka hin bingehan. Divê konferans ji bo
destpêka bingeha xebatê zimanê kurdî ji bo avakirina saziyeke cidî
bibe wesîle.
Dema hevfamkirina kurdan ji aliyê hevxebatê hatiye. Xebatên pîşeyî
ne xebatên ramanên polîtîk û îdolojîk in. Lê her xebat pal dide ser
îdolojiyekê; mîna ku xebata ziman û rêziman xwe pal dide ser ramana
netewî. Polîtîka rêziman ew e ku netewa kurd asantir fêr bibe.
Li ser vê bingehê ne pêwîst e em rêziman li gor dilê xwe pêk bînin
lê dilê xwe li gor avahiya ziman fêr bikin. Dibe ku ramanên me li
ser rêziman ji hev cuda bin lê rêziman nikare xwe li gor her ramanê
biguhirîne. Bingeha rêziman rê dide ku em ramanên xwe li ser avahiya
wî pir nêzîkê hev bikin. Gengêşiyên kûr li ser bingeha lêkolîn û
lêgerînên kûr pêwîst in. Konferans di vî warî de ciyê pêşkêşkirina
hilberînan e. Pêwîst e zimanzan platforma konferansan ji bo projeyên
xwe yên nû bi kar bînin.
Em nikarin konferansên bê encam jî bicivînin, civandina vê
konferansê dikare ji bo avakirina fakulte, akademî yan jî bi çi navî
dibe ne girîng e, saziyeke ziman ya pîşeyî. Qeder û pêşvebirina
karên pîşeyî ji aliyên hûrkolîna elîtan çêdibe. Divê di warê ziman û
rêziman de elîtkomên me yanî bijartegrupên me jî hebin.
Têbînî:
( Birêz Hüseyin Kartal li şûna ş, sh û li şûna ç, ch bikar tîne, lê
me li gora rastnivîsa rojava.net ev guherandiye)