25.06.2007
Nivîskarê nasdar ji Kurdistana azad Hesen
Silêvanî kurtegotarek rexneyî bi navnîşana "Çima
ev hêrişên hovane li ser Bedirxaniyan??"
derbarê zimanê kurdî de di malpera "rojava.net"de
di vê mehê de weşandiye.
Rêzdar Hesen Silêvanî dinivîse; mixabin di
kongira perwerdeyî de li Hewlêrê di rojên
22-24 gulanê 2007 an de hêrişek dijwar bi
rengekî jehrawî û plankirî ser malbeta
Bedirxaniyan ji nû ve hate kirin .." û ew
hîn dinivîse; bi çi mafî wezareta perwerdeya
Kurdistanê qebul kiriye ku ew koma nivisînên
bi cehrê reşandî li jêr navê zimanê
standarda kurdî û alfabaya standarda kurdî,
komel gotar li dijî kurmanciyê û malbeta
Bedirxaniyan werin xwendin ?? Berêz Hesen
Silêvanî ji xwendevanên xwe re hin peyvên
rêzdar Ferhad Şaklî bi kurtebirî
dibelgîne;."Li nav Kurd e, kes bi qaserî
binemala Bedirxaniyan dilsozî bîr û bawer û
îdyolokî yê Etaturk ne bû…" Ewan eger çi bi
rewalet li dijî Turkiyê bûn, lê belam di
rastiyê de nakokiyên wan tenê li ser
destlatê bû.
Celadet û Kamîran Bedirxan li hemî jiyanê
xwe de hewlî eweyan de da lasayî yî Etaturk
bikene we û zorîş le dilewe sersamî kesayetî
bîrkirdinewey Etaturk bûn…."
Di rastiyê de, helbestvan û lêkolînerê
wêjeya kurdî ne cara yekeem e ku hêrişên ne
rewa dibe ser binemala Bedirxaniyan û bi
taybetî li dijî mîr Celadet Bedirxan.
Ewî hîn di 27.10.2oo5 an, di hevpeyvînekê,
di malpera dimane.com de gotiye;" Ew
alfabaya ku Celadet Bedirxan çê kiriye û
kurmanc pê dinivîsînin, xebata împiryalîstan
e û ji bo perçekirina Kurdistanê ye, lewra
jî ew alfabaya jî seqet e, ne zanistî û ne
kurdî ye û bi kêrî zaravê kurmancî jî nahêt
.." Herweha jî ewî goti bû; ku kes bi qasî
malbeta Bedirxaniyan dilzozê raman û
îdyolociya Ataturk ne bû, ew malbeta ji dil
heyrana kesayetiyî û hizrên wî bû…"
Dr. Haşim Ehmed Zade, zimanzaneke ji
Kurdistana Rojhilat e, di bersiveke xwe de
ji berêz Ferhad Şakilî re dinivîse; bi
baweriya wî (F.Şakilî ) Bedirxanî casosin
împiryalîstan bûn….." lê Dr. H.E.Zade bi vê
wateyê jî, nirînên wî pûç dike û dibêje; "Ew
(F.Şakilî) ji danûstandinên belgeyî, aqilane
û objêktîva akadêmîk dûr in …"
Mebesta min ji vê gotarê ne ew e ku ez ji
xwendevanên rêzdar re peyv û nirînên Ferhad
Şakilî li ser Bedirxaniyan û tîpên latînî
çewt derxînim, çimkî di nirîna min de, eger
ez, an hevalekî dîtir niha berevaniya
têkoşînên binemala Bedirxaniyan ji bo mafê
netewa Kurd bike, yan jî xebatên wan yên
ronakbîrî û zimanewanî, yan çapemenî dîsan
di berçavan re derbaz bike, yanê em ji nirxa
mîr Bedirxan, Meqdad Medehet Bedirxan,
Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, kêm
dikin, ji ber ku ta roja îro pisporên dîroka
kurdî, pisporên zimanê kurdî, pisporên
dîroka weşanên kurdî û bê awerte herdem
nirxeke pir buha dane û hîn jî didin berhem
û têkoşînên binemala Bedirxaniyan.
Vêca li vir, ne ez û ne jî bi sedan
rewşenbîrên Kurdistanê hîn nikanin bawer
bikin ku niha kesek mîna Ferhad Şakilî û hin
layingirên wî berxwe didin ku raperînên
netewî û çanda kurdî yên Bedirxaniyan bi
nirînên xwe yên navçeperestî û yên pir
tirsdar bişewitînin.
Lê pirsgirêka pir alozber ew e; ku hin
pisporên zimanewanî û wêje bi navê
konfiranseke fermî û di bin sîbera dezgeya
perwerdeyî de li Hewlêrê, paytexta
Kurdistana azad, dîroka Bedirxaniyan bi
mebest reş bikin.
Ferhad Şakilî mebesta xwe pir zelal kirî ye;
ew li dijî alfabaya latînî ye, ewî bê bingeh
û şîrovekirinên zanistî li dijî tîpên latînî
derdikeve, ne ewî û ne kesekî dîtir ta niha
nikanî bû ji xwendevanên Kurdistanê re, an
ji zimanzanên ewropî re mêlag bikirana ku
tîpên latînî ji bo Kurdan, astengiyên zimên
çê dikin !! lê li aliyê din pir zimanzanên
kurdî,(zaravê kurmancî ) bi dehan û dehan
lêkolînên zanistî terxandine zimanê kurdî û
pêşniyar kirine ku tîpên latînî ji bo zimanê
kurdî baştirîn û rastirîn tîp in .lê tucarî
nivîskarekî yan zimanzanekî zimanê kurdî (zaravê
kurmancî) negotiye ku danerê tîpên erebî ji
bo zimanê kurdî împiryalîst in yan jî,
ewanan nokerên regezperestên Ereban ne
..!!!! danûstandinên bi vî rengî nirxên
alavên zanistiyê nizim dikin.
Dîsan pêwîst ez vepirsîneke giring bavêjim
gorepana hişmendiyê; ma gelo ji bo çi di vê
mawa dawiyê de dijayetiya tîpên latînî
-kurmancî, û zaravê kurmancî pir dibe ?
Ma gelo ji bo çi hin kesayetiyên siyasî û
karmendên wezareta perwerdeyî li Kurdistanê
piştvaniya vê rêbaza çewt û ne zanistî dikin
?
Ma gelo kî ji siyasetmedar, nivîskar,
dîrokzan, zimanzan, wêjevan û rojnamevan li
Kurdistanê yan li dervayî welêt nizane ku
mîr Bedirxan kî ye ?Kî ji van nizane ku mîr
Meqdad Bedirxan kî ye ? Kî ji van nizane ku
mîr Celadet Bedirxan kî ye ?Kî nizane ku
Prof.Kamîran Bedirxan Kî ye? ? Ji bo çi
evanan niha bûne noker û casos?
Welatparêziya binemal Bedirxaniyan li
seranserî Kurdistanê naskirî ye, hemû
siyasetmedar, şoreşvan, nivîskarên
Kurdistanê nirxeke buha didin têkoşîn û
berhemên vê binemala netewperest û şoreşger.
Ez dixwzim li vir mînakekê tenê ji kesên
mîna kek Ferhad re hûnim zimên; gava
Prof.Dr.Kamîran Bedirxan ji Ewrupa diçû
Kurdistana başur, serokê nemir, pêşengê gelê
Kurdistanê Mila Mistefa Berzanî pêşwaziya
rêzdarê nemir Kamîran Bedirxan dikir û li
gor hin çavkaniyên devkî dihate gotin, ku
serokê nemir çentê Dr.Kamîran Bedirxan
radikir !!!!
Ma gelo eger kesayetiyek mîna serok Berzanî
, çentê Dr.K.Bedirxan radike! Yanê eva li
nik kek Ferhad û yên mîna wî çi wate ye ??
Dîsan nimûneke din, gava şoreşa Kurdistana
Îraqê di sala 1975 an de têk çû, û nelihevî
di nav tevgera siyasî û nav tevgera
xwendekarên Kurd li Europa dest pê
kir,Têkoşer û rêzdar mam Celal Talbanî û
têkoşerê nemir Norî Şawîs li kongira me ya
xwendekaran KSSE li Berlîna Rojava beşdar
bûn.Em mîna endamên komelê di kongirê de
amede bûn, me ji nişkava dît ku rêzdarên
têkoşer mam Celal Talbanî û nemir Norî Şawîs
rabûn ser xwe û li piya mîna leşgeran
rewestiyan, lê me li pişt xwe temaş kir, me
dît ku nemirên mîna Prof..Kamîran Bedirxan,
Dr. Noredîn Zaza û Hemreşê Reşo derbazî
hundira kongira me dibin, yekser em hemû li
ser piyan rawestiyan û me li gel berêzan mam
Celal Talbanî û Norî Sawîş didan çepkan ta
ku ewanan cihên xwe li rex têkoşer mam çelal
Talbanî girtin.
Bê guman kek Ferhad baş zane ku 22.nîsanê
cejna rojnamegeriya kurd e, û di vê rojê de
li Kurdistana azad jî, li seranserî
Kurdistanê û li dervayî welêt wêneya mîrê
rojnameya kurdî Miqdad Medeht BEDIRXAN bi
dîwaran ve tête daliqandin. Ma gelo kek
Ferhad qet ji hukumeta herêma Kurdistanê ne
pirsî, ku ji bo çi ev – nokera-li nik
Kurdistaniyan cihê rêzdariyê ye ?
Eger em vegerin ser mijara zimanê kurdî û
tîpên latînî, tu kes nikane ji me tu kesî
dîtir qedexe bike ku ewa nirînên xwe di
derbarê zimanê yekgirtî de bipryve an
binivîse; lê divê em hemû rêzê li nirînên
hev yên zanistî bigrin, divê kesên mîna
rêzdar Ferhad bi awakî zanistî pêşniyarên
xwe bike û divê ew bi rêzdarî jî li
lêkolînên zanistî yên birayên xwe Kurmanaxêv
jî temaşe bike, yekgirtina zimanê kurdî,
aloziyên zimanê me bi vêbextiyên erzan
çareser nabe. Pirsgirêka yekitiya zaravên
kurdî ne hêsan e, ji bo wê xebat û pir
lêkolînên zanistî, konfirans û kongirên
kurdistanî pêwîst in .Bi ser vê de jî niha
hukumeta herêma Kurdistanê û gelê Kurd
xerîkî hin pirsên din yên rojan ne,
siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên şehreza
rewşa Kurdistanê û Îraqê baş dibînin û
ewanan dizanin kînga yekitiya zimanê kurdî
dest pê dike.Di vê derbarê de jî
serokê herêma Kurdistanê kek Mesud Berzanî
bi zanistî û hişmendî gotiye;" NIHA NE DEMA
ZIMANÊ YEKBÛYÎ YE "