Selîm Biçûk
Piştî abêcê,
rêziman û rastnivîsa Celadet Bedirxan û karkirina nivîsandina zimên,
di Kovara Hawarê de, kurmancî demek razanê dirêj derbas kir. Vê
razana dirêj nehişt ku pêşveçûnên berbiçav pêk bên. Lê bingehek hat
danîn ku mirov li ser ava bike. Wek berdewamiya Hawarê hin kovar û
rojname hatin sazkirin û weşandin. Van weşanan heta bi radeyekê di
yekgirtina kurmancî de rolek baş lîstin. Hin rêzan û rêbazên rêziman,
rastnivîs û ferhengê cih girtin û dikari bûn bibin bingeh bo
yekgirtin û standartkirina kurmancî. Di salên dawî de, li bin merc û
egerên nû, bi dehan weşanxane, kovar û rojnameyên kurmancî hatin
sazkirin û dest bi weşanê kirin. Bi dehan pirtûk hatin weşandin û bi
dehan nivîskar derketin. Bi teybetî di van herçend salên dawî de,
meydana internetê bû kaniya jidayîkbûna pir nivîskarên ku tenê tîpên
kurdî ji hev cuda dikin.
Her weşanxaneyekê
rêzimanek û rastnivîsek taybet bi kar anî. Her nivîskarekî rêziman û
rastnivîsa xwe bi kar anî. Herweha kovar û rojnameyên kurmancî jî,
ev rê girtin. Niha bi qasî hejmara nivîskarên me rastnivîs û
rêzimanên kurmancî çêbûne. Emê di vêderê de, çend dîtinan li ser vê
kambaxiya ku kurmancî dijî rêz bikin. Hêviya me ew e ku kesên bi vê
babetê re mijûl dibin ji nivîskar, zimanzan, lêkolînvan, sazî û
xwendevanan tevî vê gengeşiyê bibin:
1- Kesayetiya
kurdî ku di bin siya dagirkeriyê de tê kuştin:
Ji salên 6-7 an
zarokên kurd dest bi fêrbûa zimanekî biyanî dikin –erebî, tirkî,
farisî-. Di wan salên tenik û hestdar de, zarok dest bi avakirina
kesayetiyek kurdî dikin, lê dema dibistan dest pê dike kuştina vê
kesayetiyê jî, pê re dest pê dike. Ev kesayetî ne ragîr û tije
nexweşiyên giyanî û civakî mezin dibe. Ji xwe, ji rastî û bingehên
xwe biyan dibe. Ev tişt hîkariya xwe li ser pirsa zimên jî dike û
dibe sedema derketina kesên ku çi têkiliyên wan bi nivîskariyê re
nîn in yan jî ne girêdayî zimanê xwe ne û xwe berpirsiyarê wî
nabînin. Ev jî du beş in:
- Beşek di bin
giraniya hestên netewî de, dixwaze di meydana zimên de karekî bike
ji ber ku valahî heye
- Beşê din tenê
dixwaze navê wî derkeve, bi çi awayî û çawa dinivîse ne pêwîst e.
2- Pêwîst e
nivîskar berî her tiştî xwe fêrî zimên bike:
Gelek gotar û
nivîs û bi taybetî di internetê de derdikevin mirov nikare yek hevok
rast tê de bibîne. Yê ku navê nivîskar li xwe kiriye û nivîsandiye
nû dest pê kiriye xwe fêrî tîpên kurdî kiriye. Ne rastnivîs heye, ne
rêziman, ne ferheng û ne jî hûnana hevokan. Di aliyê afirîn, çêj û
dahênanê de pir qels û ketiye.
3- Nivîskar
neynika civatê û xwegêrê (motorê) pêşveçûna wê ye:
Nivîskar ew kesê
hestdar, dûrbîn û berpirsiyar e. Bi afirîn û derhênana xwe dibe
dengvedan û wergêrê civata xwe. Dibe pêşeng û civat û xelkê bi xwe
re bilind dike. Asoyên nû ji bo xweşî û jiyana bextewar ji bo
mirovan vedike. Zimanê netewa xwe (zimanê nivîsandinê) ber bi
pêpelûkên bilind, şahîk û xweş ve dibe. Li hember xwe û xwendevanên
xwe berpirsiyar e.
Nivîskar bi çi
awayî nabe zimanê dijûn, sixêf û birîndarkirina kesayetiya mirovan.
Gelo nivîskarên kurd (kurmancî):
Kî ne?
Çi ne?
Li ku ne?
Di çi radeyê de ne û çi rolê dilîzin?
Em bersivê li hêviya nivîs, lêkolîn û
gotarên we dihêlin!