|

Televiziyona
kurdî VÎN dest bi weşanê dike
VÎN TV …. Wê ( Rengvedana Civaka Kurdistanê be)
û bi Huner û çanda kurd ya resen wê di nava
demekê de xwe şanî gelê xwe bike .
Li ser daxaza birêvebiriya KANALA ASMANÎ VÎN TV
…ya ku wê di nava du mehên li pêşya me dest bi
weşana xwe ya TEST ê bike . Birêvebirê Dezgeha
SEMA Birêz Arif Remezan Seredana Herêma
Kurdistana (IRAQ) kir û li gel rêvebirê Kenala
Vîn TV birêz Kawa Rêkanî civiya û li ser gelek
xalên bingehîn li hev kirin . û peymaneke di
navbera herdu aliyan de hate emzekirin .
Ji ber ku Dezgeha sema ya çandî û hunerî û di wî
warî de gelek xebatên Hêja kirine û gelek
pêwendî dirust kirine . wê ji niha û şunde jî li
gora xalên peymanê Nunertî û berpirsê Kenal vîn
tv li welatên korfês û Surî û kazaxistan û çînê
bike ,her weha wê di ware berhevkirin û
sazkirina Pirogramên Hunerî û Rewşenbrî xabtên
xwe bike Her weha wê rê ji reklamên Dezgeh û
Companiyên kurd re jî veke ta ku xwe bidin
naskirin û bêne naskirin .
Ji bo ku em li ser Rewşa VÎN TV û amadekariyên
wê yên dawî hin agahiyan wergirin birêz Kawa
Rêkanî rêvebirê Kenala Vîn TV . û bi tenha û
yekem car ji bo Malpera Sema axivî .. û diyar
kir ku …?!
VÎN TV …. Televzyoneke Hunerî û çandî ye wê Guh
bide çand û Hunera Kurdî û Armenc her ewe ku
Xizmeta Hunerê li her çar aliyên Kurdistanê bike
û wê bibe pirek di navbera hunermendê kurd û
cemawerê kurdistanê .
Û VÎN TV Dergeheke ji bo Alîkariya Hunermenda û
wê bi şêweyekî pêşkeftî û bi teknîkeke nûjen
karê xwe bike û Armenca me ewe ku em (
Rengvedana Civaka Kurdistanê bin ) û ev wek
diruşim me dayê Pêşiya xwe .
Her weha em dixwazin bêjin ku em Kenaleke
Serbixwe ne û ne girêdayî çi aliyên Siyasî ne .
- çima we navê vîn hilbijart bo Kenala xwe ?
- Me divêt bêjin ku nama me bi avakirina vê
kenalê Viyane bo her çar perçê Kurdistanê û Vîn
evîne û evîn tiştê herî xweşe di jiyana mirovan
de û pêwistiya me bi vîn û evîne heye ta ku em
karibin kurdistaneke mezin ava bikin . em bi
riya televizyona xwe dixazin wê evîna mezin ava
bikin . û van sînoran bişkînin û mala mezin ya
hunermendên kurd ava bikin .
-û li ser pirsa ma mebestên Bazirganî li dû
avakirina vê kenalê hene !!
Weha bersiv da ?
- Em dixwazin bibin Dergeheke ji bo alîkarî û
nasandina Huner û hunermendên kurd bi Cihanê . û
em dibêjin ku me ticarî hizir nekiriye ku em li
dû vê Kenalê Bazirganiyê bikin .
- Û li ser pirsa ma gelo hûnê çi pêşkêş bikin di
Kenala xwe de ?
Got :ku emê huner û Folklora kurdî (Stran-Clip-tore)
ne ya heremekê tenê belav bikin .lê belê em ya
hemî herêmên kurdistana belav bikin û nîşan
bidin .
- Ma wê kenala we li xiru bi Zimanê Kurdî be ?
got nexêr wê ji 70% kurdî be û 30% ê mayî wê
staran û Clipên Turkî û Erebî û farsî jî hebin
ji bo ku em hezkiriyên wan jî bê par nehêlin .
Di dawiya axiftina xwe de birêvebirê Kanal VÎN
TV weha beng kir û daxwazî ji hemî Hunermendên
kurdistanê kir ku Alîkariya xwe bi mere bikin û
berhemên xwe bihnêrin ta ku em jî hemî Ciwanî û
xweşikbûna hunera xwe pêşkêşî gelê xwe bikin . û
em hêvîdarin ku bibine ( Rengvedana Civaka
Kurdistanê) û em li gora daxwaz û dilê her
kurdekî xwedan eşq û evîn bin ji ber ku kurd bi
stran û Awazên xwe her dem di dîroka xwe de evîn
lorandine û eşq jiyan kirine .
Têbînî: ji bo Pêwendiyê bi Vîn TV re wê di nava
dermekê kurt de di riya malpera sema kurd de
Daxuyaniyeke Taybet bê belav kirin .û têde wê
jimareya telîfon û Email ê jî bêne Dest nîşan
kirin .
Amadekirin: Sema Kurd
*****
|