Hin
dîtin li nivîsa
Berzo
Mehnûd “Nivîsîna Paşkokan Navbera Likan û
Nelikanê de”
Hozan Robar
Di zimanê kurdî de ji bo
nîşandana dem û kesan di lêkeran de,
berlêker
û dûpaşên
rêzimanî (prefîks û sufîksên) bi raya
lêkeran ve tên likandin (zeliqandin), wek:
Ez dixwim,
tu bimeşe, ew direve,
tu dikevî, hun vedigerin
Dûpaşên lêkeran:
Em ê tenê dûpaşên dema
nuhok û buhêrka xwerû rave bikin.
|
TAK |
KOM |
|
1. Ez ---*im/m |
1. Em ---in/n |
|
2. Tu ---î/yî |
2. Hûn ---in/n |
|
3. Ew ---e/ye |
3. Ew ---in/n |
*li paş dengdar / li paş
dengdêr
Mînak 1: şêweyê yekem, li paş
dengdar
|
TAK |
KOM |
|
1. Ez diçim |
1. Em diçin |
|
2. Tu diçî |
2. Hûn diçin |
|
3. Ew diçe |
3. Ew diçin |
Mînak 2: şêweyê duyem, li paş
dengdêr
|
TAK |
KOM |
|
1. Ez dişom
|
1. Em dişên |
|
2. Tu dişoyî |
2. Hûn diajon |
|
3. Ew dişoyê |
3. Ew digirîn |
Dûpaşên lêkeran bi kok û
raya lêkerê ve tên likandin, di nav
zimanzanên kurd de, ti nakokî derbarê
nivîsandina wan de tuneye.
Ev dûpaşên lêkeran
(im, î, e, in) bi heman şêweyê xwe bi navdêr
û hevalnavan re jî tên xebitandin, lê ew
cuda tên nivîsandin li gor rêzmana
Celadet Bedirxan, ji lewra em nikarin jê re
bêjin dûpaş lê em ê bêjin pirtik.
Derbarê
nivîsandina wan de hinek nakokî hene, anku
hin zimanzan dibêjin divê ew jî bi bêjeya
berî xwe ve bête likandin.
Birêz Berzo Mehmûd
dinivîsa xwe ya bi navê
(Nivîsîna
Paşkokan
Navbera Likan û Nelikanê de di Zimanê kurdî
de)
ku di malpera
rojava.net de di (19.5.2006) hatiye weşandin,
ev mijara girîng û berfereh vekiriye, lê
çendî ev mijar girîng e, ewçend nehatiye
çareserkirin, em ê hinek eger û bihane
pêşkêş bikin boyî em gavekê ber ve
çareseriyê bavêjin eger..! çareserî ne
gengaz be. Çendî bersiva me dereg hatibe jî
girîngiya mijarê dê me biborîne.
Berî min, Dr. Memo Ebdî
jî pertûka Berzo nirxandibû û ev mijar jî
vekiribû, û hin rexneyên girîng li dîtinên
Berzo kiribûn. Min dixwest pertûka Berzo
bixwînim berî ez dîtinên xwe derbirim, lê
mixabin ew bi dest min neket, ji lewre di vî
beşî de ez ê dîtinên xwe li ser nivîsa wî
bidim, ya ku di malpera rojava.net de hatiye
weşandin.
Di nivîsarê de, rênivîsa
(vekîta) Berzo Mehmûd çendî rast e, yan
çendî li gor rêpîvanên rêzimana kurdî ye ew
pirseke dî ye, lê mijara me dê li ser
naveroka ku nûserê (nivîskar) me çêrê kiriye.
Pirtikên
ku ew şêweyekî lêkera “bûn”ê ne di
dema nuhoka berdest de kam û mebesta
nûserê me ye, ew pirtik ev in: (im, î, e,
in), wî navlêkirina paşkok
li şona pirtik hilbijartiye.
Berzo Mehmûd
wiha nivîsiye: “Belê,
kêşe bi xwe di awayê nivîsîna van paşkokan
deye, dema ku di risteya bêkar de diyar
dibin, ku ew jî başqe (cuda) têne
nivîsandin, wekû di rêzimana Celadet de
hatiye:
Tak Kom
1~ Ez mezin im Em
mezin in
2~ Tu mezin î Hûn
mezin in
3~ Ew mezin e Ew
mezin in
“.
Nexwe BERZO cudakirina
pirtikan wek kêşeyekê dibîne û her wiha ew
dibîne ku ti kesî ji zimanzanan ew pirtik bi
bêjeyan ve nelikandine, ew dibêje:
“Li
vê pêkê, nivîserên Kurd ji hemî cih û aliyan
bi vê destûrê girtine, bê ku yek ji wan
nivîser û zimanzanan bîr li vê kêşeyê bikê,
ka gelo pêvekirina van bêjeyan (morfêman) bi
peyva pişt xwe ve raste yan ne?”.
Lê ev ji rastiyê dûr e, ji
ber ku rêzimanzanên kurd berî niha ev
pirsgirêk vekirine û di çarçoveya çareseriyê
de bûne du bir:
1.
Celadet Bedirxan, Kemîran Bedirxan, Rojê
Lîsko û se’îd Şivan û hinên dî, di rêzimanên
xwe de gotine ku ew parek ji lêkera bûn’ê ne
û hertim divê serbixwe bihêne nivîsandin.
2.
Qanatê Kurdo, Reşîdê Kurd û hinên dî jî di
rêziamnên xwe de gotine ku divê ew bi bêjeya
berî xwe ve bihêne nivîsandin.
Şaştiya BERZO ya dî ku
zanyarê me Celadet Bedirxan tewanbar dike ku
ew di vî warî de ketiye bin hikariya
zimanên biyanî nemaze frensî û ingilîzî, li
ser Celadet ev nivîsiye:
“Ez
bixwe dixwazim vê yekê di vê lêkolînê de
şîrove bikim ku raya Bedirxan şaşe, û rayeke
dîtir li şûnê bidim. Celadet Bedirxan di
danîna vê destûrê de, li pêka nivîsîna
zimanên Ewrupî çûye, nemaze, yê frensî û
ingilîzî û gelekên dîtir”,
dîsa nivîsiye
“ev destûra rêzimanî di bin kartêkirina
zimanên dîtir de hatiye hûnandin. Lê eva han
bi şêweyeke rût û bê belge nayê pejirandin
(qebûlkirin), ji ber ku her zimanek,
herçende nêzîkî li yên dîtir bikê, sîstemeke
xweyî taybetî heye.”
Tewanbarî bi şaştiyê ne
gunehek e, gava merov serastkirina şaştiyê
bi sergihayî çespandibe, û kesekî wek
Celadet ku sembola vejîna zimanê me ye bi
hêsanî nahê tewan kirin.
Diviyabû BERZO pêşî dîtinên
Celadet derbarê vê mijarê de şîrove bikira
paşê nêrîna xwe bidaya, çunkî kesê ku gotarê
bixwîne tênagihe ka çira (ji bo çi) Celadet
ev pirtik cuda kirine, wî nêrîna Celadet
tenê wiha nivîsiye:
“ez wa dibînim, ku
Celadet Bedirxan di destnîşankirina van
morfêman de, ketiye şaşiyeke rêzimanî, (-im,
-î, -e, -in) wek peyvên serbixwe li wan
dinerê, bo vê yekê jî, wan cuda dinivîsê”.
Lê
nêrîn û ravekirina Celadet ji vê mijarê re
ji van çend gotinan ferehtir e.
Celadet gotiye ku ev pirtik,
ên cuda tên nivîsîn (im, î, e, in) şêweyekî
lêkera “bûn” ê ne di dema nuhokê de,
ciyê wê di zimanê kurdî de beramberî
“hestenهستن
“
a farisî, “be” a ingilîzî, “être”
a frensî, “sein”
a almanî, “ser”a
îspanî û “vara”ya
swêdî ye.
Derbarê vê hempakirinê de
BERZO wiha nivîsiye “di Ingilîzî de (verb to
be = am, are, is)e, û di Frensî de (suis,
es, est ...)e, yên ku dikevin ber nifşê kar
de, ku şêweyên karê (bûn)ê di dema nihokê de
werdigirin”. Nexwe, BERZO
(im, î, e, in)
wek şêweyekî lêkera bûnê napejrîne û tenê
wan wek pirtik (morfêm) dibîne. De
werin em binêrin ev çi ne (im, î, e, in),
lêker in, an paşkok in?
o
Paşkok çi ne?
o
lêker çi ne?
1.
Di hevokê de, lêker roleke
sereke distîne
anku bê lêker hevok ti wateyê nade. Hêmanên
hevoksaziyê “lêker, kirar û bireser” in,
rêpîvana hevoksaziyê di zimanê kurdî de ev
e: (kirar+bireser+lêker) berçav e ku hêmana
dawiyê di hevoka kurdî de lêker e, wek:
Rojîn gulekê dikire –
ew gulekê dikire
(kirar+bireser+lêker)
Rojîn gulek e
– ew gulek e
(kirar+bireser+lêker)
2.
Cureyên hevoka kurdî:
di zimanê kurdî de, wek hemû zimanên
Hindo-Ewropî yek cure hevok heye, ew jî
hevoka lêkerî ye, anku di zimanê kurî de
hevok bê lêker çê nabe. Lê bi baweriya hin
zimanzan û nivîskaran hevoka navdar jî di
kurdî de heye, mebesta wan hevoka ku bi
lêkera bêhêz çê dibe, anku ev hevok (Rojîn
gulek e) hevoka navdar e.
Li vir jî em ê bipirsin; ma
gengaz e, hevokek di dema nuhokê de
navdar be, û di dema buhêrkê de bibe
lêkerdar?
a.
Rojîn gulek e.
(dema nuhoka berdest)
b.
Rojîn gulek bû.
(dema buhêrka xwerû)
Berçav e, ku cîwazî (cudatî)
di navbera hevoka “a.” û “b.”
de tenê guhartina demê ye, û herdu pirtik (e,
bû) bi heman peywirê rabûne, û herdu
jî parçeyek ji lêkereke veguhastî ne.
3.
Cîgirê evan pirtikan (im, î, e, in)
di hemû dem û raweyan de lêkera “bûn”
ê ye, wek:
o
Rojîn gulek e.
o
Rojîn dibe gulek.
o
Rojîn dê bibe gulek
o
Rojîn gulek bû.
o
Rojîn gulek bûye. (Rojîn bûye
gulek)
o
Rojîn dibû gulek.
o
Rojîn dibûye gulek.
o
Bila
Rojîn gulek bûya. (Bila Rojîn
bibûya gulek)
o
Rojîn bûbû gulek.
o
Rojîn bûbûye gulek.
o
Rojîn dê bûbûya gulek.
4.
Peywira Dûpaşan:
dûpaş digihin paşiya kok û raya lêkeran, ew
mêjer û zayenda kirar belî dikin:
Ez gulekê dikirim
–
ez gulek im
Tu gulekê dikirî – tu gulek
î
Ew
gulekê dikire
– ew
gulek e
Em
gulekê dikirin – em gulek
in
Hûn
gulekê dikirin – hûn gulek
in
Ew
gulekê dikirin
– ew gulek
in
Wek dixuye di herdu hevokan
de, çi dûpaş çi pirtikên ku cuda tên nivîsîn
bi heman peywirê radibin, ev jî teqez dike
ku ev pirtik bermayên lêkerekê ne, lê kok û
raya wê lêkerê pişifiye tişt jê nemaye jiblî
dûpaşên lêkerê yên xwe wek pirtik diyar
dikin.
Nexwe bêguman em dikarin
bêjin ev pirtik
(im, î, e, in) ne paşkok in, lê
bermayên lêkerekê ne anku bêjeyine serbixwe
ne.
BERZO ji aliyekî ve rexneyan
li Celadet dike ku ketiye bin bandora
zimanên ewropî û ji layekî dîtir ve bi xwe
dikeve wê şaşiyê, di mînakên xwe de kurdî
hempayî frensî û ingilîzî kiriye û bi
qalibekî teng, derbarê (am, is, are) de wî
nivîsiye:
“...
riste heye ku bi vê peyvê dest pêbikê, weku
di risteya pirsyarî de tê :
Are
you good ?
Ma tu başî ?”
Mebesta wî ku di hevoka
kurdî de ew (î)ya li paşiya (baş) nahê
despêka hevokê wek (are)ya ingilîzî, ev jî
qalibekî teng e û li kurdî nabe, ew rêpîvana
hevoksaziya ingilîzî ye:
(you are good -
Kirar+Lêker+Bireser)
û di hevoka pisyariyê de
wiha dibe:
(are you good? -
Lêker+Kirar+Bireser) anku kirar û lêker
ciyê xwe bi hev diguhêrin.
lê di kurdî de saziya hevokê
wiha ye:
(tu baş î -
Kirar+Bireser+Lêker)
û di hevoka pisyariyê de
bernavên pirsyarkî dikevin pêşiya hevokê:
(ma tu baş î -
Bernavên Pirsyarkî+Kirar+bireser+lêker)
li vir divê em diyar bikin ku di hevoka
pirsyarî ya ingilîzî de bernavê pirsyarkî
nehatiye xebitandin, lê di hevoka pisyarî ya
kurdî de bernavê pirsyarî (ma) hatiye
xebitandin. Anku qalibê hevoksaziya ingilîzî
li kurdî nabe
Her wiha wî nivîsiye:
“Morfêma (am, is, are) di risteya Ewrupî de,
dikarê cihê xwe biguhêzê, û dikarê wek
peyvên dîtir qalibê xwe, di ziman de
biparêzê, û rola xwe bi şêweyeke serbixwe
bibînê, wek:
A. He is a tall man, isn’t
he?
B. Is he a tall man?
C. No, he is not a tall
man.”.
Ka em binêrin ev hevok di
kurdî de çon (çawa) dibin
A. Ew mêrekî dirêj e, ne
wiha ye?
B. Ma ew mêrekî dirêj e?
C. Na, ew ne mêrekî dirêj e.
BERZO hempakirina kurdî bi
van zimanan re napejrîne bi bihaneya ku her
zimanekî “sîstemeke
xweyî taybetî heye”
wek ew dibêje, her çend ev gotin ta astekê
rast be jî lê sîstema hevbeş jî di nav
zimanan de heye û nemaze zimanên ji yek
malbetê.
Bo çespandina vê yekê em ê
dest ji zimanên ewropî berdin û kurdî
hempayî zimanê farisî bikin, wek em dizanin
herdu ziman kurdî û farisî ji malbeta
zimanên Hindo-Îranî ne, wekemenî û wekheviya
di navbera wan de nayê veşartin. Heman
mînakên ku BERZO hempayî frensî û ingilîzî
kirine em ê jî hempayî farisî bikin:
|
ingilîzî |
frensî |
farisî
فارسى |
kurdî |
|
I am good |
Je suis
bien |
Men xûb hestim
من خوب هستم |
Ez baş
im |
|
You are
good |
Tu
es
bien |
To xûb hestî
تو خوب هستى |
Tu baş
î |
|
(He, She, It)
is good |
(Il, Elle)
est
bien |
Û xûb hest
او
خوب هست |
Ew baş
e |
|
We are
good |
Nous
sommes
bien |
Ma xûb hestîm
ما خوب هستيم |
Em baş
in |
|
You are
good |
Vous etes
bien |
şima xûb
hestîd
شما خوب هستيد |
Hûn baş
in |
|
They are
good |
(Ils, Elles)
sont bien |
Îşan xûb
hestîm
ايشان خوب هستند |
Ew(an) baş
in |
Berçav e, ku lêkera (hesten
هستن
) di farisî de
serbixwe hatiye nivîsandin û bi bêjeya berî
xwe ve nehatiye likandin. Nexwe Celadet
Bedirxan şaş nekiriye bi cihêkirina evan
pirtikan ji bêjeyan û li gor zaniyariyên me
Celadet bi 5-6 zimanan dizanîbû, farisî jî
yek ji wan e.
Li ser pirsa :
·
ma ev tenê
pirtik in, an bêjeyine ser bixwe ne?
·
em ê dîtinên BERZO bi bîr bînin, û bersiva
xwe li dû bidin:
1-
Bersiva BERZO:
“Ez wa dibînim ku ev morfêmên han weku peyv
xwe diyar nakin, ango (im) û (in) û (î) di
şêweya paşkokî de diyar dibin...”
Di çarçoveya şêweyê de, hin
birên axaftinê yên dî jî hene bi şêweyên xwe
wek pirtikan in, lê em wan cuda dinivîsin,
wek: hin bernav “çi , ê , a , ên , ku” hin
daçek û paşdaçek “li , di , ji , bi , re ,
ve , de”. Ma em dikarin bêjin ev ne bêjeyine
serbixwe ne ?
2-
Bersiva BERZO: “Ya
dîtir jî ewe paşkok wataya xwe bi awayî
likanê (متصل)
didê, ango (im, î, e, in) wataya tiştekî yan
kesekî bi tena xwe başqe nadin...”
Ma daçek an hin bernav “ ku,
ê, a,...” bi tenê wateyê didin? an di
ingilîzî de (am, is, are) an di Firansî de
(suis, es, est...) an di farisî de (هستم,
هستى,
هست,...) bi tenê
ti wateyê didin?
3-
Bersiva BERZO: “ev
morfêmên han, dema ku tên gotin û dengkirin,
hîç rawestan navbera morfêma (Kurd) û (im)
nîne.”
Dîsa em ê biprsin di inglîzî
de (I am, he is, we are,...) dema ew tên
kurtkirin çira cuda tên nivîsandin? lê tenê
bihnoka jorî (apostrof) datê navbera wan
(I’m, he’s, we’re,...), tevî ku ew jî kîteke
tenê ne. Di vî warî de boyî kît nehê
parçekirin pêşniyaza birêz Mustefa Reşîd
balkêş e, ku em bihnoka jorî bixin navbera
(im, î, e, in)
û bêjeya berî wan.
4-
Bersiva BERZO:
“...eger ev
bêje di xwendinê de nayên cudakirin, wê çima
di xêzika nivîsînê de bêne cudakirin,... “
Hêjayî gotinê ye, em bi
bîrbînin ku rêzik û rêpîvanên nivîsandinê li
gor cure û polkirina bêjeyan hatine danîn,
ne li gor fonetîk û axaftinê.
5-
Bersiva BERZO: “Her
ev cudakirin jî di warê xwendinê de tê ku
zarok zehmetiyê di xwendina van bêjeyan de
dibînê dema ku wan veqetandî dibînê,...”
Zehmetî
û dijwarî di xwendin û her wiha dinvîsandina
van pirtikan de heye,
ev rastiyek e ti kes nikare jê bireve, lê ew
nahê wê wateyê ku em li gor vehesî û
hêsaniya(asanî) zarokan binvîsin. Di zimanê
ingilîzî, frensî, û hinên din de jî, di
bêjeyan de gelek tîp tên nivîsandin lê ew
nahên xwendin ew jî dijwariyek e, û di
rênûsa (rênivîs) her zimanekî de hinek
dijwarî hene, lê ew dijwarî bi xwendin û
nivîsandina rojane û bi demê re bi xwe
çareser dibin.
Nexwe, ev ne ti pirsgirêk û
kêşe ye lê kêşe li cem me ye. Li ba piraniya
xwênerên kurdî, kurdî zimanê xwendin û
nivîsandinê yê duyem e, zimanê yekem zimanê
dagirkeran û serdestan e, ji lewra em li
pêka zimanên dijminên xwe diçin, ne wek
BERZO gotî, li pêka zimanên ewropî. Bi
dîtina min BERZO ketiye bin hikariya zimanê
erebî, çunkî yek ji taybetiyên malbeta
zimanên Samî ku erebî jî zimanek ji wê
malbetê ye, hebûna hevoka navdar a bê lêker
e, ji layekî dî ve hîç pirsgirêk tune (nîne)
di nivîsîna van pirtikan bi tîpên latînî, lê
nivîsandina wan bi tîpên aramî (erebî)
pirsgirêkê aloztir dike, çunkî tîpa “i” di
alfabeya kurdî ya aramî de nîne, wisan jî ev
pirtik (im, î,
e, in) hîn kurtir dibin û tenê tîpek
dimîne (m, î,
e, n).
Nivîsa me dê bidome bi
sernivîsa “LÊKERA WINDABÛYÎ
“ , me di vî beşî de belî kir ku
ev pirtik (im,
î, e, in) bermayên lêkerekê ne, di
beşê duyem de em ê dîtinên zimanzanan li ser
wan belî bikin, lê di vê navberê de em ê li
benda dîtinên we bin.
Têbînî:
·
Nivîsa Berzo Mehmûd
di malpera rojava de hatiye weşandin
·
http://www.rojava.net/19.05.2006_Berzo_Mehmud.htm
me di nivîsa xwe de,
dîtinên BERZO wek hatine weşandin di
rojava.net
de, bê serastkirin ew nivîsîne, ji lewra me
birengê şîn ew nêvnas kirine.