rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Tu Tirk î?
Dijûna Herî Giran e

Dr. Zara Brahîm


Di heyamekê de, Europa Rojhilat bêtirî 400 salan di bin destê Tirkan de mabû,
wê hovîtiya Tirkan bandoreke xwe ya neyînî li mêjû û aqilên wan miletan
kiribû, loma gava ku hin pevçûn di navbera xelkên wan de çêdibûn, yan jî
gava mirovekî ji wan xwestiba yê hemberî xwe pîs bike, wî tu gotinên
girantir û pîstir ji gotina ( Tu Tirk î ) ne didît ku jêre bêjê. Ev gotin
dijûneke hew jê mezintir û girantir hebû.
Helbet ev ihaneta mirovayetiyê bi vê dijûnê, dê bingih û sedemên wê hebin,
loma bi vî rengê nebaş dihate bi kar anîn. Dema ku em vegerin dîroka
dagîrkirina Tirkan ji wan welatan re, em ê reşiyekê bibînin, ji ber wan
bûyer, eşkence û hemerengên kuştinê tanîn serê wan. Mêtod û şêweyên kuştinê
yên ku nayên bîra tu kesî bi wan dikirin. Yek ji wan rengên kuştinê bi alîkariya Hespan çê dibû, zilam girê didan, her lingekî wî bi werîsekî başqe ve
girêdidan û ew werîs her yek bi serê hespekî ve girêdayî bû, gava fermana
mirinê dihate dan, her siwarek bi alîkî de bazdida, zilam dibû du parçe.
Ev tiştekî piçûk e ji wan şûnwarên hovîtiyê, yên ku tirkan tanîn serê hemû
miletên bindestî xwe û ji wan jî kurd bûn.
Tiştekî din jî di vir de tê zimên, gava em pirsa esil û nijada tirkan bikin,
dê xwînek e tevlîhevî nepaqij diyar bibe, ji ber ku tirkan ji demeke zû ve û
li çi cihê ku di bin destê wan de bû, zarokên ser şîr, dergûşên kurik ji
dayikên wan direvandin û ew xwedî dikirin, bi hezarê lawikan hatibûn
revandin, bi perwerdeyeke faşîzmî tirkî dihatin xwedî kirin û ew kesên wê
demê, roja îro serkêşiya dewleta tirkan dikin, miletekî tevlîhev ji bêjiyan
derbû.
Îro roj ev komkujî û bûyerên li Kurdistanê çê dibin, çi li Diyarbekrê, çi li
Mûşê û hemû deverên din, ne tiştekî nû ne di dîroka Tirkan de, û ew makyaj û
maskên siyaseta dewleta tirkan ku dixwazê cîhanê pê bixapînê, nikare
riwê wê yê gemarî paqij bike û xwînmijiyê ji ser wê nabe. Em dibînin carna
wê wêneya europî didine xwe û bang bi mafê mirovan dikin, di sere sere
kirasekî nûjeniyê li bejna xwe dikin, laşê xwe tazî dikin û di bin sêkis
maniyak jî carine din. Lê gava tê ser wan û îslamê, xwe dikin parêzer û
xwediyê wê yê herî rast û şûrê xwe berî hemû welatên misilmanan radikin bonî
rêvebiriya vê ola han û di cî de ebaya îslamê tavêjin ser milê xwe û riya
xwe jî bostekê dirêj dikin.
Lê gava li wan teng tê, pirsa Kurdan tê meydanê, ew divegerin esil û
hovêtiya xwe, dibin ew gurê dev bixwîn weke ku ji mêj ve dîroka wan wilo
dest pê kiriye, sîstêma wan a leşkerî ya ku rêvebiriyê ji binve dike, rê li ber
hemiyan digire û weke xwe dike.
Bi rastî artêş û siyasetmedarên tirk, siyaseteke berevajî tajon û ew nizanin
ku cîhan îro gelekî hatiye guhertin û berjewendiyên siyaseta cîhanî nû
pêk tên û êdî nema tirk ew polîsên vê navçeyê ne, ew rola wan ya berê êdî
nema bi dest wan ve tê.
Tu hêz li dunyayê nîne ku 20 melyon kurd winda bike, êdî dem hatiye
guhertin, pirsa Kurdî roj bi roj xurtir dibe, Kurd roleke mezin di
Rojhilata Navîn de dileyizin û pişt bi wan tê girêdan weke miletekî xwedî
ramaneke serbixwe, lîberal û şaristanî û aştîxwaz.
Lewma ez dibînim ku îro roj dewleta tirkan tirba xwe bi destê xwe dikole, ji
ber wê çavê xwe li ber her tiştî girtiye û naxwaze bi rengekî normal û
demokrat pirsa Kurdan çareser bike. Kurd miletekî li ser erda xwe dijîn,
miletekî cuda ye û mafekî wî yê serekî ye ku serfiraz be bi azadiya xwe û ew
jî weke hemû miletên cîhanê xwedî dewlet bin.
Kurd li her çar parçên Kurdistanê yek in, piştgiriya hev dikin di hemû deman
de û ev sînorên bi derewan, hemberî van hestan nabin, Qamişlo bi dil û can
bi miletê xwe re ye çi li Amedê be, çi li Batmanê be, çi li Mûşê be û li hemû
deverên Kurdistanê.






 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE