rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Dêrika Hemko û simînareka Dîrokî


Di çarçoweya geşkirin û pêşvebirina rewşa çanda kurdî û herweha li ser berdewamiya zincîra kar û çalakiyên heyvane yên Guropa Dêrikê ya çanda kurdî .
Di roja 11-5-2006 ê de simînareke dîroknasî ji aliyê dîrokzan û lêkolînerê kurd ve Dr. Faroq Ebas Isma'il ve li bajarê Dêrika Hemko hate sazkirin .
Di simînarê de birek ji nivîskar, helbestvan, rewşenbîr, xemxwar û dilêşên çanda kurdî beşdarbûn .
Destpêkê Dr. Faroq kêfxweşiya xwe ji bo amadekirin û pêkanîna vê simînarê li bajarê Dêrikê da xuyakirin .
Di pey re dest bi naveroka kora xwe kir .
Hêjayî gotinê ye ku kor di bin ravekirin û serastkirina van nav û nîşanên xwarê de bi rêveçû :
-jêderên nivîsandina dîroka Kevin
-dîroka siyasî û dîroka şaristanî
- xuyakirina têgehên cugrafî-Soparto, Somer, Mîzpotamiya\Gelên çiya – Lolobî – Kotî.
- Horî- mîrgeha Orkêş ( Mîtanî – Kaşî – Mîdî )
Dr. Faroq bi ferehî li ser dîroka miletên Soparto û Mîzopotamiya rawestiya .
Dawiyê simînar bi pirsyar, têbînî û pêşinyarên beşdaran û bersivên Dr. Faroq zengîn û dewlemend bû û herweha simînar bû cihê dilxewşiya mêhvanan û ta demekî dirêj ji şevê vekêşa.

Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî
Dêrika Hemko 11-5-2006 ê






 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE