rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 


Jibo bîranîna şêxê şehîdan Maşûq Xiznewî

Salih Kobanî


Berî du salan, li ser gora şehîd Ferhad Sebrî ku yek ji şehîdên 12ê adarê ye, şêxê şehîdan Maşûqê Xiznewî ji zengiloka xwe ya birîndar diqîriya û digot:"em tevde tewanbarê şehîbûna we ne, destê me tevan di xwîna we de heye!".
Katjimêr ne wesiya… katjimêrê karê xwe weke caran berdewam dikir..
Qet bawer nedikir, rojek wê bê… wê rê tevlihev bibin, ji hev beş bibin, û çaterê li hev şaş bibin û wê gavê, têne wê gavê katjimêr wê bê xapandin.

Bi lez û bez, bi tîrêjên awirê te, bi tîrêjên aramiya aso, bi tîrêjên rojê yên ku siya gavên te dirêjtir dikirin û siya te ne diwestiya!
Bi wan tîrêjan û bi himhima dengê tayên zengiloka te, tovê zemîna hêviyên nû dihatine raweşandin.
Tovê zemîna hêviyên nû dihatin çandin.
Tovê zemîna hêviyên nû dihatin meyandin, şêxê min.
Ma ne em jî tewanbarê koçkirina te ne!
Em jî beşdarên rawestandina katjimêra jiyana ko te biryara xwe dabû ku bibe milkê sêwiyan, milkê bê milkan, bêwar û bê şar û bê sînor bê peyam û bê pêşroj û bê ken û bê kirasan.. milkê me bê kirasan!

Çawa me nikarîbû milkê xwe ji talanê, ji şewatê, ji jarê, ji maran û dûpişkan, ji mîkroban, ji hêzên tarî, û ji tariyê biparêzin.
Em tevde tewanbarên şehîdbûna te ne!

Şêxê şehîdan, ma kê dikarîbû sînga koçka te bigirta,
ma kî dikare sînga koçka te bigre!
Kî dikare nêzîkî sînorên sama çiyayên te bibe, kî dikare?

Çi dayik bû ko tu anî, bi çi şîrî tu mêjandî,
Çawa têlên bejna te wiha bilind kirin, çawa?


Şêxê min!

Min yekser naskir bê kîbûn ew destên nepak ku jiyana te ji me dizîn.
Ew destên ko jiyana şêx Seîd jî dizîn,
jiyana şêx Mehmûdê Berzencî,
jiyana Qazî Mimemed û hevalên wî,
jiyana Qasimlo û Şerefkendî,
jiyana heşt hezar Barzanî, jiyana şehîdên Enfal û Helebce,
jiyana şehîdên bakurê dil, başûrê dil, rojhelatê dil,
û jiyana şehîdên rojavayê dil.
Lê aram binive……. Vaye roja me hiltê û roja wan dire ava.







 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE