rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

                                                         17
26Ê GULANÊ

Şîrên xwe yên qusiyayî, helbestvanên xwe yên ku falan vedikin, ên ku fal wan vedikin, helbestvanên xwe yên ku bi derewan dişewitin an jî bi derewan xwe dişewitînin an jî derew wan dişewitînin, zelûliya sîmayên rûyê xwe, tênahiya asoyên xwe yên şevpestane, sawîrên xwe yên mamikane, amade bikin!
Bi rê Kevin!!
Lê xatiran ji şevê, ji zemînê, ji xwînê, ji lêvên zuha, nexwazin.
Xewrevîniya min, sekeratên min ên mirinê, navên sawdar ên xwedayên min, zimanê min ê cûtinê, sînga min a ji dûman û qetran û qûm û spîçûkan, nameyên kevnar û spîçolkî yên bapîrên min, reşekonên mirina min jî bi xwe re nebin..
Min û laşê min bi hev re bihêlin!!
Ez laşe te yê destpak bawermend im
Aniha di kelehên xwîna min de, di nehwirîna dayîka de diherife û di pencereyên şîn ên şaneyên min de, hişê te bi ser jiyanê de dabeş dibe.
Dilê mîna stêrkan bi ser jena xwe de dirije, ez di nav destê axê de wek axînekê diperpitim û di şerqîna birûskan de wek meya gewriya te vedidim.
Ez laşê yê bênan û xwê me, xwe ji te direvînim da tu şevbuhêrkên mirina xwe bi destên xwe yên lerozkî birêsî û çiyayên xwe di kêlîkên bêzariya xwe de, di çurîskên bêbawariya xwe de, di bahaneya bûneweriya xwe verêşî û berbi rêberiya min a ji girî û hawar û dîlêkan ve werî!!
Ez laşê te yê xiniz û tolhilgir im..
Ez nokeriya ronak a pelên dara te me, ez bi te re di êşê de mezin bûm û va bi te re di tenhatiyê de dibestim..
Tu bi kenê xwe yê tûj gunehên xwe siviktir dikî, tu ji keskê darbesta xwe, ji pêjnên li pey xwe natirsî, tu kerkerê xwe bi destê xwe dipîvî û li ser kêla xwe, bi pênûsên bagerê navên hêjayî tenhatiya xwe dinivîsînî..
Tu ne bi tenê yî Şêxê mino !
Ez derbasî dojeha dudiliya te dibûm..
Min bawerî bi pêxemberan nedianî..
Min xwe hêjayî mirineke cihêwaz
û darbesteke cihêwaz
û evînbaziyeke cihêwaz didît..
li ser keviya darêjgeha xwîna xwe radiwestiyam
lê nedihatim bîra ti kesî…
dihatim bîra xwe..
kêrên sûkirî di dilê min de direqisîn
hevalên sûkirî ji bijangên min diherikîn..
min xwe dikuşt,
min dawiya xwe dikuşt..
min kulîlka zaroktiya xwe dikuşt..
min şevistana birîna xwe dikuşt..
min vegera xwe, bazbenda xwe,
bayê xwe, dilbijîna xwe û bêrîkirina xwe dikuştin.


                                                      18
27Ê GULANÊ

Gernameya ku ji te dest bi deryayê dikir
Deryaya ku ji te dest bi wêrankirina pêlên xwe dikir
Pêlên ku ji te dest bi kuştina masiyên xwe dikirin
Masiyên ku ji te dest bi wendakirina hişê xwe dikirin
Hişên bê kelek
Hişên bê girnijîn
Hişên bê dilbijîn
Hişên bê lêbûrîn
Gernameya ku ji zindanên dûr û nêzîk dest bi rûpelên xwe dikir
Û serbazên xwe, serbirên xwe, serxweşên xwe, serborên xwe yeko yeko bi nav dikirin,
bi derengî dergevanên xwe, girtiyên xwe, girtîxaneyên xwe û merbend û zencîrên xwe dipesinandin
bi derengî gulên destê min dişewitandin..
bi derengî navên min ji ber dikirin
bi derengî rengên roja min û kulîlkên şeva min diparastin..
bi derengî pêrgî peykerê min dihatin
bi derengî tovên pîrevokan diçandin
bi derengî tinaziya çîroka min dixwendin
bi derengî rehên buhara min bi keskên xwe cot dikirin
bi derengî bilûrên xwe di êvaran de dadiçikandin
bi derengî nîçîra ewran û lajewerdiya şîniyan dikirin..
bi derengî sirûdên min û şehîdan ji min re wergerandin..

li tenişta te rûniştî bûm
kêra min di dilê min de bû, cigareya min li lêvên xwe mikur dihat, reşgirêdan ji reşê hinavê min ditirsiya, sîberên nalîna te bi ser min de dişkestin, min xweliya gernameyê dixwar, min xwîna gernameyê vedixwar, min hemî bazinên gizingê, hemî xwedayên kelê yên deryayên dûr û kavilane û nenas, di himbêza xwe de radizandin, min şevên xeyd û êrîşan, pevçûnên pêl û qûmê bi mizgînan dilorandin..
lê xewa min û gernameyê bi hev re nedihat…
xewa min di gemiyan de nedihat…
xewa min di kevza zaroktiyê de nedihat…
xewa min di kesera diya min de nedihat…
xewa min li ber jena lêvên te jî nedihat,

Min dilê gernameya te pêşkêşî nîverojên deştê kir
Min dilê gernameya te pêşkêşî tozê û babîsokên geştê kir
Min dilê gernameya te pêşkêşî hawar û mededên xiştê kir
Min dilê gernameya te pêşkêşî daristanan û nisrînan û xewrevînan û sirûdên ji bahoz û lehiyan kir…
Gername li metirsiyên xwe, li goşiyên kenê te, li paşgotin û gelaciyên wan, li durûtiya gav û silavên me mikur nedihat!
Gernameya te bi ritma maçên min ditevizî
Xelata keskê te bû,
Wek Odêsyosekî nîvkuştî, di raza memikan de dilerizî…






Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE