|
|
Gelo ma
neguneh e, em, navê çandê li vê
kiryara qirêj bikin?
Tengezar Marînî
Ez nizanim, gelo em kurdên yên
bisulmantî ne li ser daxawza me
bi me ve hatiye girêdan, çawa
dikarin barek ji vî gunehî ji
ser milê xwe hilînin?
Erê em daxwaza lêbuhurînê, ji bo
tevkujiya êzdiyan ji hêla Mîrê
Kore ve bikin? Ji bo êrîşên
Bedirxanê mezin ûûû.. û vê
buyera ehmeqane, ku li Şêxan
rûda ?
Ji bo wan û gelek ên din ji bo
pişka wê bisulmantiya, ku bi me
ve bûye benîşt, daxwaza,
lêbuhurînê ji hemî êzîdxanê yên
ji bo kurdayetiyê hertiştê buha
û erzan didin, dikin, her weha
destxweşiyeke bêhempa bo oldarên
êzîdiyan, Mîr Tehsîn Beg, Bavê
Şêx û hemî kurdên êzîdî yên
dergeh li ber fiteneke mezin
girtin, dikin.
Bi rastî eger ne cindîtiya wan
hêjayan bûya, dê dijminê miletê
kurd, sûdeke mezin ji vê
tevlîhevîyê werbigirtaye, lê
dîsan wan kurdên resen,
çesipandin, ku ola êzîdiyan, ola
lêbuhurîn û cindîtî û
mirovheziyê ye.
Li vir divêt em ji bîr nekin, ku
dîsan serkirdayetiya kurdî, ev
agir zû vemirand û bi hekîmane,
tedbîrên xwe wergirtin û di gel
meclisa rûhanî û hemî êzdiyên
devera Şêxan dikarîbûn, pîlanên
nehezên kurd pûç bikin.
Em werin li ser pirsan, Bêguman
mebesta serokê herêma Kurdistanê
rêzdar Mesûd Barzanî, ji peyva
xwe ew e ya, ku li dijî pîlanên
qirêj, li dijî hevnepijrandinê,
li dijî jihevnehezkirinê wek
kurd û li dijî wan mirovên ku
ruha lêbuhurînê li ba wan nîne.
Eve jî ji felsefa neqşebendiya û
bi taybetî ya mala Barzan pê
dikin, ne dûr e, nexesimê ku
nemir Mele Mustefa, bi xwe jî
bibû armanca êrîşên hovane, ji
hêla wan misilmanên tundrew û
wan melayên xwe li Hacî Umranê
peqandibûn bo wî teror bikin.
Serok Barzanî, li hêla xwediyê
maf rawestiya, li hêla
berjewendiyên Kurdistan û
mirovên Kurdistanî rawestiya û
bi heq. Wilo yan wekî
din, em nabînin, em tadê li
peyva çandê dikin, dema em peyva
çandê bi vê buyera terorîstî ya
qirêj ve dikin ?!
Ev karekî hovane, terorîstane,
nemirovane ye. Di behweriya min
de, ev kesên ku xwestin, vê
fitna mezin bikin û bi ser
neketin, dijminê kurd û
Kurdistan in. Eve ew in, yên ku
serê mirovan jê dikin, ew in,
yên bizavê dikin, ku bi dijminên
miletê kurd re hevpeymanan
girêdidin, bo neserketina pirsa
kurd.
Em tev dizanin, ku pirsa
çareserkirin û cihbicihanîna §
140 nêzîk bûye, û yên li dijî vê
xalê, dê hemî hêza xwe bi kar
bînin, daku astengan têxin
pêşiya wê.
Lê nayê vê wateyê jî ku ev
zihniyet ya teng li nik beşekî
ji civata kurd nîne.
Ew beşê civaka kurd, yê bi hişkî,
an jî ji bo berjewendiyên taybet
yê xwe û hêzên derveyî
Kurdistan, ne dûrî wan kesan in,
yên li Bexda, Mûsil, Afganistan,
Endonîsiya, Malîziya û her
devereke din, ku kiryarên
terorîstane dikin.
Divêt em bi mixabinî bibêjin, ku
ev hene, naxwe Şêx Zana û grûpa
wî kî bûn.. ?!
Ev kesên hurmetê ji pêkvejiyana
ku li Kurdistanê heye re,
nagirin, ew in, yên kiryarên
nemirovane dikin, ew in, yên
sibe bibin bela serê miletê kurd
û hukumeta Kurdistanê.
Eger rewşenbîrên kurd, bi hemî
mezheb û çînên xwe ve, di gel
hukumeta herêma kurdistanê, bi
erkên xwe ranebin, dê şêxan li
pir cihên din jî dubare û
sedbare rû bide.
Kurdistan, pêdivî bi piştgirîya
projektên bihêzkirina civaka
sivîl e, pêdivî bi bihêzkirina
ruha lêbuhurînê ye, Pêdivî
ragehandinek bi hêz û zane û
objektîv e, û berahîka her tiştî
pêdivî bi danan planên li dijî
wisa buyer û dermankirina birînê
ji kok û binyatê ye.
Rast e, mirov dikare di kurdên
êzdî û rewşenbîrên wan têbigihe,
lê nayê wê wateyê, ku ew jî bi
şêweyekî, bi mebest yan bê
mebest, êzdî û kurdan têxên 2
mîzênên cuda de, wek hinek
birader dibêjin, « Eger ne ji
êzdiyan bûya lîsta hevpeymana
Kurdistanê bi ser nediket » yan
jî nêzîkî vê axaftinê. Ev
nivîsên wilo, kêmkirine ji şan û
rola êzdiyan wek kurd. Ji ber
kurd in, wek mafê wan heye,
erkên wan jî hene.
Ji bo bidestxistina mafan û kêm
û kuriya di derheqê wan de bûne,
hijmareke mezin ji kurdan bi wan
nexweş bû. Pêdivî ye, partiyên
siyasî kurd jî kêmasiyên xwe di
derheqê wan de qebûl bikin. Eger
berya niha êzdiyek di lîsteya
hevpeymana Kurdistan de hebûye,
ku bibûya endamê Perlemana Îraqa
federe, dê îro çima yên mîn Cîco
bi serê xwe li cîhanê gerin û li
ser navê êzdiyan di konfirans û
zemînaran de bibêjin êzdî nekurd
in ?!
Li vir û piştî buyera li Şêxan
rûdayî,pêdivî ye rola rewşenbîr,
rojnamevan, Mediya kurdî, zanko
pir mezintir ji niha bibe, her
weha pêdiviya civaka kurd, bi
komele û saziyên civakî û sivîl
heye, daku bi erkên xwe rabin û
program û pilan ji gêncan re
bêne dînan, daku berbi ruhê
lêbuhurîn û hevpejirandinê ve
biçin.
Hukumeta herêma Kurdistanê jî,
di vî warî de, barekî giran li
ser şanê wê ye, ku bi hemî hêza
xwe ve, rêkan, li dijî wan
mirovên piştgiriya tundrewiyê
dikin, û bo wê propegandayê
dikin û bi taybetî, melayên
camiyan, yên têvedaneke mezin
dikin û olan li hev gur dikin,
bigire.
Di baweriya min de, pêdivî ye
dezgehên mîrî yên Kurdistanê,
wan hêz û layanên siyasî, ku dîn
û olê ji xwe re dikin pêşperde û
di bin re berjewendiyên hêzên
tariyê dikin, bidin ber pirs û
lêkolînan û sinoran ji wan re
deynin.
Kurdistan pêdivî bi yasakirina
peyv û termên li dijî
pêkvejiyanê, rasîzimê û
rêzlênegirtina bîr û baweriyên
cuda, yên li ser bingiha
netundiyê ye.
Ez naxwazim, li vir wê jina hatî
kuştin ji bîr bikim. Ta kengî di
her buyerê de, jin bibe qurbana
paşketin û zikreşiyê û bête
kuştinê, bê ku mafekî yasayî li
dijî kujer bête vekirin ?
Aya navêt, ku dezgehên yasayî lê
bikolin, kî ew jin jî kuşt ?
Aya nepêdivî ye, li Kurdistanê
malên taybet, bo wan jinan bêne
avakirin, yên pêrgî astengan û
zordariyê dibin û hukumet bi xwe
wan biparêze ?
Ta kengî, dê jina ku şev û roj,
lêdanê ji mêrê xwe dixwe, neşê
daxwaza mafê rengekî din ji
jiyanê bike ?
Eger kêmasî bikeve, lêpirsînê ji
hêla hêzên mîrî li Kurdistanê û
xwediyê mafê razî nebe û yê
neheq neyête sezadan, dê behwerî
bi sazî û dezgehan kêm bibe û dê
dergehê tolhildanê vebe û
serencama buyerê tê pir tarî
nenas be.
|
|