|
|
Çandeke
biyanî, dikare bibe xwecih jî
Jan Dost
Di nerîna min de, çanda
hevkuştinê, û nepejirandina
kesên ji xeyrî xwe di nav me
kurdan de çandeke bi reh û regez
e û ji kevin de heye. Yanî eger
em li mêjûya xwe vegerin em dê
rastî gelek bûyer bibin ku tê de
me hevdu jî qir kiriye û me
kesên ku ne mîna me, û ne li ser
dînê me bûn, me ew jî qir kirine.
Em kurd ne (gelê xwedê yê
bijarte) ne û gava em vê rastiya
xwe bînin berçav nayê wê wateyê
ku em hîn jî wisa ne. Lê
rastiyeke dîrokî heye divê ku
mirov bide ber çavan û ji wir
dest pê bike.
Çanda biyanî ya ku birêz Mesûd
Barzanî behsa wê dike, di nerîna
min de çanda terorê ye. Bi
navekî din Islama sîyasî û
kafirkirin û veqetandina erdê û
dabeşkirina wê ya di navbera (warê
Islamê= warê aştî û hêminî yê) û
( warê kufrê= warê ceng û şer)
e. Ew jî di çarçoveya îro de li
gor me kurdan rastî jî biyanî ye.
Lê ya giring û divê ku em wê
bînin ziman çi ye?
Bi dîtina min civaka kurdî( çi
misilman, çi êzîdî, çi mezheb û
dînên din) ne civakeke ewqasî
xurt û asê ye li ber pêlên
çandên biyanî, çi çê û çi xirab.
Ango bi gotineke din, civaka
kurdî nikare xwe ji çandeke wisa
ku islam tê de rola agirekî
bêhûde bilîze, biparêze. Ji ber
ku islam dînekî (hevîrî) ye! Tu
çi bixwazî jê peyda dibe! Ew
vedigere kesên ku dikarin vî
dînî li gora xwe çarçoveyekê jê
re deynin. Weke em niha dibînin
grûpên terorê li ser bingeha
deqên Quranê û hedîsên Muhemmed(
pêximberê Islamê) kelehên (cihadê)
ava dikin. Islam dînekî wisa ye
ku bûyerên wê yên berî 1400 salî,
kesên wê yên berî 1400 salî
nemirine!! Hîn sax in û hêzeke
wisa xurt di wan de heye ku
kesên vê dema me jî dikarin ber
bi xwe û wê dema xwe ya ( zêrîn)
ve bikişînin û bihêlin ev kesên
vê dema me , di wê demê de bijîn
û bi wî zimanî û wan nerînên wê
katê li vê serdema me binêrin û
rê nedin tu nêrînên din.
Civaka me ya kurdî ku Islam dînê
herî mezin e tê de. Ne dûr e ji
pirîskên terorê, pûşê civaka me
jî pûşekî zuwa ye, pirîsk
dikarin agirekî mezin peyda
bikin. Îcar nerîna min ew e ku
civakeke (zirxkirî) li himber
bîr û bawerîyên tund û tûj ava
bibe. Çavdêrîya çalakîyên nerewa
yên dîndarên hişkbawer bibe. Lê
ka ew dê çawa bibe?
Ev pirsa herî girîng e bi dîtina
min. civaka kurdî( li başûrê
Kurdsitanê) civakeke ji hêla
siyasî ve rizgar bûye û êdî kurd
li wir xweser bûne. Fersendeke
dîrokî niha heye ku nirxên
demokrasî û hevpejirandin û
toleransê di civakê de werin
pêşdan. Vê bûyera Şêxanê ya
diltezîn em hişyarî vê meseleyê
kirin û ji niha de divê xebat ji
bo avakirina civateke modern
duqat bibe. Ev karê hikûmeta
herêmê ye, çiku ne tenê dê yên
ziyandîtî gelê me yê êzîdî bin,
dê civak hemû bêşa xwekerkirina
berpirsan bide. Ne kurdên sunnî,
ne fille, ne jî feylî û bilî wan
dê ji agirê terorê bifilitin.
Dema em bala xwe didin rêxistinê
terorîst yên erebî islamî, em
dibînin ku destpêka wan bi
kirasê dînî bû, û weke dihat
xuyakirin nûkirina dîn û vegera
bal bi (koka wî yâ paqij) ve
behaneya damezrênerên wan
rêxistinan bû. ji bo wilo jî rê
li ber wan nehate girtin. Lê
dawîyê van rêxistinan rûyê xwe
yê kirêt ji bin rûpoşê hilanîn û
êdî civak hemî weke dijminê xwe
dîtin. Dibe ku li Kurdistanê
negihabe vê astê, lê îro ku bi
navê Islamê li kolanên bajarên
Şêxan ellahûekber werin
bilindkirin û peyvên mîna (kafir
û cihad) ji zengelokê wî kerîyê
hêrsbûyî were bihîstin, tê
wateya ku civak ber bi kevîyên
hişkbawerîyê û sînorên terora
rêkxistî ve diçe.
Erê ew çandeke biyanî ye( eger
mebest jê terora nûjen be) lê
bingeh li welatê me û di civaka
me de heye, êzing û ardû jî têrê
dikin ku ev çand ji bayê kurr
zûtir, ewrên biratî û dostanî û
hevjînîyê ji ezmanê welatê me
dûr bixin. Hêvîya min ew e ku
rênedana derbasbûna vê (çanda
biyanî) di Kurdistanê re ne tenê
girtina çend gunehkaran be, lê
hilkişandina wan bîr û bawerîyên
ku dê di dahatûyê de bibin
kelema herî mezin di rêya
pêşketina gel de.
|
|