Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:04

 

 

Rojhilata Navîn ya "kevin" li ber têkçûnê ye!
Tariq Hemo



Li gorî çavkaniyên cûr bi cûr amedekariya eskerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA li dijî Iranê gihîştîye asta herî bilind û dawî. Di vê hefteya derbasbûyî de ji aliyê gelek çavkaniyên çapemeniyê hate ragihandin, ku pîlana derbeyek eskerî li dijî Nuqteyên Geşkirina Nuklerê li Iranê kemilîye û (Pentagon) li hêviya wê yekê ye, ku biryara êrîşê ji devê Georg Bush bi xwe derkeve.

Li gorî govara (The New Yorker) ya ku rojnamevanê amerêkî Sîmor Hersh rêvibirya wê dike, artêşa DYA pîlana lêdana Iranê amede kiriye û di maweya 24 satan de dê bi sedan belafir ji gemiyên li Kendava Erebî( Farisî) bifirin û tevhaiya Nuqteyên Programa Nuklerê ya meleyên Tehranê têk bibin.

Hersh dibêje, DYA hemû ihtîmal daye ber çavê xwe. Reaksiyona Iranê dê çi be, li Iraq û Lubnanê dê helwesta alîgreên Iranê bi çi rengî be?. Ev hemû tişt, hesab jê re hatiye kirin.

Serkêşê derbeya muhtemel ya li dijî Iranê Cîgerê Serokê DYA yê yê niha û Wezîrê Parastinê yê dema şerê kendavê yê 2 mîn, Dick Cheney ye. Li gorî çavkaniyên pêbawer, Cheney Bush û birêvebirya Amerîka ye qanih kiriye, ku pêwîste rejîma Iranê ji holê bê rakirin û rê li ber bidesxistina Tehranê ya çekên nuklerî bê girtin. Niha Cheney li welatên Kendava Erebî yeko yek digere, da ku alîkariya wan li dijî Tehranê gerntî bike.

Hemû Navendên Lêkolînên Stratîjî li DYA û Israîlê weha bawer dikin, ku derbeya li dijî Iranê tenê bûye pirsgrêka demê. Ew 100% pêkan e, eger Mele mîna serkêşiya Kûriya Bakur neke, û hemû kartên xwe radestî DYA ye neke, derbe dê pêk bê.

Jixwe Konseya Ewlekariya Navnetewî jî derfeta ku dabû Tehranê bi dawî kir û tevahiya meselê xist qonaxa ambargoyê.

Li ser vê yekê jî hemû dewletên mezin, di nav de Rûsiya û Chîn jî, xwedî heman helwest in.

Eger Iran wek rejîm birûxe, navnendek ji navendên terora navnetewî têk diçe. Ew sîstema neadil ya ku herema rojhilata navîn li ser hatiye damezrandin, dê serobino bibe. Di serî de gelê kurd dê derfeta xwe idarekirinê bi dest bixe. Dê Rojhilatê Kurdistanê xwe ji bindestiya meleyan rizgar bike û bikaribe rewşek serbixwe bi dest bixe. Ev yek jî dibe destkeftinek stratîjî ji bo tevahiya neteweya kurd.

Ji ber hindê gelekî girîng e, ku destekek xurt ji bo Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK were dayin. Pêwîste niha Tevgera Azadiya Kurdistanê PJAK ê bi hêz bike û derxe ser sehna siyaseta heremê, wek lîstikvanekî bi hêz li pêşberî hemû aliyan.

Bi derbeya li dijî Iranê, dê rejîma Şamê jî qels û lawaz bibe. Rêxistina Hizbulah dê têk here. Çavkaniyên alîkariya çalakiyên wê û Hemasa filistînê dê bimiçiqe. Rêxistinên Şîy li Iraqê dê ji holê bêne rakirin. Bi gotineke din ji 90% pirsgrêkên heremê wê çareser bibin.

Wilo dixuye, ku armanca derbeya DYA ya bêt, ne tenê têkbirina Nuqteyên Nuklera Iranê ye. Lê her weha têkbirin û jiholrakirina rejîmê bi xwe ye. Ev yek jî dê tevahiya terazûbûna heremê biguherîne û herema Rojhilata Navîn ya kevin têk bibe…




tariqhemo@hotmail.com


*Ev nivîs li gel rojnameya Yeni Ozgur Politikayê tê weşandin.











                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1