Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:07

 

 

Nama Hevkariya mal û komeleyên Êzîdiyan li ser bûyera Şêxan


Ji bo:

Serkomarê Îraqa fedral birêz Celal Talebanî
Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî
Serokê perlemana Kurdisanê birêz Ednan Miftî
Serokê hikumeta Kurdisanê birêz Nêçîrvan Berzanî

Silav û rêz


Hevkariya mal û komeleyên Êzîdiyan li Elmaniya ( HEVKARÎ ) ku ji 11 saziyan pêk tê li roja 20.02.2007 civîneke awarte li Bingehê Komela Kaniya Sipî ya reweşinbîrî û komelayetî li Almaniya bajarê Bielefeld sebaret rewşa bajarê Şêxan û deverên din yên Êzîdiyan li başûrê Kurdistanê li darxist.

Em van bûyeran weke komployekê li dijî Kurdên Êzîdî û werara prosêsa dîmukratiyê û mafên mirovan li başûrê Kurdistanê li qelem didin.
Her weha neyarên Kudran, hêzên radîkal û nedîmukratîxwaz bi vê yekê dixwestin ku duberkiyekê têxînin navbera gelê Kurd û Kudistaniyan.

Kurdistan mozayîka Netew û Ola ya, û ji kevin de weke dergûşa aşîtî û mirovayetiyê ye, lê mixabin Êzîdî di dîroka xwe de tûjî gelek komkujî, karesat û malwêraniyê hatine pir Ferman bi serê vê Ola Kurdî ya resen hatine, tevî ku ev Ferman û komkujî bi navê Olê bûne, lê tevaya van komkujî û fermanan, di koka xwe de ji boy binbirkirin û nehiştina ziman û kultûra Kurdî hatine li darxistin.

Şewitandina Peristgeh û ciyên pîroz û sembolîk û êrîşên li ser rêberên Êzîdiyan ne ji valahiyekê tê.
Li gorî dîtina me ev kiriyarên wisa ji demek dirêj ve ji aliyên neyarên Kurdan ve tên pilan kirin, û bi vê kiriyarê xwestin ku ewlekarî û bihevrejiyana gelan li Kurdistanê û Iraqê têxînin di metirsiyeka mezin de.

Lê weke her car Êzîdiyan bi sebir û zanebûna xwe ev pilan û projekteyên bi qirêj pûç derxistin.
Parastina hindikayiyan û di nav de parastina Êzîdiyan li başûrê Kurdistanê erkê ser milê hikumeta herêma Kurdistanê ye, û hilgirtina vî barî berpirsiyariyeke dîrokîye.

Eger hikumeta herêma Kurdistanê vê rewşê bi şêweyekî cidî, bilez û berpirsane çareser neke em wek Hevkariya Mel û Komeleyên Êzîdiyan bi gumanin ku ev yek ji bin kontrola me jî derkeve, û dibe ku hin tiştên ku em jî naxwazin derkevin holê.
Di wê dema ku em berjewendiya neteweyî û nirxên Olî didin ber çavan, me hindek daxwaz hene:

1- Bi cî anîna benda 140 ya destûrê Îraqê bişêweyekî wek hev û yeksan li tevaya deverên Kurdistanê.
2- Komîteyek ji bo şopandin û çavdêriya vê bûyerê ji 5 kesan ji ( Hevkariye ) hate damezirandin û ev komîte piştî vexwendineke fermî ji bal hikumeta herêma Kurdisanê wê serdana ciyê buyerê bike.
3- Ew kesên ku bi van kiriyarên hovane rabûna gereke bên bin çav kirin û bi serperiştiya komîteyek bê alî û serbixwe pêşkêşî dadgehê bibin.
4- Pêwîst e Wezareta karûbarên Ayînî ya hikumeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke fermî Ola Êzîdiyan weke Ol qebûl bike, û Peristgeh û ciyên din yên pîroz yên Êzîdiyan weke ciyên pîroz li kurdistanê qebûl bike û ji hêrişên teroristan bên parastin.
5- Pêwîste hikumeta herêma Kurdistanê bi şêweyekî yasayî Êzîdiyan piştrast bike ku êdî nema Êzîdî bi egera nasnameya Olî tûjî karesatên wisa dibin.
6- Pêwiste hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek fermi xemsarî û kêmûkasiya damûdezgehên desthilatdar li devera Şêxan qebûl bike; û berpirsên wê deverê pêşkêşî dadgehek taybet bike.

Hevkariya Mal û Komelên Êzîdiyan li Elmanya


1- Yekîtiya ciwanên Şerfedîn li Solingen
2- Mala Êzîdiyan li Oldenburg
3- Mala Êzîdiyan li Berlin
4- Mala Êzîdiyan li Kalkar
5- Mala Êzîdiyan li Weissel
6- Mala Êzîdiyan li Emerich
7- Mala Êzîdiyan li Celle
8- Mala Êzîdiyan li Leer
9- Pilattforma Êzîdiyên Cell PEC
10- Bingeha Êzîdiyan li dervayî welat
11- Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî


Almanya Bielefeld 20.02.2007











                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1