|
„Kurdistana Şêxan“:
hindek pirs û hindek Kurd?!
Hoşeng Broka
(2)
„Kurdistana Şêxan“:
Pirsa hundirê berpirs
Bûyerên „Kurdistana Şêxanê“, di rojên destpêkê
de, wek „bûyereke civakî, di navbera du eşîretan
de“, ku di serencama wê de, hindek karên
„plilinder“ û „randalane“, rû dan, di dezgehên
ragihandina Kurdistana „fêrmî“ de (PUKmedia &
PNA), hatin weşandinê.
Lê paş ku hindek dîmenên vîdyoyî, wêneyên
bûyeran, û hindek nûçe û analîze-nûçeyên „ne-fêrmî“,
sînorên ragihandina tarî, ya Kurdistana „fêrmî“,
derbas kirin û internet û internet, çûn
belavkirinê, her tişt serûbinî hev bû, û
ragihandina hin berpirsên fêrmî, yên „hikûmeta
Şêxanê/berpirsê liqê 20ê yê PDKê Ferîq Farûq, û
„hikûmeta Mûsilê“/berpirsê yekê yê PDKê, û
cîgirê parêzerê Mûsilê Xisro Goran“, bi dereweke
mezin re, rû bi rû, man.
Sedemeke herî giring û sereke, ji sedemên
biçûkkirin û herweha marjînalkirina van bûyeran,
ji hêla hin berpirsên „hikûmeta
Şêxan û Mûsilê“ ve, ew bû, ku ew di aramkirin û
çareserkirina wan karûbarên terorane de, rastûxo
beşdarî neberpirsyarî û sûcdariyê, bûn e.
Ji dîmenên vîdyoyî, yên ku di
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=13744
de, hatin belav kirinê, beşdarbûna nêgatîv, ya
hêzên asayişa „Kurdistana Şêxan a fêrmî“, di
bûyeran de, eşkere, diyar dibe.
Di wan dîmenan de, tolhildan û gefên cîhadîst û
„allah-û-ekberçiyên“ bi Kurdî, eşkere û bilind,
li ber çav û guhên hêzên asayişê û „parêzvanên
Kurdistanê“, li dijî „Êzîdiyan/qaşo Kudên resen“,
tên xwarinê.
Li seranserî wan dîmenên sadîstiya bi Kurdî, û
li ber desthilatdariya asayîşa bi Kurdî, baş tê
dîtin, ku çawa ew allah-û-ekberçiyên bi Kurdî,
aliyekî ji Kurdistanê û Kurdên wê, li jêr heman
durişmên, ku rojane li Îraqa terorkirin û
kuştinê, tên bilindkirinê(wek „الله أكبر & لا
إله إلا الله، محمد رسول الله „), dibin teror û
terorkirinê.
Di wan dîmanan de, rola wan hêzên „asyişa“ bi
Kurdî, wek „asyişa allah-û-ekberweriya bi Kurdî“,
tê diyarkirinê.
Li ber çav û guhên „hikûmeta Şêxan û hindekî ji
hikûmeta Mûsilê“,
ewqas teror tê birêvebirin û belavkirinê;
ewqas Şêxan tê „alla-û-ekberkirinê“;
ewqas Êzîdî û Êzîdiyatî, tên terorkirinê;
û ewqas „Kurdisatana azad“, tê binpêkirin û
tehdîdkirinê;
û hîn jî berpirsên „bilind“, yên wê „hikûmeta li
hewa“, wan bûyeran mîna ku bûyerine „civakî,
sivik, û biçûk, di navbera du eşîreta de“ bin,
didin behanekirinê.
Sedema vê çendê „sivikkirin, biçûkkirin û
qurmiçandinê“ jî, diyar bû, ku belkî heta
radeyeke bilind, destên wan berpirsên „bilind“(ku
„destên hundir û bi Kurdî ne“), di tevdan û
geşepêdan û sergerdankirina wan bûyeran de, hebû.
Di civîneke bilind û fêrmî de(18.02.07), bi
serokatiya rêzdar Sîdad Barzanî, ku niwênerê
serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî bo
Şêxanê bû, di wê civînê de, rêzdar Îdo
Babeşêx(şêwirmendê serokê Îraqa fedral, bo
karûbarên Êzîdiyan, rêzdar Celal Telebanî)
eşkere, tiliyên xwe ber bi dezgehên asayişî û
partiyane, di herêma Şêxanê de, vedike û weha
dibêje: „Berî bûyer biqewimin bi seetekê, min
berpirsê liqê 20ê yê PDKê(ku mebest Ferîq Farûq
e), agahdarî rewşê kir, û herweha min ew
serwextî aloziya problemê kir, lê mixabin,
diyare ku ew ne bi qasî berpirsyariya xwe bûn.
Lewre ez tevaya berpirsyariya van bûyeran, dikim
stûyê tevaya dezgehên hizbî û asayişî, li herêma
Şêxanê“.
Di heman civînê de, berpirsê bingeha Laliş/şaxê
Şêxan, û endamê liqê 20ê yê PDKê, rêzdar Kerîm
Silêman, heman „neberpirsyarî“ û „sûcdariya“
berpirsên herêmê, beramberî bûyeran, dupat dike
û weha dibêje: „rast e, bûyerên ku qewimîn
serencama neberpirsyarî, kêmasî û heleyên
pirpirsan bûn“
(binêre:
http://www.peyamner.com/default.aspx?l=2&id=5888
)
Herweha berpirsê yekê yê PDK û cîgirê parêzerê
Mûsilê Xisro Goran, di pileya herî bilind, ya
aloziya bûyeran de, derdekive ser Tv-êyan û weha
„helawê bi aqilê temaşevanan dixwe“: „Bûyera ku
li Şêxanê qewimî, bûyereke biçûk bû, di navbera
du eşîretan de, lê hêzên asayişê li herêmê, di 1
seetê de, şêyan kontrolê li ser bikin û rewşê
careke din aram bikin“.
Aya vî berpirsê „bilind“, paşê jixwe û rêhevalên
xwe yên di „hikûmeta Şêxanê“ de, pirsîn, çima ev
„bûyera wisa biçûk a di navbera du eşîretan de“,
wisa di asteke „biçûk“ de nema, lê gihişt asta
serokatiya herî bilind, di Herêma Kurdistanê de?
Gelo ew „bûyer“ çawa dikarin „biçûk“ werin
wergirtin û dîtinê, û rastûxo serokê Herêma
Kurdistanê, dest avêt çareserkirina wan, û di
civîneke berfereh de(21.02.07), bi berpirs û
rûsipiyên Êzîdiyan re, „sersebebên wan bûyeran,
wek dijminên mirovayetî û tevgera neteweyî ya
Kurdî“ li qelem dan?
(binêre:http://www.kurdistantv.net/niviseker.asp?ser=30&cep=1&nnimre=12012)
Herweha helwesta cîgirê parêzerê Mûsilê Xisro
Goran, beramberî bûyerên terorkirina Şêxanê, wek
ku ji rûdanan diyar bû, pirr nêgatîv û
bêberpirsyarane bû.
Wek ku tê zanîn, Şêxan wek qeza, herçiqasî ku
halê hazir, ser bi Kurdistanê ve ye, lê ew ji
hêla îdarî ve, girêdayî parêzgeha Mûsilê ye, ku
Goran cîgirê parêzerê wê ye.
Li şûna ku Xisro Goran wek Kurdekî berpirsyar
beşdarî çareserkirina problema Şêxanê, wek
parçeyekî, ji parêzgeha Mûsilê, bibe, û nehêle
teror berferehtir bibe, ew her tiştî di ser
guhên xwe re, davêje, mîna ku Şêxan aliyek ji „Gawiristanê“
be, ne ji Kurdistanê, ku partiya wî, ya ew li
wir kiriye „nazirê ser serên xelkê“, mezintirîn
û desthilatdartirîn partiya bi Kurdî ye, di
hilanîn û danîna ser û binê wê Kurdistanê de.
Mezargehên Êzîdiyan hatin bidarvekirinê; holên
wan yên rewşenbîrî û çandî hatin jiholêrakirinê;
navendên seqa û rêûrismên wan hatin kuştinê,
serokê civaka wan ya rûhanî û tevaya xelkên
Êzîdî li deverê, bi rojan, di bin gefên terora „Allah-û-ekberçiyan“
de man, hevqas teror û terorkirin bo cîgirê
parêzer, „problemeke biçûçik di navbera du
eşîretan de bû“, û tev jî diyare, ku li gora
mentiqê vî berpirsê “bilind“, ne girêdayî
karûbarên parêzgeha cenabê wî bû.
Lê radestkirina herdu „xortên Êzîdî“ bo polîsên
Mûsila xwe, rastûxo, wek berpirsyariya parêzgeh
û asayişa xwe, dît, ragihand û herweha li qelem
da!!!
(binêre:http://www.doxata.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1330)
Bê guman, li ser asta şahidên bûyeran, navên hin
berpirsên din jî ku destên wan di „hikûmeta
Şêxan“ de, dirêj bûn, tên bersûckirin û
tawanbarkirinê.
Bo nimûne, berpirsê bi navê „Behzad Nadir“, ji
hêla tevaya Êzîdiyan ve, wek „tawanbarekî“, ku
destên wî di vêxistin û gurkirina bûyearan de,
dirêj bû, tê liqelemdanê.
Azadiya Welat, di nûçeyeke xwe de (19.02.07
http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2025
), sebaret bi vî berpirsê asayîşa Şêxan,
weha radigihîne: bi boneya di derketina bûyeran
de xwedî bandor bûye sûbayê Asayîşa Farûk a
Şêxanê Behzat Nadîr hatibû girtin. Hatibû
îdiakirin ku destê Nadîr di kuştina keçek û 2
ciwanên êzîdiyan ên mehek berî niha hatine
kuştin de jî heye. Hate angaştin ku piştî Behzat
Nadîr hatiye berdan bi gotina, "An em dê li vir
bin an jî êzîdî" gef li êzîdiyan xwarine. Hate
ragihandin ku li ser vê yekê êzîdiyan bertek
nîşanî hikûmeta herêmê daye û li gundên Bozan,
Şêxkan, Boxata û Xeteran ên bi ser Şêxan e alên
Kurdistanê yên li saziyên fermî rakirine“.
Bûyerên 14,15,16.02.07an, ku Kurd û Kurd, li ser
destên „Allah-û-ekberçiyên“ bi Kurdî, li dijî
Kurdên Êzîdî, li „Kurdistana Şêxanê“, rû dan,
rola beşdarbûna hin destên hundir û bi Kurdî,
yên „hikûmeta“ wê deverê, di wê „alla-û-ekberkirin“
û terorkirina bi Kurdî de, bi awayekî beloq,
kirêt, tayîfeperestane û dijkurdane, eşkere kir.
Kewate, herçiqasî ku li ser asta ragihandina
Kurdistana „fêrmî“, bal bi ser rola beşdarbûna „destên
derve“, „pirojeyên derve“, „pilan û komployên
derve“, „dijminên derve“, „terorîstên derve“, û
Alla-û-ekberçiyên derve“, tê kişandinê, ku
Xweddêgiravî „nehezên Kurdan pirr in“, lê bi ya
min, ev „destpêvekirina ber bi derve“,
xweçegkirineke ne rêyalîst e, di ser „Kurdistana
rêyal“ û „Kurd û Ne-Kurdên wê, yên rêyal“ re.
Ji roja ku Kurdan dest avêtiye pirojeyê
rizgarkirina xwe û rizgarkirina cih û demên xwe,
yên kurdiyane, wek kêşeyeke siyasî, „destên
derve“ her ew dest in;
destên derve her ew dijmin in; û rî jî bû bost,
lê ew dest nebûn dost.
Ew dest û pirojeyên derve, yên dij-Kurd û
dij-Kurdistan, êdî ji her kesî ve eşkere û diyar
in.
Jixwe ew „deveyê dijmin“, hertim, siwarkirî û li
kar e, ku di her derfet û her helkeftinê de,
destdirêjiyan di Kurd û Kurdistanê de, û herweha
di xewn û arezûya bi Kurdî de, bike.
Ma kîjan Kurd û Ne-Kurdê Kurdistanê heye, ku êdî
vî „derveyê destdirêj“, rojane, nabîne û naxwîne?
Lê pirsa bûyerên Şêxanê, bi ya min, ne pirsa
destdirêjiya wî „derveyê dijmin“ û wan destên „dijmin
û derve“ ye.
Nexêr, pirsa bûyerên teror û terorkirina „Kurdistana
Şêxanê“, berî her tiştî, pirsa bi Kurdî, ya
destên hindek desthilatdariya bi Kurdî, li
aliyekî ji aliyên Kurdistana „azad“ û bi Kurdî
ye.
Ew pirsa hundirê bi Kurdî ye, berî derveyê dij
bi Kurdî.
Ew pirsa destên bi Kurdî û hundir e, berî destên
dij-Kurd û derve.
Ew pirsa desthilatdariya Kurdistana hundir e,
berî destên dij-Kurdistanên derve.
Ew pirsa destên terora bi Kurdî û
allah-û-ekberiya hundirê bi Kurdî ye, berî
destên terorîst û alla-û-ekberiyane, yên Ne-Kurd
û li derve.
Kurt û Kurmancî, ew pirsa teror û terokirina
Kurd û Kurd, bi Kurdî û hundir û hudir e, lê ne
pirsa derveyê Ne-Kurd û terorkar e.
Dûmahîk heye
hoshengbroka@hotmail.com
|