Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:06

 

 

Jiyaneke bi rûmet
Fûad Sîpan (Akpinar)


fuadsipan@yahoo.de

Almanya, 26.02.2007

Kurdistaniyên hêja!

Di cîhanê de ji bo mirovan û mirovatiyê ji serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne. Lê bi raya min serxwebûn û azadî ji bo mirovan û mirovatiyê çiqas pêwist e û baş e, rûmeta mirovan di ser her tiştî de ye. Mirov çiqas jî serbixwe û azad be, jiyaneke ne bê rûmet di jiyana mirovan de wek leke dimîne û her dem serê mirovan berjêr dike. Lê jiyaneke bi rûmet tama jiyanê dide mirovan, serê mirovan bilind dike, asoyên mirovan vedike û cihana mirovan fireh dike. Em di cîhaneke wisa neheq de dijîn ku ti tişt bê bedel nayê stendin. Hên jî neheqiyên wisa pir li dijî mirovatiyê hene û têne kirin, mirovan di nava matmayî û ecêban de dihêle. Lê mixabin heta mirovatî hebe, dê herdem jî neheqî hebe. Li aliyê din çiqas başe ku di dinyayê de mirovên xwedî bi vîziyon, îdealîst, mêr û mêrxasên bi rûmet yên wek Che Guevara jî hene. Che Guevara û mirovên wek wî ne ji ber ku ji destê neheqî, feqîrî û tinebûnê li dijî şexsên wan û malbata wan serî rakirine. Na, nexêr ew bixwe ji nava dewlemendiyê tên, ji nava jiyaneke komfort tên, ew bixwe jî xwedî pîşe ne û heger ji bo xwe bin dê ti pirsgirêkên wan yên şexsî tine bin. Ji ber ku Che Guevara û mirovên wek wî mirovên bi rûmet û pir payebilindin, loma ji bo mirovatiyê kar kirine û kar dikin.

Ji wan mirovên bi rûmet yek jî bê guman David Tolhildan e. (David Rouiller) Ewî jî wek Che Guevara jiyana xwe ya komfort û bi kariyer li welatê xwe, li Swîsre berdaye û tevayî tevgera azadiya Kurd û Kurdistanê bûye. David Tolhildan ji sala 2001an vir de li serê çiyayên Kurdistanê şervanê azadîxwaza Kurd û Kurdistanê ye. Belê David gerîla û parêzerê doza Kurd û Kurdistanê ye. Bêyî ku David malbata xwe pê bihesîne biryara xwe dide û tevayî refên gerîla dibe. David di sala 2001an de ji nişkan ve wenda dibe û haya ti kesekî ji malbata wî nîne ku ew li kû derê ye? Beriya ku ew ji Swîsire dere di 27.12.2001an de ji dayika xwe Xanima Ursula Rouiller re mesajekê bi rêya telefona destan dinivîsîne û birê dike, dibêje ku ewê here li Parîsê bi cih bibe. Ez bawer nakim ji bo dê û bav ji wê xebera ku zarokên wan wenda bûye û ew nizanin çi hatiye serê zaroka wan xerabtir xeber di jiyana wan de hebe. De îjar bila her kes bifikire û hesab bike ku wê malbatê heta xwe gihandiye zaroka xwe ku ew li jiyanê ye, di çi cefa û ezab de mane, çiqas der û kul kişandine.

Lê bi saya serê derhênerê Kurd birêz Mano Xelîl him dayika David Xanima Ursula Rouiller xwe li serê çiyayê Kurdistanê digihîne kurê xwe û him jî em bi çîroka wî dihesin. Ezê di vê gotarê de nema zêde li ser vê çîrokê bisekinim, hêja ye ku her kes vê fîlma dokûmanter ku ji aliyê birêz Mano Xelîl ve hatiye amade kirin temaşe bike. Tişta ku ez pir di bin bandorê-tesîrê de hîştim, ne tenê biryara David ji bo beşdarbûna wî ya tevgera azadiya Kurd e. Ez her wiha li ser helwesta pozîtîv ya diya wî û bavê wî ku bi awayekî pir bînfireh ji bo biryara kurên xwe di bin bandoreke pir kûr û mezin de mam. Çimkî bavê David Tolhildan birêz Claude Rouiller ne ji her hem welatiyekî Swîsre ye. Ew li Swîsre Profesorê dadê yê herî navdar û serokê kevin yê dadigeha federal ya herî bilind li Lozanê bû. Birêz Claude Rouiller her wiha di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de dîplomatekî navdar e jî. Belê ji vê malbatê kurekî gerîla dertê û niha li serê çiyayên Kurdistanê li dijî dijminên Kurdan şervanê doza Kurd e.

Bi rastî dema min di çapemeniyê de ev çîroka bihîst, ez ketime nava lêkolînan û min heta niha pir çavkanî berbihev kirin. Min her wiha di pê bihîstina vê fîlima dokûmanter li ser jiyana Davîd re bi derhêner birêz Mano Xelîl re jî bi rêya telefonê axaftineke ber bifireh çê kir. Ez birêz Mano Xelîl ji bo karê wî yê pîroz ji dil û can pîroz dikim û jêre serkeftinê dixwezim.

Belê wek min li jor jî got, tişta ku ez bi taybetî di bin bandorê de mam helwesta dayîk û bavikê David de. Diya David dibêje ”ji bo min ya herî girîng ew bû ku ez hebûna kurê xwe bizanibim, wî bibînim û hemêz bikim. Wekî din ti tişt ji bo min pêwîst nebû û em pirsa biryara wî nakin ku çima wî ev biryar daye. Ew jî destûra wî ye, em jêre rêzê dikin” Bavê David jî li ser kurê xwe wiha dibêje:

Wenn er bei seiner augenblicklichen Tätigkeit die Erfüllung, die er suchte, gefunden hat, bin ich der glücklichste Mensch auf Erden. Ich bin sehr stolz auf ihn – auch wenn dies nicht allen, die mir zuhören, gefallen mag. (Heger ew karê ku ew niha dike pê kêfxweşe, ez jî di cîhanê de mirovê herî kêfxweşim. Ewên ku min niha guhdarî dikin, ger ev gotinên min bi wan ne xweş jî bê, ez bi kurê xwe serbilindim.)

David jî li ser beşdarbûna xwe di nava refên gerîla de dibêje ku wî bîriya tiştên wek hevaltî û dostaniya dikir ku wî li Kurdistanê dît, tiştên wiha li Swîsre nemaye. Davîd azadiya Swîsre wek makîna azadiyê dibên, bi nav dike û dibêje, Swîsre welatekî wek cenetê ye, lê aliyên wî yên bi sîh jî hene, mirov li Swîsre egoîstin, her kes dibêje "ez" û ew di nava hebûnê de ne, lê ew welatê ku ewqas dewlemende li wê derê kesên xwe dikujin (Suizid) ji yên hemû welatên din zêdetirin. Davîd wekî din dibêje, ku ew jî wek birayê xwe parêzeriyê dike. Birayê wî li Swîsre parêzer e, xelkê di dadê de diparêze û ew jî gelekî wek gelê Kurd ku li dijî neheqiya bê perwa hatiyê diparêze.

Davidê delal bi beşdarbûna xwe di nava refên gerîla de derseke baş jî dide PKKê. Ji ber ku, ji berê de di nava PKKê de piranî bi zimanê Tirkî diaxivîn, mixabin hê jî wisa ye, lê Davîd di despêkê de hinekî zimanê Tirkî hîndibe û di demeke pir kurt de wê çewtiyê dibîne û li dijî hînbûn û axaftina zimanê Tirkî dertê û dest pê dike Kurdî hîn dibe û grûba wî jî mecbûr dibe bi wî re Kurdî biaxivin.

Davidê hêja û delal, ne tenê bavê Te ez jî, em jî, em hemû Kurd bi Te serbilindin.

Çavkanî:

http://194.209.226.170/pdfarchiv/bund/2006/10/28/KLB20061028002_1.pdf
http://194.209.226.170/pdfarchiv/bund/2006/10/28/KLB20061028003_1.pdf

Niha ev fîlma ku ji aliyê birêz Mano Xelîl ve hatiye amade kirin li Swîsre li bajarê Zürich di wan demên li jêr de hatine nivîsandin tê rayêdan.

28.2.2007 seat 19.30 li Kino UTO Kalkbreitstr.3 Zürich.
1 .3. 2007 seat 19.30 li Kino UTO Kalkbreitstr.3 Zürich.
2 .3. 2007 seat 19.30 li Kino UTO Kalkbreitstr.3 Zürich.












                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1