|
Tiştê balkêş min li Têlevizyona esmanî ya
Kurdistanê! dîtî ew bû vexwandinek ya liser
fîdralîzmê û bingiryê ( merkezîye) birêvebirî û
gelek bi timtimka bexda da dabû û çi tiştê
nexweş hey hemi tev bi Bexda venabû, bila eve
tiştekê başe digel Ereba dihêtekirin û şirîne
jik mirov hevrrikê xwe ê siyasî di mejyê wîda
binyasît û baxivît belê neku bes gilîzankêt wî
veket û pêtir biazirînît û bi seruçavêt xwerre
berdet, belê ya ji wê kembaxtir ewe hîngê mirov
hevbaskê xwe binyasît heta saturka wî di kêleka
mirovî dibeyît. Tivya rêveberêt me li jêrya
Kurdistanê serê gorgê Îsê Delal nîşa Malikî daba
hêşta karkê şax lê nehatîn, heke em bizanîn ku
ji hemi melaîketa tinê Şeytanî nav û dengêt wî
yêt çûyîn çunkî ew liber nehat xwe bo Ademî
biçemînît, ya ji wêjî pêtvîtir ew bû ne bes Ereb
ji me hwîbibin di livîna siyasîda û herwesa di
bikirrûbikêşêt civatê jikda berrevan dibin dest
û piya diçît û dibîte serşkênê ber aqara. Pêdvî
nebû Kurd biçine Bexda, Dilêmî û Motlegî Malikî
bînnedevik, bigutneka dî gurrê senga xwe ya
siyasî bi destê xwe bikulin û şwîna wê pêdvî bû
Kurda nav mala xwe bê codahî biserober kirba û
gelek tiştêt pirr pêdvî hene tivya kirban. Ew
tişt jî di aşkirane:
Dimokrasî an jî (destedarya xelkî) û nuke
tête bikarînan bo hindê ku xelk bixwe çi
dixwazît wê biket û sexletên kesînya mirovî
nehêne bin pêve kirin û ji wan sexletan jî
peyvîn û axiftinê an jî (Ezman) û serbestî ya
serederkirna seroberêt jiyara rojane bi ezmanê
dayka xwe, eve wekî heqekê xweristî ye di
heldêran (Î`ilan) a dinyayî ya heqê mirovî û evê
serbênê (mebde`i) di tev rijêmêt fîdralîda kar
pê dihêtekirin. Ya min di malperrekê da xandî
ewe ku li Dihukê dadgeh bi erebî û soranî
têtekirin û Kurdî ya jê bê bahre, eve tête wê
çendê ku Behdînî, wekî parçeka binekoka
Kurmancîyê pêvenahêt dirust di wê birryarê
bigehît ewa bo ji layê dadkerîve dihêtenivêsîn û
helbet nuke gelek rêveber jî kirîne soranî da
rêya soranîkirna behdînya xweşken. Xaleka dijî
ya ne baş ew jî behdînî na çêbît di wezaretêda
bihête axiftin, delîl jî wezîrêt behdînî hemi bi
soranî diaxivin her çende soranyê nizanin jî û
tinê erebyê pêvenwîskêt ( molheqat) soranyê
pêvediken û husa diyardibît ku Erebî ji Kurdîyê
pêştire li devera Kurdistanê ya fîdralî!.
Girovekê (delîl) dî jî ewe xandevanêt behdînî
bifermana wezaretê naçêbin helsengirandina
kaxezkêt xwe yêtxandinêt bilind bi Behdînî li
Heblêrê an Silêmanyê biden û berovajî vê jî li
Dihukê raste, xandevanêt soranî dê kaxezkêt
xandina xwe ya bilind tinê bi soranî den. Erê
gelo eve dîmokrasîye û xwedî yê vê hizrê dê
pêvehêt hevbaskêt xwe yêt siyasî bi vî rengî bo
layê xwe vekêşît?
Xala ji teva berçavtir û pêdvî nivîsînêye,
şênistê dîmokrasîyê ew qanune ewa liser
binyatekê desturî dihêtepejrandin û destwîrdan.
Birastî li Kurdistanê çi tiştekê qanunî nine û
heta ew qanunêt ji perlemanî jî derdikevin di
desturî nînin û herwesa dadgeh û rêveberî jî di
qanunî nînin çunkî neşên paldene ser binyatekê
desturî jiber destur serokanya qanunêye û
Destur jî nîne li Kurdistanê û husa
jî Şehristanî rast dibêjît heku
dibêjît girêbestên pêtrolê yên devera Kurdistanê
di qanunî nînin. Belê dema girêbestêt Kurdistanê
ne di qanunî bin ji egera ne bûna desturê eve
qanunîyê pêşkêşî girêbestên Bexda na ket çunkî
li Bexda, zêdebarî hindê ku desturê hey, hema
her çi qanunên Petrol û Helmê (Neft û Xaz)
nînin, eve jî şerîyetê nadete girêbestên
Şehristanî û ne qanunî ya girêbestên wî ya di
hindêrra ku dihêne tuk (xetim) kirin li dwîv
qanuna Seydayê Şehristanî Seddamî û
desturê nwî yê Îraqê, desturê Seddamê Axayê
Şehristanî yê mirandî û bê giyan kirî. Belê bêy
Liberhatina siyasî ya herdû Jêçêbûyên (mikewon)
jêrya Kurdistanê ku soran û behdînîne û hebûna
kotekya çwîvê soranyê liser difna behdînyê
desturê deverê jî dê wekî yê bexda yê alîseng
bît û dibin zirrtekya Silêmanyê ve nalît. Tiştê
gelek cihê pwîte pêkirnê Liberhatin (tewafiq) a
siyasîye û êk ji bendêt wêjî pêdvîye, heke
behdînya bivêt sibehî wekî hêzeka Aburî ya diyar
li jêrya Kurdistanê hebin û bijîn, wan binyatekê
siyasî hebît da berrevanyê jê biket. Pêdvîye
qanunê û destura jêrya Kurdistanê wesa darrêjît
ku berjewenda Kurmanca biparêzît, ew jî bi
hijmareka Perlementera ya ku temetî hijmara
Perlementerêt sora bît û wekî wan jî heq hebît,
hêj cihê nivîsînê liser vî cirri yê mişeye di vî
biyavîda mirov dikarît xalêt bêdadya desteserya
sora liser behdîna binvîsît ku livêrê hind
delîve nîne û min li cihekê dî dirêjtir ya liser
axiftî.
Fîdralîzm wekî rijêma siyasî ya dwîre ji
bingiryê (merkezîyet) û hikumeta deverê tivya
destkeftîya, xizmeta û pêvehatna (selahîyat)
wekî êk li hemi rêveberyêt xwe lêkveket
(teqsîmket). Rijêma siyasî ya Heblêrê bingiryê
(merkezyetê) ji bexda qebîlnaket û liser behdîna
jî bikardiînît gelek mînak jî bo vê çendê hene,
ji wana jî, Sora ya desthavêtyê gelek deverêt
Kurmancîaxêv bidest sorave berden û li
rêveberyêt behdîna, sora dikene berpisyar (
soranîkirin = te`irîb ). Hemî pirojêt
stiratîcî yêt birîn li Silêmanyê vekirîn û evê
sibehî dê kênceka nebaş liser behdîna hebît û
pêkerê (fakter) rêxweşkirna soranîkirnê bît û
sibehî çawa xizmetkarêt Esyopî, Taylendî, Sumalî
û Bengiladêşî dinav mallêt sorada pêdvîye bi
soranî bipeyvin wesa behdînî jî dê pêdvî bît bi
soranî bipeyvin heke bêt û bivêt karek
destbikevît çunkî giş teknîk û teknolocya li
jîrya Kurdistanê dihêtedanandin ya li Heblêrê û
Silêmanyê nihiştî, binyatê karî yê li Heblêrê û
Silêmanyê, bigre ji Firrîngeha, Ceyranê heta
digehîte karxana û fabrîka û herwesa bizava
avakirnê li Heblêrê û Silêmanyê her êk cuda
pazde qatî Dihukêye, ji layê rêveberyê ve heke
tiştekê wekî dû paytexta li jêrya Kurdistanê
hebît pêdvîye êk li rexê sora bît ya dijî li
rexê behdîna bît. Şwîna êk li Silêmanyê û êk li
Heblêrê bît ku heştê kîlomêtra jêk didwîrin,
pêdvîye êk li Heblêrê ya dî li Dihukê bît çunkî
pêtirî dû sed kîlomêtra jêk didwîrin. Şwîna dû
firrîngehêt navdewletî heştê kîlomêtra jêk
didwîrbin, baştir bû êk li Dihukê û ya dî an li
Silêmanyê an li Heblêrê ba da linavbera 280 heta
300 Km. jêk didwîrbin.
Liberhatin (tewafiq) a siyasî ya
danûstankerê me ku li bexda divêt ya carî bît,
pêdvîye berî her tiştekî li jêrya Kurdistanê,
kar pê bêtekirin û piştevanê kar û dîtna me ya
siyasî li Îraqa paşerrojê bît. Em pêdvî
Liberhatineka civakî, abûrî û kulturî jî ne, em
pêdvî Liberhatineka qanunî jî ne û pêdvîye
destnivîsa desturê devera Kurdistanê bi
liberhatina Behdîna wekî Kurd û soran bît,
dîsave dema çelekyêt wekî fêstîvala Gelavêj
çêdibin Nivîserêt Kurmancî hindî yêt soranî bin,
pêdvîye hijmara Zanîngehêt devera behdîna hindî
ya Zanîngehêt soranîya bin, binyatê abura
paşerrojê li devera behdîna wesa mezin
bihêteavakirin wekî çawa pirrojê Helmê (xaz) li
Silêmanyê hatyevekirin ku dê pêvehêt dûsed hizar
delîvêt karî peydaket. Dîsa avakirna gundêt
devera behdîna jî wekî yêt devera sora pwîte pê
bihêtekirin û careka dî bêneavakirin û van rojêt
derbazbûy serok wezîrê deverê berê binyatê pênc
hizar xanya bo Silêmanyê dana bêy pênc kulkêt
mirîşka jî li behdîna avaken û jiber hindê jî
Mamê Celal bi bişkorrîneka firhe gutî sala
dûhizar û nehê sala avakirna gundaye, çunkî wî
kew bi perrve dawîra û behdîna jî çave wan hêj
yê li xetîra. Liberhatin linavbera me û sora
geleka pêdvîye da diravê destekêt siporê yêt
behdîna ne hêtevebirrîn û yarîgeheka wekî ya
Hevlêrê li Dihokê jî bêteçêkirin û herwekî diyar
jî pirrojê bêxme hate gelyê Reşave da ji wêrê
wêve hemyê bikene soranî, çunkî Nêrweyî,
Rêkanî,Nihêlî û Bergareyî Eşîretêt bê dest û
pêne kes nine berrevanyê jê biket.
Liberhatin a siyasî pêdvî diket ku diravê
bahra deverê wekî êk û li dwîv hijmara dirust ya
akincîya bihêtelêkvekirin, neku dirav bihêt û li
Silêmanyê mizê aşî û aşivanî jê bihelgirin û
paşî li dwîv bendêt pêkhatina stiratîcî ji nwî
8,5% bo her êk ji partî û êkatî û 8,5% a partî
jî 68% bo Silêmanyê biçît û bo Heblêrê jî 22,13%
bo Dihokê jik 9,87 bît û bi gutneka dî ji gay
gohî nîşa behdînya biden û pêdvîye serhijmarek
bêtekirin ya behdîna û sora û dirav li dwîv
hindê bêtelêkvekirin (dabeşkirin) neku her
serokekî çarsed defterêt dolarî bidenê û 25% ji
dahatyê deverê bes bo wezaret û perleman û
darudestekêt sora bin. Ji hejî diyarkirnêye
dipeyveka xweda serokê deverê gutibû 75% ji
diravê me bo Mehana (meaş) diçît belê êkatyê
pêtirî hizar û pêncsed mirova yêt heyn ku bi
peyska wezîrin û li mala xwe di palvedayne û
tibla birrî xwênaken û diyarkirna tiştekê husa
li nav partî kesê çi cara pêvenahêt di bin lêvêt
xweve bibêjît û nuke jî arêşa fewcêt Nurî
Elmalikî ya derketî, Hikumeta deverê gelek gef
yêt li amir fewcêt, biser heldanê ew înayneve
kirîn û bahra pêtirê jê dê Kurmancîaxêv bin.
Ebdulhemîdê Bamerrnî
|