|

Çîrokên bajarê xemgîn -2–
Mihemed Nas
Sêrt
Îro yekşema meha Tebaxê ye, Sêrt germ bûye
dikele. Ez, kek Elî Zana û Ammo Caro li
nivîsgeha rojnama Sêrta Azad de rûniştine. Kek
Elî Zana dibêje; bîhna min gelek teng bûye îro
ne roja xebatê ye, werin em herin gerê an jî
herin li ber ava Bohtan piçekî bêhna xwe vedin û
bi gotina xweya ku her tim digot “yallah yeboo
hadê em herin bikizirin”…
Em li tirimbêla xwe siwar bûn û ji sûkê jî hinek
fêkî û çend qûtî jî avceha cemed me sitand û em
çûne nav rezên hêla Dêr Mar Yaqûb. Ji xwe rezê
Ammo Caro hema li kêleka Dêrê bi xwe bû. Em li
bin siha dara fisteqê a gelekî hênik de rûniştin.
Birastî jî bîhn û bayê xwezaya vê heremê dilê
mirov diferikand û aramiyê dixist nava dilê
mirov. Min qûtiyên avcehê jî ji tirimbêlê
derxistibu û tevî wê xwezayê, avceha me ya cemed
jî laşê me hênik dikir û ji gotineke Bohtiyan me
xwe dîsa gêj dikir. Ammo Caro jî li kêleka min
rûniştî tevî cixara xwe ya qaçax ve pê avceha
cemed jî rûhê xwe xweşdikir. Ji xwe tû car
xemgînî ji rûyê wî yê qermîçî kêm nedibû. Piştî
demekî dîsa dest bi axavtina xwe ya nepenî û
serpêhatiyên xwe yên balkêşkiribû. Axavtin û
serpêhatiya wî ya vêcarê li ser Dêr Mar Yaqûb
destpê kiribû. Lê wisa dixûya ku wê Ammo Caro
dîsa me bibira sed salên berê ku li bin her
kevirekî Sêrtê de serpêhatiyek û bûyerên wî yên
gelekî balkêşqewîmî hebûn.
Dêr Mar Yaqub li nav rezan de hatibû ava kirin û
Dêr navê xwe dabû hemû rezên vê heremê. Dêr ji
Sêrtê pênç kilometir dûr û li ser girekî bilind
hatibû ava kirin. Li wê bilindahiyê de li milekî
Sêrt, Ciwanika, Eyn Baran, çiyayê Mereto û
herêma Xerzan dixuya. Ji xwe hema li ber me de
newalekî gelekî kûr û tûj û li nav wê newala kûr
de jî ava Bohtan bi aramî û bi sebir diherikî.
Li piçekî jor jî zinarekî gelekî bilind hebû ku
ew jî bûbû şahidê komkûjiya, navê wê Sertehtê an
jî Rasûl Hecar bû. Milê dinê ava Bohtan ku ji
dûrve kesk xûya dikir, gûndên herêma Bohtan jî
li wir destpê dikir. Gûndê Qûtmis ji xwe rastî
me li bin quntara wî zinarî de bû, li jor tir jî
Xêrt, Sedeq destpê dikir û gûndên Bohtan wisa
diketin rêzê. Hewa gelekî vekirî û zelal bû, ji
bo vê yekê cihên gelekî dûr û hemû bedewiyên
xwezayê jî li ber çavan bû. Dêra ku li nav vê
xwezaya xweşik û bedew de hatibû ava kirin, li
dijî xerabûnê gelekî li berxwe da bû û nivê Dêrê
tevî çend mezelên fireh û hênik hê li ser xwe bû.
Gava mirov diket hundirê Dêrê bîhneke geleke
balkêşû rihê mirov dixist nav aramî yê da û berî
xera bûna wê dihat li ber çavê mirov. Mixabin
niha jî ji alî gelek kesên nezan ve ji bo zêr û
pereyên zîv dîwar û avahiyên wê li ber xerabûnê
ve rû bi rû mabûn. Ev avahiya sedsalî û kevnar
li ber vê tehrîbatê rik girtibû û berxwedana xwe
hê jî didomand.
Ammo Caro dîsa ji titûna xwe ya qaçax ku carina
jê re digot keziyê keçên zerê Elmanî, bi awayekî
hûnerî li ser pelên sipî bi sebir pêçabû û ji wê
sebrê para xwe dikêşand. Destê din de jî avceha
cemed dadiqûrtand û xwe hênik dikir. Piştî
demekî aramî ku me hem vedixwar û hem jî
bedewiya xwezayê temaşe dikir, Caro yê kal dawî
li vê aramiyê anî û dest bi serpêhatiyên berê ku
ewî şahidî lê kiribû kir. Min jî cixarekî pê
êxist û bi sebir, hevokên ku ji lêhvên wî
diherikîn gûhdar dikir.
Berî avakirina Komara Tirkiyê, di navbera
dewleta Osmanî û Rûsan de şer çêdibûn. Ji xwe di
wan deman de navê dewleta Osmanî kiribûn Mirovê
nexweş. Hemû dewletên bi hêz dixwestin perçek ji
bermayiyên vî Împaratoriyî ji xwere jî bistînin.
Ji bo vê yekê li hemû deverên Împaratoriyê şer
hebû, talan hebû, kûştin û komkûjî hebûn. Di
nava Împaratoriyê de jî nasyonalizmekî
Tirkîtiyekî qirêj jî destpê kiribû, bi taybetî
jî şer û komkûjiyên olî yên li dijî misilmantiyê
destpê kiribû. Heremên me jî ji van komkûjiyan
behra xwe sitandibûn. Şalyarê (Walî) Wanê,
Cewdet Bey xwedî artêşeke bi dil bû. Meha Gulana
1915 an de li Îranê dîsa şerê Rûs û Împaratoriyê
hebû. Cewdet Bey bi artêşa xwe ya bi navê Tabûra
Qesap ve têk çûbû û ji leşkerên Rûsan reviyabû.
Tabûra Qesap ku wî demî de deng vedabû berê xwe
dida herêma Bohtan. Li rê de piştî ku gihabû
Bedlîsê roja 25 Hezîranê komkujiyek gelekî mezin
pêk anîbû û hemû herem li vê komkûjiyê hesiyabûn
û ji bo vê yekê gelekî ditirsiyan. Bûyer
gihatibû Sêrtê jî, ji bo vê yekê Serpiskoposê
Metropolîtana navendiya Keldanan Adday Şêr li
bajar de li taxa Keldanan an jî Ayn Salîbê (kahniya
xaç) li katedrala mezin de ji bo vê bûyera xerab
civînek mezin pêkanî. Di civînê de, civata xwe
an jî cemeeta xwe dil xweşkir û got, em Cewdet
Bey re axivîne, 500 lireyê Tirk ji me xwestiye
me vî pereyî jî daye wan, ji bo vê yekê bila
dilê we rehet be. Em soz didin ku emê we ji vê
rewşa xerab rizgar bikin. Piştî vê bûyerê hemû
bawermend belav bûbûn û her kes çûbû ser karê
xwe. Lê piştî vê civînê bi demekî din, leşkerên
Osmanî ketibûn mala Serpîskopos Adday Şêr û
xwestibûn wî bigrin û bikûjin lê Adday Şêr ji
destê wan karîbû bireve û xwe ji wan xelas
kiribû. Adday Şêr ji Sêrtê revîbû xwe parastibû
axayê gundê Tanzê, Osman axayê Tanzêyî cilekî
din lê kiribû û wî li gûndê xwe de diparast.
Piştî ku Adday Şêr jileşkerên Osmanî û ji
hikûmetê revî, ev rewşjî ji leşkeran re bûbû
sebeba lêgerîn û komkûjiya Keldanan.
Ammo Caro piçekî bîhna xwe veda, ez û Eli Zana
çavên me lê, em bêdeng mayî lê temaşe dikin û
her gotinên ku ji devê wî derdiketin me dibihîst
û em jî diketin nav vê serpêhatî û rewşa xerab
de. Qûtiyên avcehê vala bûbûn, min sê qûtiyên
din jî vekir û ji cixara xwe îkramê wan kir, ji
xwere jî hebekî pê êxist û li cihê xwe de
rûniştim. Elî Zana ji xwe qet nediaxivî, ez
bawerim dîsa pirsgirêkên wî yên malbatî dilê wî
êşandibûn, lê ez texmîn nakim ku çi bibe û bi
qewime jî wekî vê serpêhatiya Ammo Caro nikare
xemgîniyê bixe dilê mirov. Ammo Caro li deverên
gelek dûr dinêrî, ji ber ku ji van bûyeran
gelekî êşabû, çavên wiyên genimî û kal gelekî
kûr û dûr bûbûn. Ji nişkave dîsa dest bi
axavtina xwe kir û domand.
Ev rewşbûbû sebeba lêgerînek bi xwînî ya taxa
Keldanan. Vî lêgerîna bi xwînî, mûtasarrıfê
xwînmij Hîlmî Beg destpê kiribû û ev rewşji bo
wî bûbû fersendek gelekî mezin. Fermandarê
Cendirma Hamdî Beg û Serokê Şaredariya Sêrtê ê
pêşî Hamî Efendî jî piştgiriyek mezin dabûn
Hilmî Beg. Di wan rojan de gelekî mêrên Keldanan
bi awayekî hovane, li malên xwe de, li ber
zarokên xwe de hatibûn kûştin. Gelek Keşeyên
gûndên Keldanan ku ew roj hatibûn civînê û wê
rojê li katedralê bûn, ew hemû li mala Xwedê de
hatibûn kûştin. Bûyerek wisa hovane bû ku ji
komkûjiya Ermenan ne kêmtir bû. Li vê komkûjiya
Keldanan Hilmî Beg li ber kûleka qesra xwe, bi
dilxweşî lê temaşe dikir. Keldanên ku ji vê
komkûjiyê nemirîn û dijiyan êdî ne diwêriyan ji
mala xwe derkevin der. Lê êdî dest bi xaniyên
wan jî kiribûn, diketin kijan xaniyî talan
dikirin, dikûştin û bermayiyan dişewitandin.
Hemû mesihiyên Keldanên li gûndê Mar Yaqûb jî
hatibûn kûştin. Hinek Meleyên ku ji Mutasarrif
Hilmî Beg pere wergirtiyîn an jî ku di vê talan
kirinê de hevpar bûn, li mizgeftan ji bo vê
komkûjiyê dilxweşiya xwe dianîn ziman û ji bo
carekedin tû mesîhî ne êxin li nava Sêrtê de
sond dixwarin û gel ji bo van weez û şîretan
tehrîk dikirin.
Roj çûbû ava û şevê hêdî hêdî qirasê xwe yî
reşli ser Sêrt û heremê da berda bû. Stêrk êdî
derdiketin, çiya û ava Bohtan di nav wê reşahiyê
de hêdî hêdî wenda dibûn, ji xwe avceha me jî
xelas bûbû û êdî em yê rabûnê bûn. Em her sê li
tirimbêla xwe siwar bûn û tevî mûzika Eyaz
Yûsivê Zaxoyî ku ew strana wî ya “Gûlek tenê
Besî mine” ku gelekî min jê hezdikir, me gûhdar
dikir û em ber bi Sêrtê ve tevî tirimbêlê em bi
rê diketin. Sêrta xweşik ku bûbû şahidê van
bûyerên qirêj, bêdeng mayî ber bi xewa şevê ve
bi aramî diherikî û diket xewa nazenîna heya
rojeke din.
|