|
Mihemed Elî,
Efrîn
Evîna min ji te re bijare ye
Evîna min ji te re cuda ye
min ne ji te hezkir
bo tu bibî hevraza min
min ne ji te hezkir
bo tu bibî
şîva paldêra min ů.
ů.
Evîna min ji te re bijare ye
Evîna min ji te re cuda ye
min ji te hezkir
ji ber ku tu jiyan î
min ji te hezkir
ji ber ku tu giyan
di hundir giyan î
ů..
Evîna min ji te re Evîna Efrînê ye
Evîna min ji te re evîna dara zeytonê ye
Rûyê te yê geş
bihara rengîn li Efrînê ye
Bejna te ya berz
çiyayê hawarê ye
bi dilînî, bi şahî
bi germî
dilê min hembêz dike
û pat dipêçîne....
..........
Evîna min ji te re çemik û rêbaz şikandin
Evîna min ji te re fêr û adet dorandin
çavên te rûyekî nû dan cîhanê
lêvên te çêjeke nû dan ramûsanê
sînga te bû sengera lehengiya min
tayên porê te bûn têlên tembûra min ů
ůůůů.
Evîna te mirî zindî kirin
Evîna te şikeft û berqef ronî kirin
giyayên çilmisî vejîn dan
darên lerizî pelşîn dan
kanî û erqên ziwa
bi lez herikîn
dilên jar û dijmin
bi şahî li hev firikîn ů
ůůů
Evîna min ji te re bi gotinan nayê derbirîn
Evîna min ji te re bi salnameyekê nayê kurtebirîn
Ziman û alfeba têra wesfa te nakin
kîte şikestin, hevok mirin, deq bêçar rawestîn
Û şêx, zaret û mezelên Efrînê têkçûna xwe aşartin
gotin, ev cuda, ev ne normal û asa ye!
min serdana pêşîmam û pîran kir
min serdana perestgeh û mizgeftan kir
Te ew hemû matmayî hîştin
min xwe gihand pêxmber û firîşteyan
min hewl da xwe bigihînim xweda û êzdayan ů.
ew hemû bêçar bûn, ew hemû diljar bûn.
ůů
Vaye Evîna te, vaye holmana te
vaye kezeba te !
vaye halê min vaye rewşa min
vaye ji dinyayê para min !
Nexwe nebêje jibîr bike
Nexwe nebêje reş bike.
Ez ji te hez dikim.
Ez ji te hez dikim.
|