rojava@rojava.net

 
   


NOJDAR

rojava.net 25.11.2005

 



Ciwan Dêrikî

Ezê mejiyê xwe
rayêxim li ber te
vekolîne '
tariyê ji nav bavêj
û têxe tûrikê şivanan
* * *
Ezê xwîna xwe
valekim li ber te
Bipalîne '
Bimeyîne '
Bikeyîne '
Ji nû berde canê
kedkaran '
* * *
Ezê hêvî û xweziyên xwe
Bikim wêne li ber te
Baş bixwîne
Ji nû rengîn bike

Tabloya jiyanê
jê binexşîne û bavêje
pêşangehan
* * *
Ezê rondikên xwe
têxim bergeşek zêrîn
ji te re diyarî bikim
tê jan û kesera sêwiyan
jê bikî destan '
bikî morîk û gardeniya
nûzayan
* * *
Ezê xewnên xwe ji te re
verêjim '
şirove bike '
berxwedana li hember dêwan
û çîroka mirovxweran
Jê biweşîne
* * *
Ezê pênûsa xwe
bêxim destê te
bi xwîna dilê min
sirûda jiyanê binivîse
Û bila bimîne stirana
hemî ketiyan
*** *** ***
 

22 – 8 – 2005 * Dêrik
 




 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin