Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane

 

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:06

Silêman Azer

 

 

Bilêvkirin
Silêman Azer


 

Bilêvkirin

çend
heyv
nehtorvanê
pêjna te bûn?
Çend
xwezî
û xewneroj
bi pencereya we ve
hiþk bûn?
kengî
dê lêvên te
ji kalana
bêdengiyê
bêne kiþandin
Û dê biçirise
ew bi lêv kirin?


Barîn

Gava çavên wê
bariyan
tov
hişk bûbûn
Çiyayê Bêxêr
çi dema ko roj
di ser milên Çiyayê
Bêxêr re
dîq dike
dapîra min
xwîna kurdayetiya te
di meşka bîranînên xwe de
dikeyîne
ji bilî
tenahî û
serpêhatiyên te
tu tiþt
bi ser nakeve


Kavil

Nerînên te
qul bi qul
Şan bi şan
li laşê min
digerin

bi şûn xwe ve
kakilekî
pûç dihêlin
kavilek
ji xeman re



Tevnik


Janine
can sivik
pengên
xweziyan
li destên xwe
dipêçin
û dişêlin
tevnikekê
ji
hatinên te re

Tu......

Tu li pişt
dîwarê
bendewariyê
xumexum
Ji barîna te tê
di hicrika
çepê de
ji dil
bêdengî
xwe vedişêre
ji xeman
weke
kurdayetiya te ya
westiyayî
ser bîna koçberiyê
çavên
şevê
diniqniqin
li ser şopên
te yên
Jibîrbûyî
di rexrêyine
xilmaþbûyî
di pêçeka
sawîrên
şîrvekirî
di zîldana
hilatbûnan de.


 

                                                                          


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!
 

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1