Hevpeyvîn:
Silêman Şero
Werger: Ferhad Ehmê
Ji wergervan:
Ev wergera kurdî diyarî ye bo Hüseyin Kartal, heskerê Şeyda ku bi
Şeyda re şeyda dibe, bi deng û awazên wî sermest dibe û sînorê şev û
rojê winda dike...
Destpêkên Şeyda ên hunerî?
Huner di hemû qonaxên jiyana min de bi min re jiya. Min ji
biçûkaniya xwe pir li stranên kurdî guhdarî dikir. Min pir ji
stranên Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Mihemed Arif û Şivan Perwer hez
kir. Ji bilî vê yekê dengê diya min pir xweş e û ewê herdem ta nuha
jî stran bo me digotin.
Min di sala 1988ê de bizqek ji xwe re kirî. Hêdî hêdî û bi vîna xwe
ez fêrbûm li vî alavê muzîkî bidim. Piştî min xwendina xwe ya
dibistanê bidawî anî, ez ji 1993-1994 li bajarê Qamişloka delal
derbasî Instîtûta Mûzîkê bûm.
Piştî çend salan hizra damezirandina Koma Orkêş li nik min û hevalên
min Sefqan û Dijwar peyda bû, ta ku me bi rastî jî ew kom di sala
1998an de damezirand û em ta vê demê jî bi hev re kar dikin.
Pir kes dibêjin ku strana “Dîlber”
derbirîna serpêhatiyeke te ya şexsî ye: Gelo ev tişt rast e û te
pêşbîniya serkeftineke wilo jê re dikir?
Wekû tu dizanî dîlber di kurdî de tê wateya yar, ango ew keça tu jê
hez dikî. Strana Dîlber bi rastî jî, serpêhatiyeke min ya şexsî
derdibire û min ew ji kûrahiya dilê xwe bo wê keça min jê hez kir,
stirand. Evîna me 12 salan dirêj kir û min nikarîbû ez navê wê ê
rast ( Medîha) di stiranan de bêjim... ew niha kebanî û diya kurê
min Awat e..
Min pir ji stirana Dîlber hez kir..pir kesan jî wilo jê hez kir lê
min qet bawer nedikir ku ew bi vî şêweyî biser keve û sînorên cih û
demê hilweşîne û derbasî her malekê û her dilekî bibe.
Jiyana me ji astengan mişt e... evîna me tev asteng e û nanê me ji
hevîrê xemgîniyan çêbûye.. tiştê herî dijwar ku tu lê rast hatî çi
ye?
Dijwarî li pêş hemû karên mirov derdikevin, bi taybetî di rewşa me
ya taybet ku tije ye ji astengiyan. Lê baweriya min bi tiştekî navê
wî Mustehîl (bêçareyî) nayê. Tenê mirovên qels bi vî zimanî diaxifin
û pêwîst e em van peyvan ji ferhenga xwe dûr bikin. Mirovê ku
bixwaze karekî bike, bêguman ew dê bigihîje armanca xwe. Yek ji
astengên herî mezin, astengiya diravî ye. Ew bû kelem li pêşiya min
û bandorek mezin li min kir. Ji hêla din ve jî kadirê hunerî pir
lawaz û kêm e. Em hêvîdar in ku ev astengî bi demê re ji holê rabin,
da em jî, êdî bikaribin gavne serkeftîtir ber bi pêş ve bavêjin.
Dengê te pir germ e û stiranên te tije hest in, gelo jiyana te ya
rojane jî mîna stiranên te aram in?
Sipas ji xwedê re, jiyana min hêmin e û ez bextewer im bi jin û
malbata xwe re. Min roj in pir dijwar dîtin lê divê mirov qet
têkneçe. Berevajî wê divê em wekî çiyayên welêt payedar bin, çimkî
jiyan herdem ji tiştên dijberî hev pêk tê û eger hat û em pêrgî
rojin reş hatin, ev nayê wê wateyê ku dem dê raweste û emê êdî
jiyana xwe tevî wilo derbas bikin. Xweşikbûna rojên bextewar di
jiyana me de ji kêmbûna wan tê.. divê em her bizanbin ku piştî şevê
roj hiltê..
Ta niha te tu vîdyo-klîp ji stiranên xwe
re çênekiriye.. gelo ev yek ji ber ku tu li dijî vîdyo-klîp î an ji
ber sedemin taybet in?
Bo çêkirina Vîdyo-klîpan karînên diravî pêwîst in û ev
yek jî, hinekî zêdeyî hêza min a diravî ye. Ez bi xwe ne li dijî
Vîdyo-klîpan im. Yê hunermend dikare di rêya Vîdyo-klîpan re wate û
ramana strana xwe bi şêweyekî temam bighîne cemawerê xwe, çimkî
deng, awaz û wêne bi hev re, dibin sedemên herî giring bo serkeftina
stiranê. Li vir pêwîst e ku hunermend wê klîpê hilbijêre, ya ku di
gel gotin û awaza stirana wî re bigunce, ango divê klîp bi rola
gewdekirina bîneyî ya stiranê rabe. Tiştê ku çav dibîne divê di gel
tiştê ku guh dibihîze bigunce. Ez niha klîpekê bo stirana “xwezî
esmer” amade dikim.
Piraniya hunermendên kurd koçberî Ewrupayê bûn, tu çi li ser vê
pirsgirêkê dibêjî, gelo Şeyda dê rojekê bide ser rêya wan?
Rast
e, koçberiya hunermendan û kesên din jî pirsgirêkek rasteqîn e û
brînek dijwar e di dilê welêt de. Hemû zextên ku li dijî kesê kurd
pêk tên jî, ji bo bicihkirina vê armancê ye. Lê li vir jî, ez bi
tenê dikarim li ser xwe biaxifim û hukum bikim. Ez heya niha rojekê
nefikirîme ku welatê xwe berdim û koçî biyaniyê bibim. Li wir tu ê
wî laşê ku awazên te tê de bihelin nebînî, tu ê guhên ku li ahînên
dilê te guhdarî bikin nebînî.. Tenê welat me fam dike û em wî fam
dikin. Tenê sinbilên Amûdê, Qamişloyê û Efrînê û her gundek û
bajarekî kurdî bi awazên stiranên me re li ba dibin... Li vir tu
serdestê xwe yî, lê li biyaniyê serdestên te pir in..
Li nik Şeyda para stiranên netewî kêm e, sedema vê yekê çi ye?
Eger
mirov ji derve ve li stiranên min hukum bike, wê gotina te rast be,
lê eger em di gotinên wan de binav bibin û derbasî kûrahiya her
stiranekê bibin, tu ê bibînî ku her stiranek li ser welat dibêje an
jî wateyeke netewî di nav de heye. Tu ê welat li ser erşê her
stiraneke evîniyê ku min gotibe, rûniştî bibînî. Eger ez navê
çiyayekî bêjim, ew welat e, eger çem be jî, ew yek ji çemên welêt
e.. bo nimûne li “Dilber” temaşe bike, ew porê tarî ku ba lêdixe,
mîna ku li alê bixîne..û tu dizanî ez ji kîjan alê re dibêjim.
Pêwîst nake ku ez navê Kurdistanê bilêv bikim, ta stiran bibe
stiraneke netewî.
Stiranên te agirê evînê di hinavên me de
vêdixin û me evîndar dikin bêyî ku em bizanibin.. tu çi li ser evînê
dibêjî?
Evîn bingeh e bo her tiştî, ew kaniya ku çemên jiyanê jê
diherikin.. gelek şêweyên evînê hene, evîna welat, yarê, dê û bavan,
hevalan...
Divê mirov evînê bide, ta bikaribe tiştekî ava bike. Evîn bi xwe qet
nayê guhertin lê mirov tên guhertin.
Nameyeke vekirî bo malbatên şehîdên 12 Adarê, Şeyda dê çi tê de
binvîse?
ŞehIdên 12 Adarê di dil û wijdanên me de ne. Ewan ji cîhana me koç
nekirin, belkû ber bi qonaxeke berztir de çûn. Ew çûn bajarne ku
zulm di wan de nîn e. Di kasêta min a dawî de min stiranek bo
giyanên wan ê pak amade kiribû lê rewş ne li gorî daxwazên min çû.
Pirs ne tenê bi min ve girêdayî ye.. Studyoyên tomarkirinê kadiroyên
hunerî jî di vî karî de hene û ez bi tenê dikarim berpirsyariya xwe
hilgirim.. Lê bawer be, nameya min dê rojekê bigihîje wan, çimkî
divê em qet nemerdiyê bi ên ku xwîna xwe gorî welat û dozê kir,
nekin.
Zaroktî di jiyana me de tune bû, dema Şeyda zarok bû, dixwest bibe
çi û gelo wî xewna xwe pêk anî?
Di
destpêka jiyana min de, min ji xwe re digot: divê Şeyda rêyekê di
jiyanê de bo xwe hilbijêre ku pê re xelk wî di bîra xwe de bihêlin.
Eger min stiran negotibana, ez ê şewekarek, an muzîsenek, an jî
helbestvanek bama, lê stirangotin timî hêvî û xewna min ya mezin bû.
Ez niha dixwazim ber bi pêş ve herim. Ne ji bo kesayetî û navdariya
xwe, belkû bo yek tiştî. Ew jî hunera kurdî ye. Her yek ji me
kurdîtiya xwe û hezkirina xwe ji welatê xwe re bi rengekî taybet
diparêze. Ez jî hewil didim ku tiştekî layiq bidim hunera kurdî, ji
ber ev erkê min û yê her hunermendekî kurd e. Aliyê madî rojekê ji
rojan bi tena xwe nebûbû afirênerê şaristanî an jî hîmê bingehîn bo
welatên azad.
Tê gotin ku stirana erebî niha di dema têkçûnê de ye, mirov dikare
çi li ser stirana kurdî bêje?
Dibe
ku ne ji mafê min be ku ez hunera miletekî û heya ya miletê xwe jî
binirxînim. Ez dikarim bi tenê ser xwe hukum bikim. Ez hunermend im
û vî karî pîroz dibînim. Her hunermendek gava ew gavekê diavêje divê
ne bi dirav, navdarbûn û qezencên kesayetî birame. Divê ew bi
bermayiya ku wî ji bapîrên xwe wergirtiye birame û wê biparêze.
Xesleta hunermendên kurd ew e ku ew di şêwe û awazên xwe de cuda ne
û ev cudabûn, çendî pir be jî, spehîbûnê dide stirana kurdî.
Xweşikbûna buharê ji pirbûna gulên wê tê..
Pêşengê te di vê dinyayê de kî ye?
Bandora kesayetiya bavê min bi şêweyekî mezin li min heye. Wî ez fêr
kirim ku xwe ji dijwariyên jiyanê re ne tewînim. Ji hunermendan jî
Mihemed Şêxo bandora xwe li min kir, ne tenê ji ber stiranên wî lê
ji ber kesayetiya wî û nirxên ku ew sembola wan e. Ez pir rêza
perîşaniya wî û westandina wî di ber netewa xwe de digrim. Mihemed
Şêxo xebatkarekî rasteqîn bû, kurdayetiya durust di kesayetiya wî de
bi gewde bûbû.
Di dawiyê de, Şeyda çi diyarî cemawerê xwe dike?
Ez
sê gotinan diyarî cemawerê xwe dikim: hezkirin, dilsozî û hevaltî..
ez pir têdikoşim ku wan di jiyana xwe de bicih bînim. Di dawiyê de
dixwazim bibêjim ku evîna welêt di ser her tiştî re ye. Yê ku
nikaribe ji keçekê hez bike, ewê ji welatê xwe jî hez neke.. divê em
welat di çavê yarê de jî bibînin.