|
Kurd, di têrmînolojiya aliyan de, li gorî qedera
ciyografiya ketin û rabûn, girî, êş, xwîn û
hevaltiya çiyayên xwe, weha hatine ferhengkirinê:
Kurdên Bakurî, Kurdên Başûrî, Kurdên Rojhilatî,
Kurdên Rojavayî, Kurdên Qefqasyayê û Kurdên
diyasporayê...
Wek ku diyar e, têgehên jorîn, li ser asta
wişeya duyemîn(aliyê berbelav), Kurdekî di 6
Kurdên cihêalî, cihêasman, cihêaso, cihêsînor,
cihêêş, cihêçav, cihêgav û cihêdest de, dide
kategorîzekirin û naskirinê.
Lê pirsên ku li vir, Kurd û Kurd, dikarin werin
lidarxistinê, ev in:
Gelo, ma Kurdan ji ciyografiya van aliyan û
wêdetir, berbelavbûn nas nekirine?
Ma Kurd, li seranserî dîroka xwe, ya qederdost,
tenê şeş aliyan, berbelav bûne?
Aya şeşgoşeyî: xwîna şeşgoşe, giriyê şeşgoşe,
reva şeşgoşe, sînorên şeşgoşe, mirina şeşegoşe,
û ax û avên şeşgoşe, têra hewqas Kurd, ku
pirrgoşe ne, û hewqas berbelavbûn dikin?
Bê guman, li ser asta têgeha berbelavbûnê, Kurd
dikarin ji şeş aliyan pirrtir bin, lê aliyê herî
mezin, bi ya min, ku bi Kurdî, ji berbelavbûnê û
wêdetir e, kew e.
„Şêxê sor“(Mella Mustefayê Barzanî), sînorên
Kurdistana mezin, weha li saloxan didan: „sînorên
Kurdistanê kew in“.
Sînor, weha, ji kewan heta bi Kurdistanê ne.
Kurdistan, weha, kew in.
Kurdistan, weha, ji kewan heta bi kewan e.
Kurdistan, weha ji kewan diçe kewan.
Lê asman, bi Kurdî, dibêjn, ku kew ne tenê
bilindbûn û firîn e; ne tenê qebqeb û xwendina
şêrîn e; ne tenê sebra sînoran e; ne tenê
navnîşana welatê xweşik, bîranînên destên xweşik
û navbera wan e.
Kew, windakirin û windabûn e jî.
Kew, yê din û berbelavbûn e jî.
Kew, berbelavbûn e, ku çende Kurd e.
Berbelavbûn, Kurd e, ku çende kew e.
Kew, yê xelkê ye, ku çende Kurd e.
Kurd, yê xelkê ye, ku çende kew e:
Ew kew e, ku hem dost e, hem dijmin e; hem yar
e, hem neyar e, hem sipî ye, hem reş e; hem
bilind e, hem nizm e; hem kew e, hem dij-kew e;
hem xwe bixwe ye, hem dij-bixwe ye; hem nêçîrvan
e, hem nêçîr e; hem Kurd e, hem jî bed-Kurd e.
Di hilbijartinên berî çend rojan de(22. 07. 07),
ku li Tirkiyeyê rû dan, baş hate diyarkirin, ku
Kurd heta radeyek bilind, hîn kew û kew difirin
; hîn kew û kew, berbelav dibin ; hîn kew û kew,
davk û nêçîr in; û hîn kew û kew, çaxê rekehan,
ji destên xelkê re, dixwînin.
Ligel serkeftina Kurdan a mezin, ku 23
berbijêrên wan gihiştin parlemana Tirkiyeyê, lê
paralêlî wê, mirov dikare heman heman, „binkeftineke
mezin“ jî, li ser asta „Kurdên kewan“/“Kurdên
xelkê“, eşkere û berbiçav, bixwîne.
Nîşana vê „binkeftina mezin“ jî, ew e, ku
partiya Receb Tayib Erdoxan AKPê(ku wek
partiyeke islamî, tev digere), vê carê, beramber
bi hilbijartinên 2002an, dengên xwe 100% li
Kurdistanê, bilind kirin.
Ji xeynî çend bajaran, AKPê, li seranserî
Kurdistanê, wek partiya herî bihêz, dengbilind û
„erê-mezin“, di rêza yekemîn de, cî girt.
Bo nimûne, li Amedê, ku wek paytexta Bakurê
Kurdistanê, tê naskirinê, rêjeya dengên AKPê, ji
16%(2002) xwe hilda 41%.
Li hêla din, DTPê, ku partiya Bakurê Kurdan e,
li heman bajarî, 9% ji dengên xwe, wenda
kirin(hêza dengdanê bo ajandayên Kurdan, ku DTPê
nûneriya wan dike, ji 56% daket 47%).
Helbet, DTPeyî, bi vî awayî yan bi awayekî din,
dikarin beramber bi vê windakirina bi Kurdî, wek
berpirsyar û sûcdar, werin rexnekirin. lê ev ne
her tişt e.
Sîgnala herî xeternak, ku mirov dikare
serkeftina AKPê, di „Kurdên kewan“ de, bixwîne,
ew e, ku Kurd, hêdî hêdî, camiyê bihtir ji
dibistana bi Kurdî, Tirkî bihtir ji Kurdî, û
Tirkiyekê bo Tirkan, bihtir ji Kurdistanekê bo
Kurdan, dixwazin û hildibijêrin.
Berî hilbijartinan, Leyla Zana, weha, Kurdistan
bir hilbjartinan:
„Ez ne Diyarbekrî me, lê Kurdistanî me...ev der,
Rojhilat û Başûrê Rojhilat nîn e, ev der
Kurdistan e“:
Erdoxan jî, çend gotinên bi Kurdî, li „Kurdên
kewan“ xerc kirin û Tirkiyeya xwe, weha ji
Kurdan re got: „500 terorîst li derve 5000 li
hundir in, gelo me hundir safî kiriye, heta ku
em berê xwe bidin derve?“
Zana, Kurdistana bi Kurdan, hêjayî Kurdan, ji
Kurdan re, eşkere, got. Erdoxan, Tirkiyeya
safîkirî ji „Kurdên terorîst“, hêjayî Tirkan,
esih, ji „Kurdên Tirk“ re, got .
Zana, doza Kurdan li Tirkiyeyê vekir. Erdoxan
doza Tirkiyeyê li Kurdan, ku „terorîst in“, kir.
Zana, Kurdistan bi Kurdî, bir hilbijartinan.
Erdoxan, Tirkiye bi Tirkî, sipart qebqeba kewên
Kurdan.
Zana, li Kurdistaneke wek xwe serqot û
servekirî, soz li parlemanê, da Kurdên xwe.
Erdoxan, li Tirkiyeyeke sergirtî û bi desmal,
wek xanima xwe, bi Tirkî, çû nimêja kewên Kurdên
xwe.
Zana Kurd bi Kurdan gotin, daku „Ayaleta
Kurdistanê“ were.
Erdoxan, Kurd bi Tirkan gotin, daku „Ayaleta
kewan“ were.
Ma kew wisa xweş in, lewma hûn bûn kew, hey
Kurdên heta bi kewan?
Ma Kurd wisa kew in, lewma we destbirakî da wan,
hey Kurdên kewan...?
De bibin „Kurdên peya“, belkî alî li we mikur
werin û bibêjin, berê „Kurdên siwar“ li ku ye.
De bibin „Kurdên kewan“, belkî kew we fêr bikin,
ku navê fira „Kurdên Kurdan“, çi ye.
De bibin û herin destên xelkê, belkî hûn ji
nimêja kewan bibihîzin, ku berê destên Kurdan li
ku ye.
De xwe di zimanê xelkê, wer bikin, bibin
nimêjeke mezin û destên xelkê razî bikin, belkî
hûn di kewan de, derxînin, ku alî, nimêj û dest,
bi Kurdî, ji kîjan Xwedayî heta bi Ku ne.
hoshengbroka@hotmail.com
|