Roja înê, 22 ê Temûza 2005, li bajarê Oldenburga Elmaniya, pêşîmamê
êzîdiyan pêşîmam Ismayîl Deniz çû ser dilovaniya xwedê. Bi vê
koçkirinê, pêşîmam Deniz valahiyek mezin di nav êzîdiyan de û bi
taybetî êzîdiyên ku li Europa dijîn de hişt.
Bi navê rojava.net, em serxweşiyê bo hemû êzîdiyan û malbat û xizmên
pêşîmam Ismayil deniz dixwazin. Li jêr daxuyaniya Mala Êzidiyan li
Oldenburgê diweşînin.
Bi
destûra Xwedê û Tawisî Melek
Benî ademo hezar salî temam ki,
Mîryatiyê li Şerq heta bi Şam kî,
Dimahiyê her dê ji kasa mirinê tê tam kî
Civaka Êzdîyên Awropayê zîyaneke giran dît. 23.07.2005, 62 salya
emrê xwe de oldarekî Êzdiya yê herî bi nav û deng Pêşîmam Ismail
Deniz çû ber rahma Xwedê.
Rehmetî ji malbeteke kevne oldare. Koka wan hê ji dema Şîxadî tê.
Şêxê Şerfedîna ne. Bi eslê xwe ji welatê Xaltî ne, ji mala Şêx
Mehemedê Memikî. Wê malbetê bi dewranan pêşîmamtya êleke Êzdiya ya
mezin, êla Çêlka kirine. Ew rêberên wan yê olî û civakî bûne. Cî
hatye, serê xwe dane ji bo xîret û navê ola xwe.
Sala 1914an de ji neheqî û pevçûnên navbera eşîran de bapîrê wî,
Pêşîmam Emerê Hesen malbata xweve direvine nava Êzdiyên Şengalê.
Liwir Emer, lawik û nebiyekî wî ji aliyê ereba tên kuştin. Du lawê
wî dimînin: Silêman û Xelef. Xelef di nav mirîdên xwe yên Çêlkî de
li Şengalê dimîne. Niha êleke Êzdiyên Çêlka ya giran li Kurdistana
Başûr heye. Silêman jî vedigere Binxetê nav mirîdên xwe: Çêlkyan.
Dizewice.
Sê lawê Pêşîmam Slêman û dayka Xerîb dibin: Şêxmûs, Hesen û Îsmayîl.
Îsmayîl lawê biçûk bû.
Pêşîman Îsmayîl sala 1943 a li gundê Mizgevtê, navça Tirbêspiyê,
mentîqa Qamişlo ji dayka xwe bûye. Ew hê gêncitya xwe de gelekî
jêhatî, zane, xurt û evdekî civakî bû. Tucar neheqî, ji alyê kê da
jî hebya qebûl nedikir. Zûtirekê çawa di nav Êzdiyan usan jî nava
gelên wê heremê de wek rêberekî olî tê naskirin.
Bist salya xwe da derbazî Kurdistana Tirkyê dibe, li nav mirîdên
xweye Çêlkî di gundê Bacinê de bingeha xwe datîne. Êlê dora xwe
dicivîne. Saya xeysetê wîyî sadeyî berbihêr, zanebûn û merivhizya
xwe qedrê wî nava civakê de bilind dibe, her tiştî dike ji bo tifaq
û yekîtya civaka Êzdiyan, xweyîkîrina Êzdîyatyê. Evdekî nevssivik bû.
Kubarî, quretî dorê tune bû. Mezinara mezin bû, zarokara zarok. Ji
bo wê jî li nav her civakê de hizkirî bû.
Sala 1973 an derbazî Almanyayê dibe. Vira Pêşîmam Îsmayîl Deniz
bêtir tê naskirin. Bi aktîvî dikeve li nav karê civakî, oldarî.
Dema berbi Ewropayê dest bi penaberya Êzdiyên Kurdistana Tirkyê bû,
Pêşîmam Îsmayîl Deniz karekî hêja kir ji bo standina heqê
runiştandînê û cîwarbûna wan. Ew ji alyê Dewleta Almanyayê wek
evdekî amin (gûtaxt) hatibû naskirin.
Emekê Pêşîmam ne ku tenê li ser Êzdiyan usa jî ser gelek Kurdên
Musulman û Sûryanyan jî heye. Çi ji destê wî hatye alîkarî daye wan.
Ismayîl Deniz ne tenê rêber û mezinekî Êzdyayî civakî û olî bû lê
usa jî malxê malbeteke giran, bavekî xemxur. Heşt law û du keç û
gelek nebî û nebîçirkên wî hene. Gişk jî niha li Almanyayê xweyî
mal-halin.
Pêşîmam Îsmayîl Deniz li nav civaka Êzdyan da usa hatibû naskirin,
ku tu dew û doz bêyî wî safî nedibûn, li şîn û şaya bû. Gelek malbat
bi saya wî lihevhatine.
Em sersaxyê ji malbeta wî re dixwezin û dibêjin bila serê dost û
pismaman saxbe.
KOMÎTÊYA RÊVEBIR YA MALA ÊZÎDIYAN (Oldenburg)
Ji netkurd