
perîşanê kurd
Dema ku hêsrek te tê xwar
Ji
çavê
tey reş
dilber
ez dibm mest û diljar
peyda dibe l, min keser
lehiyek mezin radibe
li dunyayê seraser
di peyre agirek gur
disoje ew hişk û ter
bilbil tevde dibin lal
Diçilmisin gulê ker
lê dema tu dikenî
ava hênik xweş tê der
gul ji nû dibişkivin
difûre misk û enber
mirov tev dibin kole
tu dibe pût û penqer
Yezdana ola vînê
Bi te tev dibin bawer
misilman tên heca te
berdidin latê azer
li ser bejn û bala te
nimêj dikin pêxember
bo min tu dibe welat
dibim kurdê şoreşger
ew sînga te ya nazdar
bo min dibe qada şer
hildidim ez li ser wê
ala kesk û sor û zer
maç dikim xaka welat
xweş tê guhertin
qeder
cotkar dixun keda xwe
lê axa dibin rêncber
qet namîne li dunyê.
zilma sultan û qeyser
Mem şadibe bi Zînê
Beko diçe bê veger
hêvîya min ji yezdan
tu tim rûken bî
dilber
ji bo her demî bijî
Perîşanê dilawer.