| |
Daxûyaniya Tevgera Rastiya Kurdistan – Sûriyê,
Rêxistina Ewropa
Li gor daxûyaniya damezrandina Tevgera Rastiya
Kurdistan – Sûriyê, pir endamên berpirsyar,
kadêr û endamên din ji partiya “ Yekîtiya
Dêmokrata Kurd li Sûriyê “ rêxistina Ewropa û
herweha jî kesayetiyên kurdî, siyasî, rewşenbîrî,
zanistî serbixwe, yên ku baweriyên xwe bi xebatê
ji bo vejîna projeya me ya netewî li Kurdistana
Sûriyê dikin, piştvaniyên xwe ji rêzaniya “
Tevgera Rastiya Kurdistan “ dan xûyakirin û xwe
ji karên rêxistinê re amade kirin. Di roja 17.
06. 2006 an de, di bin siyên van xalên jêrîn de
konfiransa damezrandina “ Tevgera Rastiya
Kurdistan – Sûriyê “, rêxistina Ewropa li bajarê
Bottrop ê li Elmanya li darket:
* Dêmokratî ji bo Sûriyê li gor lihevkirina hemu
gel û kêmnetewên din, pêwîst e ewanan di welêt
de wek aliyên hevbeş bi hev re berdewam bikin.
* Xwerêvebiriya siyasî ji navçeyên Kurdistanî re
li Sûriyê.
* Yekbûna peyv û banga siyasî di çarçewa
hevkariyên rêxistinî û li ser bingeha rêzgirtin
ji rastî û heyina me ya Kurdistanî re.
* Hêzkirina pêwendiyên birayetiya Kurdistanî bi
hêzên siyasî li beşên Kurdistanî din re.
* Baştir e, ku diyalog di nav şaristanan de
peyda bibin, û ewanan bi hev re hevbendiyan ava
bikin, û ne li dijî hev şer bikin.
* Divê em sûdê ji kanîn û serpêhatiyên gel,
dewletên herêmê û cîhanê bigrin û çarçewa
hevalên gelê xwe berferehtir bikin.
* Divê rola jina Kurdistanî mîna hevalbendeke
rasteqînî di jiyana me, bi taybetî yên rêzanî û
komeyatî de were çespabdin.
* Em pêşwaziyê li her kesê, ku bi dilsozî
dixwaze pêvajoka me ya bizavî dewlemend bike,
dikin.
Piştî ku bixêrhatina hevalan hat kirin,
konfiransê karên xwe bi kêlîkê bêdengî li ser
giyanên pakrewanan û di serên wan de, yên
serhildala Avdara pîroz, di 2004 an de dest pê
kir. Herweha komîta rêvebira konfiransê hat
hilbijartin, û herdu nameyên birêz Norî Birîmo
gotebêjê “ Tevgera rastiya Kurdistan – Sûriyê “
ji aliyên hevalan de hatin xwendin. Dîsan Dr.
Ebdil Mecîd Şêxo ( endamê polît bîro yê katî )
bi kurtî siyaseta îroyîn ya cîhanî, herêmî, sûrî
û Kurdistanê di ber çavan re derbaz kir û
herweha ewî bi kurtebirî serdedemên avakirina “
Tevgera rastiya Kurdistan “ armancên wê ji
beşdaran re diyar kir. Dîsan danûstandinek
dêmokrat di navberên beşdaran de peyda bû,
hevalên beşdar kanî bûn bi azadî, bi
berpirsyartî nirîn û peşniyazên xwe di
konfiransê de pêşkês bikirana. Dr. Ebdil Mecîd
Şêxo li nik hemu pirsan, têbîniyan û rexnan bi
awakî birayetî rawestiya, û di encamê de xalên
siyasî û rêxistnî pir giring berhem dan.
Dîsan di vir de herdu pirojeyên bernamên siyasî
û rêxistinî yên T. R. K - S û hin belgeyên din
li hevalan hatin belavkirin, û paşê jî encumena
rêvebira rêxistina Ewropa û di nav wan de
xanimek û berpirsiyarê rêxistinê li Ewropa hatin
hilbijartin. Piştî vê jî hin encumenên pêşeyî
hatin hilbijartin 1- Encumena têkiliyên dervayî.
2- Encumena têkiliyên Kurdistanî. 3- Encumena
karûbarê civakî. 4- Encumena darayî. 5- Encumena
rêvebiriya malpera T. R. K - S.
Herweha jî hevalên beşdar piştvanî û dilsoziyên
xwe ji gelê me û çalakvanên tevgera me re di
hundir Kurdistanê de diyar kirin û ewanan
daxwaziya vexwendina pişikdarên me yên dêmokrat
li Sûriyê ji bo hevpeyvîn û lihevkirinê kirin,
dengên xwe ji bo serbestkirina girtiyên siyasî
yên Kurd û hemu girtiyên nirînên azad li welêt
bilind bikin.
Silav û rêz ji hemu pakrewanên serbestiya gelan
û dêmokratîkirina welatan re hatin şandin û
ewnan spasiyên xwe, ji layêngirên mafên mirovan
û gelan re li cîhanê pêşkêş kirin û li dawiyê
Dr. E. M. Şêxo spasiya hemu beşdaran; encumena
birêvebir, encumenên din kir û serkewtinên mezin
ji wan re hêvî kir. Li aliyê din jî, hevalên
beşdar soz dan, ku ewanan qaserî kanin dê
xebatên xwe li rex rêxistinên Tevgera Rastiya
Kurdistan li hundir Kurdistana Sûriyê û li
dervayî wê bi jîrbûn berdewam bikin.
20. 06. 2006
Tevgera Rastiya Kurdistan – Sûriyê
Rêxistina Ewropa
|
|