| |
Şam
şekir e, lê welat şêrîntir e ! *
*Stiran Ebdullah
Veguheztina ji soranî: Perîşan
Hin siyasetmedarên ereb û rewşenbîr, çi yên
Sûriyê û çi yên ereb bi giştî, di hevdîtinên TV
û malperên cor bi cor ên Internet de nerazîbûn û
diltengiya ku li navçeyên kurd ên Sûriyê
derketine holê vedgerînin destdirêjiyeke kurdî a
veşartî û hêzên kurdan ên derve, her wuha kurdan
bi bêwefadarî û bê dilsozî digel Sûriyê
destnîşan dikin, bi taybetî di demekê de ku
Sûriyê di tengasiyeke mezin de ye, çi di hêla
herêmî de (Israîl) û çi di hêla nêvdewletî de (DYA)
û gelek pirsgirêk û kêşeyên dijwar dijî wê
qewimîne.
Mixabin ev nêrîna şaş ne tenê ji aliyê Sûriyê ve
tê derbirîn lê belê ji aliyê ew kesên ku xwe
didin nasîn wek demokratxwaz û rewşenbîr jî tê
derbirîn, loma tê xwestin ku helwest li hember
vê şaşitiyê bê girtin.
Di gelek deman de têkilî û hevpeymanên dostane
di hêla herêmî de, bi awayekî tevneyî û toreyî,
di navbera hêzên siyasî ên kurdên parçeyên
Kurdistan û Sûriyê de hatibûn girêdan. Di demekê
de ku kurdên Kurdistana Iraqê li dijî Baes ê
Efleqî xebat dikirin û rêjîma Seddam ji herdû
aliyan re (Sûriyê-Kurd) dujminê hevbeş bû,
serokê koçkirî yê Sûriyê Hafiz El-Esed
siyaseteke nerm hember kurdan birêvedibir û
piştgiriya hêzên kurd ên parçeyên din dikir.
Jiber hebûna wî dijminê hevbeş û jiber hewldanên
Sûriyê derbarê afirandina (oposesyona Iraqî) li
dijî rêjîma Iraqê, çîroka dostaniyê di navbera
herdû aliyan de dirêj û dom kir.
Peşkên vê siyaseta nermîn ya Esed ê bav gehişt
kurdên Kurdistana Sûriyê jî. Lê belê zinara
erebî û siyaseta erebîkirinê nehate rawestandin
û alîkariya kurdan li ser asteke eşkere nedihate
kirin.
Her wuha di rêkeftinên gentlemanî ên nemorkirî
de Sûriyê rêç neda hêzên siyasî ên kurd li wê
deverê ku xebata xwe birêve bibin, lê belê di
çarçoveyeke nediyar de rêç li ber hêzên kurd ên
derve vedikir û derfet bi dest wan dixist.
Li hember vê yekê jî kurdên Sûriyê, hem ji bo
xebata kurdên Kurdistana Iraqê "ku bûbûn
hevpeymanên Sûriyê" lawaz nebe û hem ji bo
kurdên Iraqê wan qezencên ku ji desthilata
Sûriyê bidest xistibûn winda nekin, hewldanên
mezin dan ku helwesta wan bikeve rêya
berjewendiyên wî parçeyê welat (Kurdistana Iraq)
û xwe nexistin cihê nerazîbûna desthilatê û bi
rastî wan xwe kir qûrbanî ji bo kurdên
Kurdistana Iraqê û têkoşîna xwe xistin xizmeta
şoreşa me de.
Ji aliyekî din ve jî, di destpêka salên 90-î de
Şamê careke din û bi modêleka nû hevkariya
kurdan - ji bilî yên Sûriyê- kir. Vê carê
alîkariya PKK kir bi mebesta bandorek wê li ser
Turkiyê durist bibe. Kurdên Sûriyê dîsa baweşîn
li "şoreşa" Ocalan kirin, di dema ku bandor li
ser Turkiyê bê encam derket û şoreşa Ocalan jî
serkeftin bi dest xwe nexist. Di vê rewşê de sê
guhertin qewmîn:
- Ji aliyekî ve, Şamê piştî Esed ê bav di
çarçoveya hevkêşên siyasî ên navçeyê de xwe
nêzîkî Bexdad û Sedam kir.
- Ji alîkî din ve, kurdên Iraqê bervejoyî Şamê
diçûn û digel revenda guhertinên dunyayê û
sînaryoyê rûxandina rêjîma Baes diçûn û
destkeftiyên xwe jî bi dest xisitin.
Welatê Beşar El-Esed ji ber çi sedemê be jî, ji
karwanê siyaseta ku DYA li Iraqê birêve dibe
dereng ket, bi awayekî kirdeyî kete senger û
rêza lidûmayên Seddam Husên.
Şamê hîç ji wan hevpeymanên resen ên digel kurd
û hêzên siyasî de girêdabûn tiştek qezenc nekir.
Û ev yek jî tiştekî sosret bû! Ji ber di dema ku
Sûriyê alîkariya oposesyonê dikir tu kesî silav
li wê oposesyonê nedikir, lê îro welatên din ên
di dawiya hebûna rêjîma Baes de dostaniya
oposesyonê kirin her tişt ji bo xwe qezenc kirin.
wek siyasetmedarekî hayedar got:
“Eger Sûriyê bixwe Îraq rizgar kiriba dê ev
hêzên ku anuha li Bexdad desthilat in her ew
bixwe desthilatbana… lê belê mijar bi vî awayî
durist bû."
Di vê çarçoveyê de dihat ber çavan ku têkiliyên
kurd û Sûriyayê dê bikevin qûnaxeke xirap de.
Raste nameyên piştrastkirin û baweriyê Dihatin
rêkirin lê belê di holê de her yekek ji wan
rêbazeke taybet û cuda ji bo xwe hilbijartibû.
Ev bixwe derfeteke zêrîn bû ji bo kurdan, ku
tucaran bi dest wan neketibû û desthilata Sûriyê
vê yekê xweş dizane.
- Ji aliyekî din ve jî, kurdên Sûriyê “belkî bi
derengî” lê belê biryara xwe dan ku êdî xebat û
têkoşînê ji bo xwe û pirsa xwe biterxînin. Loma
di 12-ê adara 2004-ê de leyistika siyasî kete
stadyoma leyistika Futbolê de û li wê deverê di
navbera kurd û dostên Seddam ên ku duh dijminên
Esed bûn de pevçûn derket û Kurdistana Sûriyê bû
xaleke dubendiya demkirî ku li ber teqandinê ye.
Lê belê zû ye ku mirov texmîn bike, gelo dê
çarenûsa daxwazên gelê kurd li Sûriyê çi encamê
bide. Lê ronak û diyare ku kurdên Iraqê "wek
kurdên parçeyên din" xema kurdên Kurdistana
Sûriyê dikşînin. Lê nabe Sûryê dudil bibe
derbarê kutkuta dilê kurdan ku ji aliyê wê ve
dikeve warê pilan û mizaweriyê de.
Kurdên Iraqê dizanin ku Şamê di nav hevkêşeyên
siyasî de alîkariya wan kiriye, loma ew wefadar
in, lê ev nayê wateya ku xemgîniya birayên wan
bi wan xweş e.
Bi rastî kurdan Ji mêj ve Şam kirine pendeke
pêşiyan: "Şam şekir e lê welat şêrîntir e".
Şam tê heskirin lê ne biqasî kurdên me yên
bindest.
-----------------------------------------------------------------------------------------
*Ev gotar di 19-04-2004.an de piştî serhildana
Qamişlo, di rojnameya aso de belav bûye
**Sernivîserê Rojnameya ASO li Başûrê Kurdistan
|
|