Wednesday, 27 June 2007 23:45

 

Şevbuhêrkek helbestî li bajarê Amûdê

Fêselê Qadirî


Roja înê 16.06.2006-ê li bajarê Amûdê bi amadebûna gelek helbestvan û rewşenbîrana mîna mamosta Deham Ebdul Fetah û mamosta Arşek bavê Fatma şevbuhêrkek helbestî hate lidar xistin.
Helbesvanên ku ji bajarê Hesekê hatibûn ev bûn: Ibrahîm Ebdî, Mehmûd Badilî, Seyfidîn Qadirî, Miş'elê Osman û helbestvanê hêja Ehmedê Xursî ji bajarê Qmişlo.

Piştî xwendina helbestvanan ji helbestên xwe re, dan û sitandin di navbera beşdara û helbestvanan li ser rewşa helbestê û toreyê bi tevayî çêbû.

Ez ji hêla xwe ve sipasiya helbestvanên ku xwe westandin û şevbuhêrk li darxistin û bi helbestên xwe yên watadar û hestiyar xemilandin, dikim, çi ên ji bajarê Hesekê û çi ên ji bajarê Qamişlo, hatibûn û hêvîya serkeftinê ji wan re dixwazim û berdewambûna şevbuhêrkên wisa.











 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE