Wednesday, 27 June 2007 23:45

 



Koçberî
„bo hunermend Luqman Ehmed“

Mişel Osman


Perdeyên reş
hatine dakêşandin
di hemû rêçên bajarê..
nan de..
tiştekî nabêjim
ta bi ketinê..
hestiyê dost û hogiran
derbûne
ji cendekên wan î
avêtî
di şexteyê de..
westîyam....
westîyam..
ta qirbûnê..
rêça min gelkî dirêj e
bihêlin
di oxirê de ez herim..
bajar li piş jiyanê ye..
bihêlin
bê xatir ez herim..
sûnda min ji we re..
bi kaxezên li ber ba dibe
bi xurcika min î ji peşkên
xewna..
ez ê çavê xwe bigrim..
bêdengîyê bikeritînim..
lê naxwazim..
bi çûna xwe ..
rojyarê şiyar kim.









 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE