|
|
| |
Dilo jaro
Ibrahîm Ebdî
Dilo jaro di salên te buhar nîn e
Tu mişt derd û kul û kovan û ahîn e
Li zevya te xema konê xwe danîn e
Çi bêjim ez -dilo jaro- tu xemgîn e
Tu xemgîn î jiber ku tu evîndar e
Riwê dîlber li ber çavên te nîgar e
Tu bê hal û perîşan û tu bêzar e
Tu bindest û belengaz û tu bê war e
Erê jaro tenê xem maye para te
Kul û derdin berên ku ketne dara te
Ji te dûr e evîn û bendewara te
Dikî gazî lê kes nayê hewara te
Tu kes nayê te dernaxe ji vî halî
Heval û hogiran tev da xwe dan alî
Dinalî tu ji rengê Bêkes û Nalî
Ji ber vê tu xuya ye pîrê sed salî
Çiqsî tu bi ax û of û azar e
Ji xweşbûna jiyanê her tu bê par e
Ji rengê Keserê xemgîn tu pir jar e
Dizanim serxwebûn bo we tenê çar e.
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|