| |
Rexne di navbera şaşkirina rastîyan
û rastkirina şaşîyan
Xeleka yekê
Berzo Mehmûd
Li roja 17ê hizêranê, sala 2006an, di malpera
Rojava.net de Dr. Memo Ebdî gotarek rexneyî bi
navê ((Rastiya "rênivîsa peyva kurdî", nirxên wê
û rexnên lê)) derbarî pertûka minî bi navê (Rênivîsa
Peyva Kurdî) belav kir û hin nerîn û bîr û
baweriyên xwe ji me re gotin. Berî her tiştî û
berî ku ez gotara wî bixwênim jî ez bihêvî bûm
ku her kesê rexne yan têbîniyên xwe derheqa
berhemekî zimanvanî binivîse, pêwîste nivîser bi
kêmanî şapezabûneke wî di mijara zimanvanî de
hebe, neku ew jî bi awayê melakî li babet binere
û wilo xwendina xwe têde bidawî bêne. Ez baş
dizanim kak Memo wek xwendevan û nivîser wextekî
xwe yî baş di xwendina vê pertûkê de bûrandîye,
di demeke ku gelek kêm in ew kesên bi kurdî
dixwînin, nemaze berhemên rêziman û zimanvanî
yên ku hem hişk in û hem jî hin berhemên wek
lêkolîna ziman ku pisporî û şarezabûn di
xwendina wan de divê. Lê gelo Kak Memo di
têbînîyên xwe de derbarî rexne û nirxandina vê
pertûkê rast çûye yan şaş çûye? Bersiva vî pirsê
peregrafên vê gotarê didin.
Hin kes û hin xwêner û nivîser wa tê dighin û wa
dibînin ku erkên rexne hew tenê xuyakirina
kêmasîyan e. Li gor derbirrîna kak Memo (ya rast
ez şûrê xwe ji ber xwe bikşînim) rexnegir xwe (şûrkêş)
dibîne, lê ne (şabaşbêj). Helbet ev rastgoyî ji
alîyê rexnegir ve xweş e bi mercê ku şûrkêş ji
mercên lîstikê dernekeve û şûrê xwe rast bavêje.
Ya dîtir weha ji min ve dixuye ku nivîser carna
di hin cihan de ji pêwendiyên hevaltîyê ditirse
ku pê were tometkirin, lewra xwestiye xwe hinekî
tûj bike, heçku rexne ewe rexnegir kêmasiyan
bibîne, eger nedît jî dikare lê siwar bike. Di
bawereya min de mirovê nivîskar nabe di helwêsta
xwe de û di gotina bîr û bawerîyên xwe de
bitirse, yan ji pêwendîyên hevaltîyê bipelikê.
Li ba min wa diyar dibe ku nivîserê kurd ta niha
ji bîr û hizrên malbatî û eşîrtî rizgar nebûye.
Dîsa nivîser nav di xwe dide ku rexne bi wateya
belûkirina kêmasiyan, lewre di despêkê de dibêje:
“… lê bi gumana min aliyên nerênî û qels di vê
pirtûkê de naçar in bibin naveroka tekoşîna me û
destelata xwe bigire ser hizir û ramanên me”, lê
dîsa dadgehkirin hatiye bîra rexnegir, lewre bi
dû de dibêje ez ê xwe bavêjim nav vê pertûkê (mîna
xwendevanekî ne zimannasekî). Rexnegir bi vê
xalê dixwazê rêya çûk ji xwe re çê bike û xwe
rizgar bike eger lê giran bû. Lê pirsa ku xwe
tavêje ser masê eger em wa bibêjin, yan jî pirsa
tê bîra me her ew e ka rexnegir ew alîyê nerênî
û kêmasîyan û qelsîyê destnîşan kiriye? Yan di
warê têbînîyên kesane de diçe û tê? Mebesta min
ji têgeya (kesane) ango ew nerîna teng ya bi vî
kesî ve bend e, ku têkista rexnegirtî nabe cihê
belge û nimûneyan bo isbatkirina bîrûraya
rexnegir. Ev têbînî heye durust bin û heye ne
durust bin.
Kêmasî bi xwe rûwek e, lê rûwekî dîtir jî heye û
bi giringîya yê pêşî ye, ew jî ronîkirina alîyê
başiyê ye di berhem de, jiber ku berhem eger
kete ber rexne de merc nîne herdû alî bêne
ronîkirin, heye em giringiyekê bidin ser alîkî û
alîyê dîtir bi kurtî bêne ziman. Çi
destnîşankirina başiyan û çi jî ya kêmasîyan be,
her divê rexnesaz, nemaze di babetên zanistî de,
dûrî pîvanên kesayetî û yeklayî bê da ku bikare
biryareke rast û durust bide jibo bikeve xizmeta
zanyariya kurdî de, jiber ku rêbaza zanistî bi
rastî û durustî her ew e ya ku berhem bilind
dike, îca başiyên berhem bi xwêner bide naskirin,
yan şaşî û xirabîyên wê/wî. Vêca berhem bi herdû
aliyên xwe ve bi şêwazekî pisporî were nerxandin
encameke baş dide û pileya lêkolînê di ziman û
wêje û rewşenbîrîya kurdî de berz dike. Gava em
dibêjin rêbaza rexnesazî mebest jê ew e em çilo
dergehê axaftina zanyarî di babetên ziman de
vekin? Çilo em rexnê li hev bigirin? Her ev jî
bi danîn û hilanîna zimanvanî tê, bi giftûgoya
birayane bi giyanê hezkirinê, dûr ji nîq û
xwebînînê, dûr ji hestê dubendîyê, ne bi
serhişkî û bi (êzingê min) î mijar çareser bibe.
Bera bawerî ew ya zal be, bera zanîn û hişmendî
biryarder be, bera zimanê aqil serdestî hemî
beşdaran be.
Herwekî em di warê ronîkirina asteng û kospên
ziman de ne, helbet wê têgeyên neyeksan navbera
xwêneran û navbera rewşenbîran de, navbera
zimanvanan de belû bibin, ev neyeksanî encama ew
zanyarî û rewşenbîrî û şarezabûna ku her yek ji
van mirovan, ji van rewşenbîran, ji van
zimanvanan xwe pê girtiye, yan li ser mezin bûye.
Ya dîtir jî hêz û xurtiya dahênanê û zimanvaniyê
ji mirovekî ta mirovekî dîtir ne wek hev in. Ev
bi xwe tiştekî suruştî ye. Ya giring di vê
giftûgoyê de ku herdû tîm (team) bi ser
neyeksaniya xwe ve bigihin wan hokar û encamên
ku ber bi kêmkirina wan kosp tegeran de diçin û
em hemû kar bikin jibo pêşvebirina aliyên xurt
di zimanê me de, ne ku li encama nexweşiyên
kesane, em rexnê bikin wek rêçeke rewa (مشروع )
pê nivîserekî yan dahênerekî ji behayê wî yê
rastî kêm bikim. Ev reng rexne, mebesta min
rexneya kêmkirinê, yan jî ev gotara xirabî
ticarî nakeve ber coreyên rexnesazî de, wek vî
karî şer û dev-avêtine. Ez vê yekê di warê giştî
de dibêjim û gerek neyê famkirin ku ez çêl
nivîsara kak Memo dikim.
Di aliykî dî de rexnegirtin yan (şûrkêşan) bi
wateya nivîser di warê zimanekî wek zimanê kurdî
de ku ta niha cêgîr nebûye û şêweya standard
jêre nîne, her kes li gor kêfa xwe dinivîse yan
(dinûse) wek (derbareyî, nîgar bikim). Eger kak
Memo mafdar e ku (dinûse) binivîse, ez bi xwe ne
li dij im, lê ya pêwîst ew e peyv bi kîjan
şêwezarî hat, gerek rast were û ligor yasayên
zimanê kurdî bê, ango nabe em van gotinan yan
van peyvan bi şaşî bikar bênin, wek çawa karê
lêkdayî (nîgar bikim) li nik nivîser hatiye ku
karê (kirin) nabe ligel peyva (nîgar) were, ya
rast ew e karê (kêşan) bi peyva (nîgar) re bê,
ne (kirin). Lewra kurd dibêjin: (Ez nîgar
dikêşim), ne (nîgar bikim). Ev şaşiya han peyvê
ji wateyê dixe. Baş e, ma ev şaşomaşobûn di
stûyê kê de ye? Di vir de em dikarin wek awayên
rexnegirtinê bêjin: nivîser ketiye şaşîyeke
zimanî de û serrastkirina wê pêwîst e. Cihê
amaje pêkirinê ye ku gelek nivîseran şaşîyeke
zimanî ji vî nifşî, ango nifşê frazyolojîya
zimanê kurdî wek (nîgar bikim), dibêjin: (rexne
bikim) ya (rexne dikim)? Ev bi xwe şaş e û
kurdan ji kevin de wilo negotine, lê ev şaşî li
encama bikaranîna çavlêkirineke şaş ku wilo ser
zimanê nivîserine şaşomaşo têne nivîsîne, nemaze
nivîserên kurdên Sûriyê û yên Tirkiyê. Ya rast
ew e ku em bêjin (rexnegirtin) yan (min rexne li
te girt ), jiber ku peyva (rexne) bi xwe kêmasî
ye û kurd dibêjin (li min negire) ango (vê
kêmasiyê li min negire), lewra (rexne) jî wek (kêmasî)
tê gotin û dibêjin: ( min rexne lê girt ). Nabe
em bêjin (min rexne li te kir). Nabe ez bêjim
raya min wilo ye û raya te ne wilo ye, ev ne
warê bîr û bawerîya ye ku di têgehên nerînan de
tê gotin.
Lê şêweya peyva (derbareyî) ya ku li nik kak
Memo hatîye ne şaş e lê wek dengsazî ser ziman
hinekî giran e û li nik me (derbarî) ya (derbara)
/ (derbarê) tê gotin û bi soranî (derbarey) tê
gotin. Ez vê yekê dibêjim bi mebesta ku bala me
û hişê me li zimanê me be, nemaze kesên ku xwe
di vî warî de berpirs dibînin. Şaşiyên ziman bi
me hemiyan re derbas dibin, jiber ku zimanê me
ew guhdan ji aliyê partî û dezgehên kurdî pê
nebûye û ne dibe, jiber ku ev partiyên me xema
we tenê kursî saxlem bimênin, wekî dîtir çi bi
serê zimanê kurdî tê, ne giring e.
Hin car nivîserê rexne herçende ew bi xwe
mirovekî dilpak û pakniyaz e, lê jiber ku di
şêweya nivîsînê de bi taybetî di warê rexne de
ne pispor e, lewra hin şaşiyên wî di
hilbijartina hin peyvên nelibar de derdikevin û
ev bi xwe li şûna mifayê bidê berhem, ziyanê
digihênê, wek: (şaşomaşo, gelemşe, qurrekirin,
ramanên çewt …. ) jiber ku nivîser di yek xalê
de jî nedaye xuyakirin ka di kîjan cihî ji
berhem mirov şaşomaşo dike yan ramanek çewt di
kîjan mijarê de ye, yan di kîjan beşî de ye.
Helbet ez ti carî qebûl nakim nivîser wilo bê
belge biryarekê bide. Kengî rexnegir raya xwe
yan dîtina xwe bi belge isbat kir, hingî emê jê
re patê lêxin. Jibilî wilo pê ve, peyvên
rexnegir di warê tewşomewşo de diçin û tên.
Jiber vê yekê ya baş ew e ku nivîser peyvên xwe
bi hûrbînî hilbijêre, yan jî rexne ti wate û
bihamendî jê re namêne û li şûna rastkirinê
şaşkirin tê, ku ev jî ji nirxê rexneya me kêm
dike.
Dr. Memo rêya pêşketina zimanê kurdî di piroseya
perwerdekirinê de dibîne dema ku dibêje: ((…
zimanek ne di rêya perwerdeyê de be ne mimkine
ku tu pê xwe qure bikî yan ji heqê wî derbikevî,
jiber vî tiştî ez ê hewlbidim bi şêweyekî
objectîv bê dexsîn xalên lawaz eşkere bikim bi
armanca serrastkirina ramanên çewt û zelalkirina
helwestên nediyar, tevî ku daner bi xwe jî di vî
warî de kêmasî şopandine û hin diyarde
belûkirine.)) Çend têbîniyên min derheqa gotina
nivîserê rexnegir hene, ew jî ev in:
1. Peyva ((pê xwe qure bikî)) ji alîyê wateyê ve,
ne di cihê xwe de hatiye, ango ew mebesta ku
nivîser dixwaze derbibire nade. Ya baş ew bû ku
bêje (ne mimkine ev ziman bikare di astê zanyarî
de bi hesanî rola xwe bibîne, eger perwerdekirin
li dûv nebe … ). Mebesta nivîser kîjan ji wan
be, bera ew be, lê ev ne bîrûraya min e, ev ne
baweriya min e, neku ez ya dilê xwe dibêjim,
belê ez ya hişê xwe dibêjim. Zimanê kurdî ew
pêçêbûn heye ku wek her zimanekî zindî rola xwe
di danîn û nivîsîna zanyarî de bibîne, lewra ez
bîrûraya kak Memo sed ji sedî şaş dibînim û em
dikarin bê şerm û fedî (xwe bi zimanê xwe qurre
bikin) û ya durustir xwe pê serbilind bikin.
2. Bi dû de, rexnegir ji xwe ditirse ku derheqa
nivîserê berhemê bikeve şaşiyan de, bo vê yekê
berî ku bîrûraya xwe bêjê rê jê re xweş dike
dema dibêje: (jiber vî tiştî ezê hewl bidim bi
şêweyekî objectîv bê dexsîn …. ). Di vê têvejoyê
de rexnegir sê peyvên rêxweşker bikar têne, ku
ew jî ev in: (hewl bidim), (bi şêweyekî
objective) û (bê dexsîn).
3. Dûv re tê ser wê bîrûraya (( xalên lawaz
eşkere bikim bi armanca serrastkirina ramanên
çewt û zelalkirina helwestên nediyar)). Wek
şêwaz peyva (hişkerekirin) di vê têvejoyê de ne
hewqas libar e, lê dîsa nexem e. Di vê goteyê de
hin têbînî serê xwe hil didin:
A. Helbet ronîkirina xalên lawaz tiştekî durust
e û ew xalên lawaz di berhemekê wek rênivîsa
zimanê kurdî de nînin û ew xalên giring ên ku di
berhem de hene, Dr. Memo destnîşan nekirine. Ez
nizanim şûrê wî kuh e/ko ye, yan ev bîrûra yên
kesine dîtirin?! Ya dîtir jî rexne û nerxên wî
pirtir di warê têbîniyên giştî de tên? Her ev jî
cihê xwe di lêkolîna zanistî de nagire eger
kêmasî di têkista rexnegirtî di pertûkê de neyên
nîşankirin û vê yekê di baweriya min de lawazî û
nerewabûn bi ser têbînîyên Dr. Memo de zal kir.
B. Paşê rexnegir yan jî (şûrkêş) tê ser wê yekê
û dibêjê: ( … bi armanca serrastkirina ramanên
çewt û zelalkirina helwestên nediyar)). Ez ê li
ser vê yekê di çend xalan de rawestim, ew jî ev
in:
1. Berî her tiştî kêşeyên ziman ên ku di pertûkê
de hatine di çarçêweya yeksanî û neyeksanî de
têne çareserkirin. Diyar e kak Memo bi yeksanî û
neyeksanîya ramanan nebihîstîye, lewra yekser
çewtî û rastî tê bîra wî, ya reş ya spî, yan tu
bi min re yî yan tu dijmin î. Ev şêwe bîr li nik
rewşenbîrên birra nema ye, pirtir li nik kesên
nexwenda yan gundî yan zordest peyda dibe.
2. Ya dîtir jî Dr. Memo xwe di wê astê de dibîne
ku bibe biryarderê çewtî û rastiya bîrûrayên
pertûkê. Di bawerîya min de ya baş ew e eger
mirov lingê xwe li gor xwe bavêje, wê çêtir be.
Wek şêwaz û rêz di nav pispor û xudanbîran de
heye ku nivîser yan xwêner raya xwe yan gotina
xwe wilo tazî nabêje û nanivîse. Kêşe ne bi
awayê derbirîna Kak Memo tê çareserkirin, helbet
herkes mafdar e ku raya xwe, çi şaş û çi rast,
bêje. Lê biryardan bi çewtî û neçewtîya ramanên
zimanî bi kêmanî divê xwediyê vê biryarê di
zimanvanî de pispor be daku bikare yasayên
zimanvanî ji hev derbixe, ne ku ramanên
zimanzanekî wek Seyûtî tê negihim û karîgerîya
wan di rênivîsa zimanê kurdî de gelemşe bibînim
wek ku Dr. Memo weha da xuyakirin. Ma çê dibe ez
çewtî û neçewtîya rayake dextorî /bijîşkî
bibirim, eger ez di vî warî de ne pispor bim?
Jibilî wilo jî nivîserê şareza di barekî weha de
li şûna (çewtî), peyva (şaşî) dinivîse/dibêjê,
jiber ku çewtî watayeke xirabî dide. Di bawerîya
min de ya baş ew bû ku Dr. Memo bi kêmanî peyva
(şaşî) li şûna (çewtî) bikar anîba.
4. Ya dîtir jî ka ew çewtî di kûde de ye? Û çima
nayê destnîşankirin ka gelo ev bîrûra çewtî ye
yan têbînîya kesane ye nakeve xizmeta pêşkeftina
lêkolînê di zimanê kurdî de.
Bi raya min Dr. Memo di vê xalê de şaş çûye,
jiber ku armanca wî di berhem de ne (serrastkirina
ramanên çewt) e, ne ku ez mafê (serrastkirinê)
didim xwe û ji bilî xwe distênim, na. Ez vê yekê
dibêjim jiber ku gotara wî ne di coka rastkirina
ramanên çewt de derbas dibe, gotara wî bi xwe di
çarçêweya danîna hin têbînî li dû xwendina wî di
pertûkê de. Em di giftûgoyeke zimanî de ne û
hemî diyar de li gor bîr û baweriyan berçav dibe
û ez jî di pertûkê de li gor yasayên ziman raya
xwe didim û eger pêçêbûn hebe li gor pisporî û
zanebûna xwe raya xwe didim û çareser dikim.
Di babetên ziman de gelek mijar hene çendlayî di
astê nerînê de têde peyda dibe. Ev çendlayî di
hin xal de wî mafî nade min ez bêjim ya herî
rast ya min e û ya dî şaş e, belê pîvanek heye
ku em pê formekî yan şêweyekî ji çendekan
hilbijêrin û wê bikin forma standard, wek em
bêjin ereb di warê şêwezaran de hinek dibêjin (eqûl
- dibêjim) û hinek dibêjin (egûl) û hinek (e-ûl)
û hinek jî (exûl), lê zimanzanên wan yek şêwe bo
standard hilbijartin û pê dinivîsin û dixwênin,
belê yên dîtir jî devkî têne gotin.
Bi ser ku ev nerîn hemî jî bi mebesta xizmet û
avakirina zimanê kurdî û ne tiştekî dîtir hatine,
lê di nav tevna têkista wî de, hin peyv û riste
du rûwan distênin, ango du watayên cêwaz û
hevdij dide, erênî û nerênî, başî û nebaşî, yan
jî nivîser hin xal di hin cihan de mezin kiriye,
yan mezin dîtiye. Ev yeka han têgehîna xwênerê
xwe, nemaze yê ku pertûk nexwendîye û yê ku baş
fêrî babetên rêziman û zimanvanî nebûye, dixe
bin mij û moranê de û li şûna ku rûwê başî wek
heyî bide xuyakirin, camêr xwe ji şûrkêşanê re
çikandiye daku rûwê (qels û lawaz – di dîtina wî
de) li gor zanebûna xwe bide xuya kirin. Bi ser
wilo de jî, nivîserê rexnebêj wek xwendevan, ne
wek zimanzan xwe pêşkêş dike. Ev bi xwe jî du
rûwan distêne: yek jê ew e ku nivîser xwe nabîne
zimanzan bi wateya zanistî, bi kêmanî hember
berhemê ku rexnên xwe lê digire. Ya dîtir ew e
nivîser rê ji xwe re vekirî dihêle, xwe ji revê
re amade dike, mebesta wî jî ew e eger lê teng
bû, ji xwe berê gotîye ne zimanzan im wek wê
penda kurdî ya dibêje: (dîtim ez im, nedîtim diz
im)
Lê tiştekî baş heye û pêwîst e em amaje pê bikin,
ew jî ew e ku Dr. Memo ji wan hemî têbîniyên xwe
yek têbînî durust û zanistiyane daye, helbet
jêre tê tomarkirin, ew jî ev e: (… mamostayê me
pir giringî daye rêzimana Celadet û têra xwe tê
de dîtiye min dixwest di nirxandinên wî de
nerînên Qanatê Kurdo bihatana şopandin …. )). Ev
têbînî di cihê xwe de ye, herçend di hin movikên
lêkolînê de min raya Qenat berçav kiriye.
|
|