Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

Termê xav

Aso Elîka


Li qiraxa vî dilî
Termê evîna neqşok,
Bê ewlebûn hilgirim
Reh hişk e wek pûş
Te gêre bikim
Bidêrim li ber bayê vê payizê,
Tu bibî ka û kapik
Li ser tirabêlka vî canî,
Te bi gorî bêhna pehîzokê bikim
Û berdim bêhna te yî tîr ji qorzîka vî gewdeyê herifî
tu hilperikî bû xwîna min î lerizî
ez te li nav mayînên vî welatê bêkêr belav bikim,
di hişkaya te de hilma barûdê biçînim,
te derxim meydana her bajarî…
li te bicivînim siyên giran, te bikin pîşo li ser birînên vî giyanî.

Tu şekirê ristok bû, li ser lêva min tu dilopa tenahiyê bû,
di çavê min de rondika şahiyê bû,
lê tu îro meşka zuha , cilmisî ye, bi stûna nig şkestî ve bi darvekiriye,
êdî hew…hew…hew te dinoşim tu jiyana stewr e lê…










 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE