Wednesday, 27 June 2007 23:45

 

Seyranek dengbêjên nêv janan
Lwîz Aragon
Wergerandin: Enahîta Hemo


Û dema ji nûve ez dest bi kar bikim,
Ez ê di vê riyê re bixebitim ……."
Dengek hildikşe xurt tê guhê min,
Û diaxive bona demên tên û bi rêde ne,


Em dibêjin ku di nêv şana wê ,
Du mirov wê şevê :"dilsar e ",
Ji vê jînê rawestiya-tu?


Dikare bijî , tu dikarî bijî ,
Dikare bijî mîna me!
Bêje gotina te min dihêle sermest
Û tê karibe bijî ji serê xwe ….ta lingan ….."

Û her û her dîsa ew karbû,
Ez ê wî karî bikim,
Ew dengê ku hildikşe xurt e,
Diaxive bona demên tên,

"Ne gotinek: Derî hêla,
Vebû û tu derket! Ne gotinek:
Zordar dest li ser hilanî
Sesame*! Kutabûn gotinên te ,

Ne gotinek ne derewek
Bona guhertina bê hêviya te,
Birame, hizir bike, birame.
Bi xweşbûna spêdê de …..!"
-"û heger ev bû cardî kar
Cardî vê riyê ez dikim karê xwe,
Dengek hildikşe xurt e,
Diaxive bi mirovên pêşerojê re.

---------------------------------------------
Ses ame : gotinek ferensî ye












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE