rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Navê delalê min Oxir e *
Xelat Ehmed



1

Dar diherikin xewnan
Nalîna nifşên birîndar derbas dibe
Ez ji dengê xwe diwerivim
Û zemîn di laşê min de diçe xwar.

Reng , di beybokên min yên bizdayî de sipî dibûn
Û hîn
Di pêla xwîna her tim de dihatin
Bi sêzdeh guleyan
di himbêza babê xwe de
qurbana navê Amedê dibûm.


Ronahî tije xew dibû
Çavên min bêriya lehîstokên duh dikirin
Wek biradostekî
Xumênê destê xwe di stuyê min re anî
Hêdî, hêdî
Bajar û dengê bavê min dûr dikevin
Zîqîn ji çavên min hat
Tarî ye, tarî….
……..


Çavên min kil bikin
Guliyên min hûr hûr bihûnin
Sosinan di kêliyên sînga min de biçînin
Mîrê xewna xwe me.


2

Kevanên dergehan , mêweyên hilperikîn pencereyan û çemê kevok
hiş bûn
Aso rijiya xwar
Sîkên surhê lerizîn
Û birûskên sêzdeh zayînan
di xwîna zarok de
Teqiyan.
………………………………………………………..
Çi demeke pençeşêr e.

3

- wa piro pirwano
- haaaa
- tu çawa yî
- ez baş im
- mirinê gotiye ka berxekî
- nadim te bişkulekê
Û ……………
………
…………….




* Oxir kurê Qezeltepê ye, wek bêrîkirinê şêrîn şêrîn mezin dibû, tenê duzdeh Newroz dîtin, ya sêzdehê gurên Turkan serjêkirin. Salê duzdeh mehan sosina li ser lêva dayîka xwe ye.

 

 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE