rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Sozên DYE û derbeya li Tehranê!

Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com



1


Ji dema bûyerên 11 septembera 2001 ê û heya niha, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) her roj sozên demokrasî û edaletê li gelên Rojhilata Navîn belav dike. Rêviberiya DYE-yê piştî êrîşan soza guherîn û veguherînê da. Georg Bush wê çaxê derket pêşberî cîhanê û mîna "tobedarekî nalbend" li gunehê xwe mukur hat û got " Me berê gelek caran dest da rêjîmên dektator yên ku gelên xwe dipelçiqandin, loma em ji aliyê van gelan ve mîna hedef hatin nîşan dan. Ew çewtiyek bû, em dibêjin pêwîste DYE-yê vê siyasetê biguherîne û bi rêjîmên weha totalîter nekeve nava têkilyê de". Lê ev soza piştî prosesek demkurt û rûxandina 2 rêjîmên totalîter li Iraq û Afganistanê têk çû. Niha DYE dîsa destê xwe ji bo dostaniya rêjîmên toatalîter û xwînmij dirêj dike. Ew mesela "Reformkirina Herêmê" û pîlankêşa "Rojhilata Navîn a Mezin" hemû ber bayê kur ve çû!.

Niha DYE dîsa mîna berê hevalbendê dewleta Tirk û generalên Pakistanê ye, her weha têkilyên xwe bi rêjîma Lîbyayê jî re berî çend rojan xweş kir û bi rêjîma Tarablosê ya totalîter re, ya ku gelê xwe dilpelçiqîne, li hev hat.

Ji bo destê xwe bavêje nav kar û barê Misrê jî û "Prosesa Demokrasiya Gelerî" ya van salên dawî bi hêz bûye, rawstîne û rê li pêşiya hêzên demokrat û leberal bigere, hevdîtin bi kurê serokê Misrê Cemal Mobarek re çêkir. Rêviberya DYE yê bêyî ku tu rêzê bide iradeya gelê Misrê Mobarekê kur, mîna "berpirsyarekê payebilnd" li Washingtonê pêşwazî kir. Ev yek jî mîna "Lampa Kesk" hate dîtin, ku pêşiya Mobarekê kur vedike, cihê bavê xwe bigre û bibe Serokê Misrê...

Destekdayina rêjîmên totalîter û dektator li herêmê navnîşana siyaseta DYE yê ya niha ye. Ew bi rêjîmên Sûdî Arabistan, Misir, Lîbiya, Tirkiyê re têkilyên xweş û taybet datîne, hemû jî li ser hesabê gelên van rêjîman yên bindest.

Dema DYE amedekariya êrîşa rêjîma Sedam dikir, daxwaza "Xelasiya gelê Iraqê ji vê rêjîmê" ji xwe re dikir bahane û bingeh. Heman tişt jî niha derbarê Kûriya Bakur û Iranê de. Lê rastî, mixabin, ne ev e. Rastî ew e, ku DYE hîna berjewendiyên xwe wek esas dibîne û li cem wê wek hev e, çi têkilî bi demokratan re an jî bi dektatoran re...

2

Van rojan dîsa gelek guftûgo li ser programê Iranê yê nukllerî tê kirin. Tehranê pêşinyara Ewropayê ya "Alîkariya diravî li himberî destberdana ji geşkirina nukllerê" red kir. Serokê Îranê Mahmûd Ehmedînejad (yê hilbijartî!) da zanîn, ku ew tu carî dest ji hedefa xwe bernadin û heya dawiyê ewê li ser ya xwe bimînin. Ehmedînejad yê ku her roj serdana herêmekê dike û bi xelkê re hevdîtinan pêk tîne û wan li dora xwe dicivîne, da zanîn, ku ew tu carî ji ya xwe nayên xwarê û geşkirina nukllerê ranawestînin. Bi vê yekê re, rola Ewropayê ya navbênkariyê hêdî hêdî têk diçe. Tenê îca daketina Washingtonê ya meydanê û bikaranîna hêzê li dijî programê Tehranê yê nukllerî dimîne.

Jixwe niha berpirsyarên Pentagonê her roj li welatên ereban in, bargehên eskerî kontrol dikin û bi milyarê dolaran çekên nû ji bo "xweparastina ji êrîşeke Îranî ya muhtemel" difroşin erebên Kendava Farisî!!




------------------------------------------------------

Ev nivîs di rojnameya Yeni Ozgurpolitikayê de hatiye belav kirin. *

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE