rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Hevpeyvîn bi Samî Tan re: Dilê me li ser zimanê kurdî dişewite
Hozan Emîn (Semakurd)

 


Di despêkê de em bixêrhatina te dikin û em kêfxweş in ku te ev derfet da me ku em vê hevpeyvînê bi we re bikin.

Mamosta Samî Tan îro hatina we ya Kurdistana Îraqê jibo 108 saliya rojnamegeriya kurdî û jibo beşdarîbûna festîvala ku ji bo vê bîranînê pêk hatîye, rola Bedirxaniyan û xebatên wan ji bo pêşxistina rojname û çanda kurdî çiye, ji vê hêlê de em dixwazin bîr û dîtinên we bigrin?


Belê ez bi xwe jî silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikim û ev sala didiwaye em beşdarî festîvala Bedirxaniyan li herêma Kurdistana Îraqê dibin.
Bi rastî komîta birêveberiya vê festîvalê kareke hêja dike, ji her çar parçên Kurdistanê rojnamevan hatibûn ba hev. Ev kareke hêja ye, em hêvîdar in ku hindekî din bi naveroka xwe zêdetir kurdistanî be û çar-parçeyî be ne tenê perçeyekî begire ber xwe û rojnamenûsên kurd bikaribin pirs û pîrsgirêkên xwe di vê platformê de bînin ziman û hemî rojnamenûsên Kurdistanê karibin xebata rojnamegriyê ber hevde bînin û di warê kêşeyî û warê weslekî (pîşesazî) de karibin ber bi hev de werînin. Em hêvî dikin ku ev festîval roleke wisa bilîze.


Rola Bedirxaniyan di pêşxistina rojname û rojnamegeriya kurdî de çibo?

Rola vê malbatê di warê pêşxistina rojnamegeriya kurdî de, roleke hêja ye. Ne tenê di warê rojnamegeriyê de lê belê di warê tevgera rizgariya netewa kurd de jî rolek girîng lîstine û di dîroka gelê kurd de cîheke mezin girtine. Her çiqasî em bêjin lê di alîyê din de jî tevger û têghiştina wan jî li gora wê wextê belkî alîyê ko mirov rexne jî bike hebin, lê li gora wê demê xebatên pêşketî çêkirine, mirov dikare vê bêje, divê mirov li gorî îro ne nirxîne, divê mirov hinek dersa jê bistîne. Lê disa ez dibêjim li gora mentiqê îro jî di vê mirov nefikire û rexne neke? Na divê nirxandin hebe. Em li gora rewşa wê demê lê binerin û bi wî çavî em li malbata Bedirxaniyan û gavên wan dinerin ku wan gelek xebatên hêja kirine, wek nimûne: Miqdad Bedirxan û birayê wî Abdulrehman yekemîn rojnameya kurdî derxistin. Piştî wê gelek xebatên rêxistinî û rewşenbîrî hatine kirin. Celadat Bedirxan kovara “Hawar” derxistiye û belav kiriye, ev kovara ku bingeha zimanê kurdî tê de ye. Celadet herweha bingeha alfbaya kurdî ya bi tîpên latînî danîye û dîsa ya Kamîran Bedirxan jî him li ser ziman û him li ser weşangerîyê gelek kar kirîye. Evana giş xebatên giring in, divê ev kar û xebatên wan bi erênî werin nirxandin.
Hindekî jî wexta em bi çavekî rexneyi lê binerin, divê mirov ne bêje ku lazime ku hertiştê wan pir baş be û tu kêmaniyên wan tune bûn û tevde pêşketî bû. Êrê evana tevde rast in lê di encamê de tevî hemî xebatên wan û keda wan çima heta niha gelê kurd derfetê azadîbûnê bi dest nexistîye? Ev aliyekî rexneyê ye ez karim wilo şirove bikim.

Mamosta, bê guman wek te jî da diyar kirin gelek aliyên rojnamegeriya kurdî hene. Îro gelek problêmên me hene, ji aliyekî pirsên rastnivîsînê û ji aliyê dî jî li her perçayekî Kurdistanê bi şêweyekî tê nîvîsandin. Gelo di vê alî de vê festîvalê ti nirxandin kirin û bersiv ji van pirsan re dîtin û ti pêşniyar ji bo afirandina zimanekî hevbeş derket holê?

Na. Û Mixabin ne tenê di wî warî de, navaroka konfiransê zêde zêde yek parçeyî bû, yanî yasaya rojnamegeriyê tenê ya başûrê Kurdistanê hat guftûgo kirin. Rast e girîng e bê guftûgo kirin, lê eva yek parçên dî eleqeder nake. Tiştekî taybet bi rojnamenûsiya vê dê hate guftûgo kirin, herweha rojnamegerî ji alî dîrokî ve hat guftûgo kirin. Bi giştî rewşa îro ya rojnamegeriyê li her çar parçên Kurdistanê çiye? Zimanê rojnamegeriyê çîye? Exlaqê rojnamegeriyê çiye ? Divê çawa rojnamegerî were kirin, weke nimûne em çawe bêjin rojnamegerîya kurd divê sînorên ramiyarî di navbera kurdan de ji hole rakin yanî roleke weha bilîze, ji bo ku em bêjin asteng di navbera tevgerên ramiyarî de ji holê rabin . Û bi taybetî em dikarin bêjin rewşenbîrên kurd zêde ber bi hev de werin, bi hev re xebatê hevkar pêk bînin, yanî li ser van mijaran em bêjin tu nerînek balkêş û cidî derneket holê. Ev wek rexne ez dibêjim, divê di pêşerojê de bi vî awayî li mijara rojnamegeriyê bê nerîn .

Çi dîtinên te li ser standardkirina zimanê kurdî hene?

Ev pirsek girîng e. Ji bo standardkirina zimanê kurdî, me di sala 2005 konfiransek di bin pêşengiya şaredariya Amedê de çêkir û Enstîtuya Kurdî li Amedê xebatek bi vî awayî organîze kir. Lê mesele bi konfiransekî çareser nabe, yanî baweriya me ew e ku pêşî divê her zarave konfiransên xwe pêk bînin, yanî rênûsa kurdî bi zimanê kurmancî ya bi tîpên latînî divê tekûz bibe, ev e di despêkê de. Her weha bi soranî jî gerek bi vî awayî, lê tiştê bi hesanî em dikarin ji holê rakin du bendîya di navbera alfbayan bi xwe de. Baweriya me jî ew e ku di hundir de zimanê kurdî divê ber bi latînîyê de biçe ji ber vê yekê her kurdek ku bixwaze têkiliyê bi cîhanê re deyne, divê alfbaya latînî fêr bibe û mecbûr e ku tîpên ingilîzî fêr bibe. Heger îro mirov nikaribe fêrî zimanê ingilîzî bibe, wê nikaribe sûdê ji internêtê bike, ji ber ku ji dehan neh agahiyên di internêtê de û pirtûkxaneyên wê bi zimanê ingilîzî ne. Ev tê maneya ku zimanê latînî esas e, yanî ji vî alî ve jî baweriya me ev e ku divê kurd di zûtirîn wext de derbasî alfbaya latînî bibin û yekîtiya xwe di vî alî de bidin nîşan dan . Ev yek wê rê li ber têkiliya jî xweş bike û têkilîya di navbera herdû zeravaên mezin de çêbike û sînoran di navbera wan de rake û wê êdî bingeheke ji bo zimankî yekgirtî çêbibe. Ev yek pêk nayê eger sê zaravaên ji hev cuda derkevin holê, eger em zaravê zazakî jî tevlî wan bikin. Ev tê wateya ku sê miletên ji hev cuda derkevin holê. Mesele îro em û faris zimanên me gelekî nêzî hev in, lê em du neteweyên ji hev cuda ne û em du zimanên cuda ne jî. Di bingeha xwe de zimanê me û yê farisiya ji yek çavkaniyê derketiye. Eger ev rewş berdewam bike yan jî em bêjin têkilî nebin, dibe ku rojek were ku behsa zimanên kurdî bibe.
Di baweriya min de bareke giran dikeve ser milê hikumeta herêma Kurdistanê, çimkî kurdên parçeyên dî heger bi vî awayî bixwazin jî nikarin lê îro di vê deshilatdarîyek hebe ku vî karî pêk bîne yanî di aliyê perwerdê de ku em bêjin rojava, bakur, rojhilat ev derfet di dest wan de nîn in. Lê li başûr bi tenê û bi biryarekê ji hikumetê dikare di demek pir kurt de pêk bîne. Ev yek rêyekê û bingehekê xweş ji bo yekgirtina zimanê kurdî çêdike .

Ji ber wê ew konferansa ku li Amedê çêbû gelek nerîn derketin ku gavekê erênî ye, lê belkî hê dema wê nehatibe ma gelo wê kengî dema wê were?

Divê mesele were nîqaşkirin. Bi rastî em dereng jî mane.

Ev gotin rast e mamosta, lê ma wê ev pirs bi civîn û konferansan care ser bibe?

Belê belkî biryarên konferansan têrê nekin, lê hema em bêjin va me biryar girt, ê û paşê? Tişta zêdetir girîng ew e ku giramerek ji bo yek zimanî derxin û xelas. Belkî ev jî têrê neke û pirsgirêkê çareser nake?!!

Dibe ku xebatên bi vî rengî jî hatibin kirin, wek xebatên Cemal Nebez divî alîyî de hene û kirîye lê wê çawa bide qebûl kirin pirsgirêk di vir de ye??
Tişteka din pirsgirêka me û xetera pir mezin li bakur û rojavayê Kurdistanê asîmîlasiyonek mezin li ser ziman heye û bi taybetî li bakurê Kurdistanê. Yanî nifşê me yê nû bi zimanê xwe nizanin, û polotîkak xurt ji alîyê rêjîmên desthilatdar li ser wî parçî tê kirin daku zimanê me ji holê rakin.
Û ev rengê asîmîlasiyonê dibe heta ku kurd xwe bi xwe zimanê xwe bihilînin ji bo wilo jî di vê li hemberî vî karî têkoşîneke xurt bê kirin. Bi min ev aciltir (lezgîntir) û giringtir e jî ji ya din yanî piştî ku ziman nema ziman bibe standard yan ne be wê çi feyda wê hebe.. anuha kurdên bakurê Kurdistanê bi tirkî xeber didin, evaya karekî giringtire ku mirov çarakê jê re bibîne ev kar aciltire jî.
Di baweriya min de ku mirov bi vî rengî li pirsgirêkê binere wê beştir be û ji bo standardkirina zimanê kurdî jî divê kar jêre bê kirin yanî mesela ku kurd ji hav fam bikin û têbighêjin. Ev jî meselak girîng e û divê guftûgo li ser bê kirin, lê tabî ev jî bi biryara bi tenê çênabe. Wek em bêjin kurdên ji her çar perçên Kurdistanê dan û standineke xurttir bikin û projeyên hevkar bi hevre deynin û saziyên hevkar pêk bînin, wê demê wê karibin rojnamayekê ji bo seranserî Kurdistanê derxînin û li tevayî Kurdistanê bê belav bikin û bi sê zaravên serekî derkeve. Em karin projeyên bi vî awayî yan xebatên civakî jî deynin. Ji ber ku em giringiya vî zimanî dibînin û dilê me liser vî zimanî dişewite û em weke wezîfe dibînin ko em li zimanê xwe xwedî derkevin û em nehêlîn ko ev ziman asîmîle bibe û winda bibe.

Mamoste tu birêvebirê Enstîtuya Kurdî li Stanbolê yî. We çi hewildan kirin û hûn ê di pêşrojê de çibikin ta ku zimanê me û rojnameya me baştir pêşkeve??

Bi vê armancê me jî – li bakurê Kurdistanê - tevgerek binavê “Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî” dest pê kiriye. Me li gelek bajarên Kurdistanê û metrepollên Tirkiyê mittîng çêkirine û em dixwazin “Meclisa Ziman û Perwerdeya Kurdî” çêkin.

Di wê meclisê em him hişmendiya gel û hişyariya wî ji bo ziman pêk bînin û li alîyê din jî em karibin miletê xwe hînî zimanê wî bikin. Li nava taxên bajaran ta bi gundan em karibin dersên kurdî bidin wan. Ne bi awayê ku tê şeklê kursan yanî em karbin gel perwerde bikin û ew jî biçin taxên xwe û di nav ciîranên xwe de û wan fêrî zimanê kurdî bikin. Xebatek bi vî awayî em dimeşînin. Enstîtuya me jî yek ji pêşengên vê xebatê ye û her weha em li ser giramera kurdî kar dikin. Di vî alî de xebatek heye û em pirtûkên fêrkirinê û ferhengan amade dikin. Herweha me gelek tişt dane çapkirin jî û em gelek dukomentan li ser çanda kurdî û hunera wî didin hev û emê belav bikin û van xebatan tevan em têxin xizmeta gelê kurd .

Di dawiya vê hevpeyvînê de em sipasiyên xwe pêşkêşî we dikin û em serkeftine ji xebatên we re dixwazin û em peyva te ya dawî ji bo xwendevanê Malpera SEMAKURD bibhîzin.

Belê ez bi xebatên weha gelekî kêfxweş im. We li cihekî weke Hewlêrê sazîyek daye avakirin û tîpên latînî û soranî bi hevre bi kar tînin. Ev karê we cihê kefxweşîyê ye ji bo me jî. Divê hemû xebatkarên çand û kultura kurdî ji hev hev hêzê bigrin û pişta hev bigrin yanî divê em her bibin dengê hev yanî em bibin dengê we li bakur û hûn bibin dengê me li vê derê. Ez jî serkeftinê ji we û malpera we re dixwazim.
 

 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE