rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:38

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

                                                         16
25Ê GULANÊ

Dergûşên xwe hînî lorîka navê wî bikin
Zivistanên xwe hînî qiçîna hinavên wî bikin
Xencerên xwe hînî sûkirina ramanên wî bikin
Û zimanê xwe hînî avjîna sirûdên wî bikin

Min ji dayîkên Şewata Sînemeya Amûdê re digot:
De guhên xwe bidin nalîna min, bazin û rêşiyên xwe, gerdenî û guharên xwe, gundên xwe, mûmên xwe, komerên xwe, şima û çavşînkên xwe, pêçekên xwe, rêçên xwe yên serjêkirî, destar û nehwirîn û hechecîkên xwe amade bikin!

Nermahiya gotinê, narîniya jihişketinê, xemilîna bi kesk û bi mizgîniyê, pesin û navtêdana sirûdên bi tenêmayî, gulvedana berbiskan û bi tenê berbi tenhatiyê ve çûyîn, tenbîrvanên xwe û kevokên xwe û ziyamarên xwe amade bikin!!

Zendên xwe yên ji zilan, zikên xwe yên ji pemboyan, memikên xwe yên ji gulhinaran, guliyên xwe yên ji birûskan, kulmên xwe yên ji goşiyên velerzînê, amadeyiyên xwe yên neamadebûyî, amade bikin..





Berdewam dike ....

 

 

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE