rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Vebûna girêka kurd
Ciwan Dêrikî


Bayekî paqij û hûnik ji başûr xaka me hat
Toz û dûman daye alî bişkivî bax xemilî

Bêhna siyanîd û xerdel rakir gulav reşand
Tuxmê zordaran tijî kîn difûra û dikelî

Bayê azdiya kurd e lê dide ranagire ew
Lewra har û dîn dibe êrîş dike çav zirxulî

Wê çikin çavsor û xwînrêj ko dilê kurd yek bibe
Nîne pakî me ji dijmin rahêje al her milî

Kurd û azadî ne cêwî xweşî û şîn têk jiyan
Dîroka tarî bi xwîn çû nû dinexşînin pelî

Federalî wek hevî aştî-jiyan rêça me bû
îro pêkhat em siwar in pêl dide derya gelî

Ev welat deşt û çiya mêrg û newel avdan bi xwîn
Ev berê xweş û bi çêj berhemê wê xwîna kelî ( germ)

îro Kurdistan e rastî nemaye sîtav û xewn
Vaye bû yek desthilatî bend û parçe çû hilî

Hêviyên kurdên belengaz geşdibin pê çavenêr
Ko bibe destek ji bo wan dûr here ewr û şilî

Kurdên AMED û MEHABAD, QAMîşLO jêr pişt û pal
Govenda azadiyê ye kurd di gel kurd mil milî

Rê vebû qoşma xwe bajon kelem û dîwar şikîn
Hespê me meydan hilanî nalikume nakulî

Ew girêka hişk û asê çarenûsa me dikuşt
Va vebû geşbûne hêvî paşerojek gulgulî

Çû dema kurd kurd bikuj em tevde palên yek zevî
Destdirêjî nabe êdî Ejdeha dest xirxilî

Bênder û koma meye xwêdan û xwîn tê bûne yek
Bayê kurd hat zû bidêrin dêw bigevize nav xwelî

Fîze fîza bayê kurd e nameya me pir zelal
Gulfiroş û dilevîn in hem sirûda bilbilî

Her bijî heftê gulan deskeftin û ew serwerî
Her bijî ala me kurda ji MEREŞ ta MENDELÎ




 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE