rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 


Şîna Şêx Evdirehmanê Garisî
Celadet A. Bedirxan

 


»Mîrê min, vê paşîyê şêxê te bi kefena xwe a bi xwîn kete xewa min û ev şîna ha ji min xwest. Ez jî vê pêşkêşî te dikim. B. FERÎDÛN«

Şêxê min, welê dixuye, te bêrîya me kirîye. Ji xwe me jî... Emê hevdu bibînin jî... Lê nizanim kengê? Rêya te rêya me ye jî. Emê bigehin te, di neqebê re ko tu çûyî. Heke em xwe nalezînin ne ji wê ye ko destê me ji dinyayê nabit. Destê me ji karê ko em bi hev re pê dixebitîn, nabit. Ji xwe xebata me bi sebata me pêş ve diçit.

Şêxê min, tu ketî xewna Ferîdûn. Ferîdûn kurdekî hêja ye. Sezayî ziyareta te ye. Xwezî bi wî. Te jê re got ji te re şînameyek binivîsînit, navê te hildit. Ewî jî kir, navê te hilda, wesfê te da, te ji bîra deranî, anî bîra. No, tu ne anî bîra. Ji ber ko tu hergav di bîra de yî. Em nikarin te ji bîr bikin, me dil hebe jî. Ji ber ko tu xwe bi xwe, xwe bi me didî hesabdin, em bi kêmanîya te dihesin. Belê tu di laş û canê kurdanîyê de lebatek bûyî. Laşê me, laşê her tiştî ji lebatên ji hev cihê hevedudanî ye. Û laş hewcedarî her lebatê xwe ye. Tu lebat jê re ne bêkêr in, û tu lebat nikare bikeve şûna lebetekî din. Ji lewra lebatê birî şûna xwe vala dihêle. Tu çûyî, ji laşê me, ji laşê heyîna me hatî birîn. Laş hewcedarî te ye. Di mehcetê de destê xwe dibe şûna te, tu nînî. Bi neyîna te dihese, liber te dikeve. Ji lewra şêxê min, em nikarin te ji bîr bikin. Ji ber ko şûna te vala, şop û rêça te a bi xwîn, weke xwe ye.

Şêxê min, em dibêjin tu miriyî, tu mirî yî. Lê di rastîyê de tu bi xwe jiyîn î, jiyîn tu bi xwe yî. Tu ji bona Kurdistanê mirî. Kurdistan heyînek e. Ji payedarbûna heyînekê jiyînek divêt. Jiyîn bi xwe bi mirinê tête pê. Tu mirî, tu bûî û tûê ji Kurdistanê re bibî jiyîn. Jiyîneke welê ko tenê bi Kurdistanê, bi ax û dar û kevir û miletê wê re dê vemirit.

Şêxê min, heye ko te dil kiri be, em navê te di rûpelên hawarê de hildin. Tu ne ketî xewa min. Lê ez bi vê daxwaza te hesiyam. Min şihra Bêrîya-Botan berî du salan nivîsand û peşkêşî giyanê te kiri bû. Gava şihra Ferîdûn giha bû destê min, Bêrîya-Botan, digel navê te, ji xwe keti bû rûpelên hawarê. Bi vê rasthatinê dilê min şa ye. Xwedê giyanê te ê bihuştîn jî şa bikit.

---------------------------------
Bedir-Xan, Celadet Alî, (1934), »Hawar«, »Şîna Şêx Evdirehmanê Garisî«, hjm. 25. rûp. 5

- Ev nivîs ji malpera nefel.com hatiye wergirtin. Rojava.net wê di salvegera şehîdbûna şêx Maşûqê Xiznewî de careke din diweşîne. Wê xwendevanên birêz bi xwendina vê nivîsê re pêrgî keskê cibeyê şêx Maşûq di nav xêzên şînnameya Mîr Celadet bo şehîdbûna şêx Evdirehmanê Garisî de bibin.

 

 


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE