rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Grupa Dêrikê ya Çanda Kurdî-Dêrika Hemko, piştgiriya sala zimanê kurdî dike

Bo Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve

Silav û rêz
Ziman nasnameya netewî ye, çi miletê hebe bi zimanê xwe tê naskirin û pê nêvnas jî dibe. Ji ber vê yekê û ji ber giringiya zimên di dîroka miletan de em Grupa Dêrikê ya Çanda Kurdî gav û pêşniyara we a binavkirin û nîşankirina sala 2006ê wek sala zimanê kurdî û kampaniya berhevkirin û komkirina 100,000 imzeyan ji bo pejirandina fermî ya zimanê kurdî li Sûriyê wek kar û bizaveke pêwîst û giranbuha dibînin û em di vê derbarê de piştgirî û alîkariya we dikin.

Her dîsanê wek grupeke rewşenbîrî guhdanê bi çanda kurdî dike û herweha bi zimanê netewî jî, me xwe hevpar û pişikdar bi we re dît û em tevlî çalakî û pirojeyên we bûn û dibin û di vî warî de kar û çalakiyan dikin. Û herweha gorî şiyan û derfetên di dest me de em himberî hewldan û kiryarên tên kirin ji bo jibîrkirin, tunekirin û jinavbirina zimanê kurdî bihişyarî radwestin.

Dawiyê em bi navê Grupa Dêrikê ya Çanda Kurdî sala 2006ê wek sala zimanê kurdî li gelê Kurdistanê pîroz dikin û hêviya pêşveçûn û serketinê ji we re dixwazin û hêvîdar in ku zimanê kurdî di pêşerojê de geş bibe û cihekê xwe yê berz û bilind di nava rêzên zimanê cîhanê de bigire.


Grupa Dêrikê ya Çanda Kurdî-Dêrika Hemko
Dêrik 22 nîsanê

G-R-K-D@MAKTOOB.COM

  





 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE