rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:41

 

 

Roja rojnamevaniya kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû newrozek duwemîn

 
 

 
  Rojava.net- Îsal li seranserê herêmên kurdî û herweha li gelek bajarên Sûriyê jî şahî û ahengên bibîranîna roja rojnamevaniya kurdî bi şêweyekî balkêş û beşdarbûneke pir mezin lidar ketin. Komên folklora kurdî yên cuda cemawerên xwe derxistin nav xurustê û bi programên taybet ko bo vê rojê hatibûn amadekirin buharek rengîn di giyanê temaşevanan de bi cih kirin.

Roja 21.04 koma Mîdya ya folklora kurdî bi hevkariya komên Helebçe, Mîtan, Yekîtî, Hêvî û Ronahiya Aliyan seyranek li gundê Elî Bedran li herêma Aliyan pêk anî. Bi hezaran cemawer bi komên xwe re derketin seyranê. Programên vê ahengê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û piştre komên pişkdar programên xwe pêşkêş kirin. Ji bilî kurdan gelek kesayetiyên ereb jî
hatibûn vexwendin.
 
 


 
  Her di eynî rojê de koma Xelat ya folklora kurdî seyranek li gundê Maşûqê (50 km rojhelatî Qamişlo) bi helkeftina roja rojnamevaniya kurdî bo cemawerên xwe amade kir. Koma Xelat bi programên taybet seyran xemiland.

Dîsan di roja 21.04 de koma Narîn û koma Qamişlo ya Serbixwe cemawerên xwe birin gundê Mizgeftê û her komekê bi serê xwe programên xwe pêşkêş kir . Koma Qamişlo ya Serbixwe bi dîlana Bêrûta Feqan ku di rêya wê re kuştina şêx Meşûqê Xiznewî bibîr anî bala beşdaran kişand.
 
 




 
  Ji aliyê xwe ve koma Azadî seyranek li herêma Efrînê pêk anî. Hejmarek mezin ji xelkê bi koma Azadî re derketin û rojek xweş di hembêza xurusta ciwan a Efrînê derbas kirin.  
 


 
 

Herweha xwendekarên kurd yên zanîngehên Şam, Heleb, Laziqiyê û Humsê bi hev re derketin seyranekê li herêma Laziqiyê û roja rojnamegeriya kurdî bibîr anîn. Bêtirî hezar xwendekarî beşdarî vê seyranê bûn.

Koma Dirbêsiyê seyrana xwe li ser çemê Xabûr pêk anî. Hejmarek mezin beşdarî vê seyranê bû. Tiştê balkêş ew bû ko koma Dirbêsiyê wêneyê rojnamevanê kurd yê girtî Mesûd Hamid li ser kertên vexwendinê xistibû.

Ji bilî seyranên komên folklorî ku bi sedhezaran beşdarî wan bûn, semînarên rewşenbîrî jî li gelek herêman pêk hatin. Pirtûkxaneya Celadet Bedirxan li Qamişlo semînerek bi helkeftina roja rojnamevaniya kurdî lidar xist û tê de biryar wergirt ku ev sal bibe sala rojnamevanê kurd yê girtî Mesûd Hamid. Hejmarek ji rewşenbîr û hunermendan beşdarî vê semînarê bûn.

Her li Qamişloyê û li ser vexwendina Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê semînarek derbarê rojnamevaniya kurdî lidar ket. Gelek rewşenbîr û rojnamevanên kurd beşdarî vê semînarê bûn.

Dîsan li Qamişloyê semînarek din ji hêla komîteya rewşenbîrî ya partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd hate amade kirin.

----



Wêne: www.keskesor.info    
            www.welateme.com











 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE