Bê pêşgotin û
serdorên kin yan dirêj, piştî ku sê ciwanên
Kurd li kolaneke sengera berxwedanê,
Qamîşloka kurdistanî bi destên karmendên
dewleta nijadperest di roja 20.03. 2008 de
hatin pakrewankirin. Piraniya partiyên
tevgera me ya azadîxaz 1-Eniya dêmokrat ya
kurd li Sûriyê.2-Hevbendiya dêmokrat ya Kurd
li Sûriyê .3-Komîta hevgirêdana kurdî.
4-Partiya dêmokrata kurdî -sûrî yekser di
vê rojê de daxûyaniyek
bi zimanê erebî
weşandin . Ewanan di vê daxûyaniyê de bi
tundî destlatên Sûriyê bi van hêrişên
hovane tawanbar dikin, herweha jî tevgera me
ji raya giştî û ji rêjîma şoven re rastrast
dibêje; " Eger çiqas qorbanî pir bin, gelê
Kurd û bizava wê ya siyasî di berevaniya
mafên netewî yên gelê Kurd de bi hemû alav û
şêwazên dêmokratiyê dê berdewam bikin. Eger
çiqas ji gelê me bi destên destladarên
Sûriyê jî pir werin kujtin, gelê me
natirse, ewê bi pîdarî berevaniya doza xwe
ya dadmend bike ...". Lê beriya ku tevgera
me van gotinên jorîn û zor watedar ji me, ji
cîhana dêmokrat û siyasî re bêje; ewê ji
gelê xwe re got; " Em mîna protêstekê li
dijî vê tawanbariya qirêj, rewşa şînîya
gelemperî radighînin û em îsal cejna NEWROZ
ê li hemû herêmên Sûriyê û li dervayî welêt
nakin ."
Ez jî mîna pir
kesayetiyên rewşenbîr û siyasetmedarên
serbixwe û ne serbixwe bi du çavên vekirî li
van helwest û biryaran temaşe dikim. Tevgera
me li aliyekî dibêje; gelê Kurd û tevgera
xwe dê têkoşînê bi hemû awayên dêmokrat
berdewam bikin, ewanan ji dayina qorbaniyan
natirsin. Di baweriya min de, ev nirînan dê
gelek cihên pesnê bana, û ewanan dê wek
helwestên şehnazî û dîrokî di eniya tevgera
me de bihatana çespandin, eger tevgera me
evan nirînên jorîn bi ahengên NEWROZÊ li
hemû herêmên Kurdistana Rojava, li hemû
herêmên Sûriyê û li dervayî welêt
bixemilandana û bi agirên NEWROZÊ çakoçên
KAWAYAN avdana.
Pir mixabin
tevgera me bê ku ji gelê xwe re sedemên
çênekirin yan ne lidarxistina çejna NEWROZÊ
zelal bike, bê ku ewa di gotareke din yan di
daxûyaniyek din de ji gelê xwe re ronî
bike;1- kanî ji bo çi pêwîste Newroz netê
kirin ? 2- Kanî zirar û ziyan çi ne ? 3- Ma
gelo kî pirtir sudan ji vê biryara me
werdigre, gelê Kurd ? yan rêjîma Bes? 4- Ma
gelo, eva biryara armanca destlatên Sûriyê
pêk nîne ?? Û bersivên hin pirsên din pir
pêwîste werin dayin.
Lê ez jî di vê
nirînê de me ku destlata Sûriyê bi mebesta
çavtirsandinê, xûna sê xortên me li ber
agirên mûman rijandin, ta ku tevgera me sed
û pêncî hesabî ji xwe re bike û gavekê pêş
de û du gavan di paş da bavêje û bi vî rengî
hêz û vîna tevgera me sist bike. Dewleta
Sûriyê û dezgehên parastinê bi girtin û
lêdanan ezmûnan bi tevger û gelê me dike,
ezmûna herî mezin, lêdan û kujtina Kurdan di
12 avdara 2004 an de bû.Gelê Kurd li hemû
herêmên Kurdistana Rojava û li dervayî welêt
raperîn û pirotêst kirin, dengê xwe li dijî
Dehakên sedsalên bîst û yekê bilind kir.Lê
dîsan mixabin tevgera me ji ber jarbûna xwe
nikanî bû vîna gelê Kurd baş derbibiriya û
dengê gelê me ji sernûva nizim bû . Eger
çiqas Kurdistana azad pêşdikeve, eger çiqas
helwestên serkirdayetiya herêma Kurdistanê
der mafên gelê Kurd li her sê beşên din bi
erênî têtin diyarkirin, ewqas destlatdarên
nijadperst li Sûriyê ji şiyarbûna gelê Kurd
li Sûriyê ditrisin, lewra jî ewanan dê
herdem çavên tevgera me, çavên gelê me bi
hêrişên xwe yên dirinde bitirsînin. Tevgera
me bi vê biryarê bi xwe waneyek kêrhatî daye
destlatên Sûriyê, ji ber wê jî, rêjîma
Sûriyê niha zane ku çawa bizava me li Sûriyê
biçerçewîne, ewa niha zane ku çawa
çalakiyên partiyên me kêmtir bike û ji wan
re sînoran dîne.
Dibe ku tevgera me
ji xwe re hin pîvanên siyasî kiribin û
gotibe; eger me Newroza xwe mîna berê li
herêmên Kurdistanê, li herêmên Sûriyê
kiriba, dê wê hîngê Erebên herêman bi
alîkariya dewltê hêrîşî me kiribana û dê
tevgera me jî nikanîba di bin vî barî de
raba.. Eger em bêjin, ev texmîna rast be;
ma gelo dîsan rast e ku em nehêlibin ku gelê
me Newroza xwe bike ? Eger dewleta Sûriyê
her sal beriya Newrozê yan di roja Newrozê
de li kolanekê pênc û şeş Kurdên me bikuje,
ma gelo emê dîsan Newrozê nekin ? Ma gelo
rêjeya Ereban li herêmên me çiqas in ? Kê
gotiye ku ewanan dê li her derekê kanibin
hêrişî gelê me bikin ? Eger em ji hêrişên
Erebên şovînîst ditirisin, ma gelo li
welatên ewropî jî peyrewên rêjîma Bes xurt
in ?
Ma gelo
Ragîhandina Şamê di vê derbarê dê bê deng
bimîne ? Rêxistinên mirovane û dewletên
cîhanê dê bêdeng bimînin? 37 melyonên
Kurd dê li dijî hêrişên Sûriyê bê deng
bimînin ? Ma gelo Sûriyê niha ji vê yekê pir
amede ye ? Çima em weha jî texmîn nakin û
nabêjin; "Eger mişk axê dikule, li nav çavên
xwe dike ." yanê belkî zordariya dewltê di
vê demê de li Ereb û Kurdan bibe sedema
pêkanîna dêmokratiyê ?
Ez jî dibînim baş
e ku tevgera me bi hişmendî û bi pilanên
hunerî gavên xwe di hundir welatê Sûriyê de
bavêje, lê pirsa min ev e; ma kîjan
helwesta pirtir hişmendî û pîvayî ye ? Ta
niha ez di vê baweriyê de me ku eger tevgera
me di 21 avdarê de zemawenda pakrewanan
bikira û cejna Newrozê jî bi awayên
şaristane bi amedebûna Erebên dêmokratîxwaz
pîroz bikira, dê rastir ba û ev helwesta dê
wateya berxwedanê û xweragiriyê pirtir bida
nîşankirin û pilanên rêjîma Bes beravêtî
biba
Li dawiyê ez
dixwazim bi riya van çend gotinan pirs û
vepirsînan ji tevgera me û ji layengirên
biryara tevgerê bikim, mebesta min tenê
nasîn û zanîna rastiyê ye û hezar silav li
giyanên pakrewanên Kurdistanê
25.03.2008
..