|
|
(…)
Gelo, ev çanda biyanî di
Kurdistanê de îro tê çi wateyê?
Şahînê Bekirê Soreklî
Mebesta birêz Mesûd Barzanî bi
dîtina min ev e: Çanda kurdî rê
nade wê yekê ku kom hêrîşê bibin
ser malên xelkê û tadeyan li wan
bikin ji ber ku ola wan yan
baweriyên wan cuda ne.
“Çanda biyanî” li Kurdistanê bi
dîtina min di rewşa îroj de vê
xwebêjê dide:
Kurd bûyerên wek yên li Bexdadê
û şûnên din yên li Îraqê cîh
digiin, bûyerên teqandinê,
şewitandinê, revandinê û
tadekirina li yên din biyanî
dibînin û napejirînin.
Ev çanda ku di bûyerên Şêxan de
rû da çandek biyanî ye, yan
çandek navxweyî ye.. ?
Çandeke biyanî ye û di heman
demê de çandeke ne biyanî ye. Ji
bo Kurdên rewşenbîr û yên
têgihîşt, Kurdên ku li nik wan
pîvanên şaristaniyê bilind in
bûyerên li Şêxan cîh girtinî
beşekî ji çandeke biyanî ne û
navêt di nav Kurdan de cîh
bigirin. Lê mixabin ku di heman
demê de divêt em bipejirînin ku
şêweya bûyerên li Şêxan cîh
girtinî di dîroka Kurdan ya par,
û heta di rewşa îroyîn de jî, ne
biyanî ye. Kurdan ji bo pirsa
namûsê, xwînê, tolhildanê û
hevrikiyê kiryarên wek yên li
Şêxan qewimîn kirine û dikin. Di
folklora kurdî de, heta di
stranên gelêrî de, gotinên wek
“agir berdan malên wan, zar û
zêçên wan sêwî hîştin, pergala
wan belav kirin, arê di argûnê
wan de vemirandin, ew tar û mar
kirin…” pirr in. Eşîr û axayên
Kurdan kiryarên weha li dij hev
û din bi rê xistine. Dema aliyê
hevrik bi ola xwe, nijada xwe
yan heta mekaneta xwe ya civatî
cuda bûye, “xezeb” hîn kûrtir
bûye.
Li hinek aliyên Kurdistanê
hinekan ji musilmanên kurd her
weha, bi encama nezaniyê û
tengbûna asoyê zihnîyetê, tade û
nehqî li Êzîdiyên kurd kirine.
Va yeka divêt bihêt pejirandin
da ku careke din nema biqewime.
Kurd divêt xwe nexapînin û dest
pê bikin êdî rastiyên duhinî û
îroj di nav xwe de bidin ber
çavan û têxin pîvanê. Ew
baweriya ku hemî kêşeyên Kurdan
ji bindestbûnê dihên ne durist
e. Dem hatiye û bi ser kevtiye
ku kes û komên kurd kêşe û
nexweşiyên navxoyî bibînin û
derman bikin. Tenê bi
pejirandina kêmasî û nexweşiyên
xwe em dikarin li dij xuset û
kiryarên bed yên wek li Ş
Îxan cîh girtinî derkevin û
rakirina wan ji holê bixwazin.
Gotin bi serê xwe têrê nake,
divêt tevdêr bihên amadekirin û
birêxistin.
Piştî « Şêxan » pêwîstiya kurdan
bi çandek çawa heye… ?
Çaverêkirina ku hukûmeta
Kurdistanê kiryarên weha
rawestîne ne dermanekî bi hêz e.
Bêguman li ser milên hukûmetê
erk e ku qanûnên tund û hişk
amade bike ji bo rêbirrîna li
kiryarên weha. Lê îspatên li
cîhanê xuya dikin ku hukûmet bi
serên xwe nikarin bigihên
amancên rêkûpêk ger hevwelatî bi
xwe proseya guherandinê û
xweguherandinê nepejirînin û bi
kar nehînin. Ji bo guherandin û
xweguherandinê ne tenê tolerans,
bêhnfirehî û hevpejirandin divên
lê her weha perwerdekirineke
sîstêmatîk ya bingehîn ku di
xwendegehan de, di weşanên
mîdyayê de, di nav xelkê de û bi
rêya semînaran, kombûnên
perwerdekirinê û belgeh û
nivîsan cîh bigirin.
Bi kurtî, da ku bûyerên wek yên
li Şêxan cîh girtin dubare û
dehbare nebin pêwîst e gellek
tişt cîh bigirin, bo nimûne:
• Qanûna dewletê rêkûpêk be û
her kes û koma li dij bendên
qanûnî yên sîvîl derkeve bihêt
cezakirin. Bendên qanûnê misoger
bikin ku jiyana kesan û koman,
her weha mulkên wan parzatî ne.
Tawanbar tenê bi rêya qanûnê
bihên cezakirin. Kes û komên
qanûnê bikin mulkê xwe, yan
ligor xwe tadeyê li kesan û
koman bikin, heta ger ew wan wek
tawanbar bihesibînin, bi xwe
dibin tawanbar û pêwîst e bihên
cezakirin.
• Civata Kurdan divêt yeke weha
bêt ku tê de prensîpên li dij
kujtinê, tolwergirtinê,
hêrîşbirinê, tadekirinê,
îhanetkirinê û biçûkdîtina koman
prensîpên hatinî pejirandin bin.
• Civata kurdî ya îdyal ê
xwediya çandeke weha be ku ligor
wê her kes berpirsê kiryarên xwe
ye û kiryarên kesekî nabin egera
tawanbarkirine tevahiya komekê,
yan heta malbatekê. Di civateke
îdyal de her kes xwediyê xwe û
qedera xwe ye û di heman demê de
berpirsê kiryarên xwe ye.
• Di çanda civateke îdyal de
prensîpên wek “Bijî û bihêle
bijî” / “Ger dixwazî yên din ji
baweriyên te re rêzgir bin, ji
baweriyên yên din re rêzgir be”
/ “Ger şkandina cama pencereya
te li xweşiya te neçe, camên
pencereyên xelkê meşkêne”/
prensîpên pîroz in.
Mixabin ku mentalîteya kesan û
koman zû bi zû nahên guhertin.
Bi taybetî bo gelekî wek gelê
kurd ku di nav rewşeke taybet de
ye perwerdekirina giştî û
pêşvexistina hêza ramyarî di nav
xelkê de dê demeke dirêj biajo.
Şahînê Bekirê Soreklî
25/02/2007
|
|