|
|
Xwedê neteweya me ji fîtneyan
biparize
Cankurd
Mebesta Kekê giranbiha, serokê
Kurdistanê, hêja Masûd Barzanî,
bi peyva “ferhenga biyanî”, ew
ferhenga hevdu têrrorkirinê li
ser nasnameya olî, nijadî,
mezhebî ye…Ewî di gotina xwe de
baş zelal kir, ku kesek di
fermandariya kurdistanî de bi
encama wa bûyera ku li Şêxan
bûye nerazî ye, û wê nerazî be,
ku Kurd jî bo revandina jinan an
ji bo qewxiyê olî seriyê hev
bibirrin. Di Kurdistanê de bi
sedan sal ol û mezhebên cihêcihê
bi hev re jiyane û dikarin di
dema pêş me de jî her wilo bijîn.
Eger em tenê li xalin reş di
dûrokê de binêrin, emê nikanibin
xwe bigihînin Europa…Binêre li
dûroka wan, di bin navê kenîseyê
de mala hevdu bi sedan sal wêran
kirin, û bi rast piraniya wan
cengên li Europa çêbûne bi
egerên mezhebî bûn, qirkirinên
mezin, ku bi wan belge hene, li
her derekê çêbûn. Bi ser de jî
li dawiyê Holocost a Cihowan.
Dibe ku li Kurdistanê, di bin
saya dewleta Osmanî de, ku
serwerên wê Turk bûn, hinde
bedkariyên hov bi egera qewxiyên
olî li Kurdistanê jî çêbûne, lê
ev jî bi hikariya wa ferhenga
nebaş a têrrora ramanî ya turkî
pêk hatin.
Niha li başûrê Iraqê gel li xwe
hişyar dibe, ku ev şêweyê
neyartiyê mala wan wêran dike,
lew re xetîbên camiyên mezin ên
Kerbela û Necefê bang li gel
dikin, ku hişyar bibe. Bo me
Kurdan divê em hişyartir bin ji
ber ku Turk dixwazin derbas
Kurdistanê bibin û bo armancên
xwe bi cih bînin wê dijhevî û
neyartiyê di nav gelê me de
xortir bikin, ev jî bo me
têkçûnek mezin e.
Bûyera li Şêxan bûye ne bûyerek
siyasî ye, da em bi terzekî
siyasî bipîvin, ev berhemk tehl
û tirş a civaka me ya paşkeftî
ye. Em nikanin xelkê bê ol bikin,
lê gelek pêwîst e, ku em olê ji
wan re bi şêweyekî asan û dirist
şirove bikin, ku dibêje: Ewê
mirovekî bê maf bikuje, weku
kuştina hemî mirovatiyê ye û ewê
kesekî vejîne li ba Xwedê wek
vejandina hemî mirovatiyê ye.
Divê em wa kelepûra herêmî ya
teng, wa mejiyê êl û eşîrtiyê,
gundîtiya pêşnekeftî, wê
nezaniya civakî, ji nav xwe
rakin. Civaka me di aliyê
rûmetdariya malbatî,
serbilindiya olî û desteyî, ji
hevdûrbûn û dilsarbûna civakî di
navbera çîn û herêman de, pir li
paş maye. Civakek wilo wê xudan
gelek naxweşî be jî, yek ji wan
naxweşiyan bû egera bûyera Şêxan,
lê divê ew hîç rûyekî siyasî
nestîne, ew wek xwe bimîne, wek
nexweşiyek civakî ya ku jê re
Pêşketina aborî û şaristanî
derman e… Li Herêma Kobaniyê
“Eynul Ereb” li rojavayê
Kurdistanê, ji bo hinek egerên
êlî yên pir piçûk bedkariyên
mezin pêda dibûn, her aliyekî
hişmend û zana û mafnas û
toxtirên êla dî dikuştin…Herdu
alî jî hem Kurd bûn û hem
musilman bûn. Di hîç civatek
cîhanê de bêhişiyek wilo nîne,
tenha di nav me Kurdan de heye…
Piştî Şêxan wê bêguman hinek
nezanên dî li dereke dî û bi
egereke dî bedkariyek dî bikin,
lê belê ji histobariya dibistanê
ye, ji ya zanko ye, ji ya
perestgah û mizgeftê ye, ji ya
partiyan û zana û rojnamevanan e
Hişyariya civakî û berhevhatina
olî û êlî di nav gel de xort
bikin. Divê hindikiyên olî û
neteweyî gelek baş bên paristin,
ji ber ku di pevçûnan de ewan bi
zûkî ziyana mestir dibînin, lê
ji serkêş û zana û hişmendên wan
jî tê xwestin ku ji aliyê xwe ve
bi histobariya xwe ya neteweyî û
dûrokî di warê hişyarkirina gel
de rabin.
Em Musilmanin, lê em wek Kurd ji
dayikên xwe bûne, em Ezdî ne, lê
em wek Kurd ji dayikên xwe bûne,
em Fileh in, lê em wek Kurd ji
dayikên xwe bûne…Divê nameya me
bo gelê me zelal be, nabe ez
bibêjim: Ez musilman im û ez ne
Kurd im, an jî, Ez Ezdî û ez ne
Kurd im !… Eger em wilo bihoşin
û biramînin, emê van
destkeftiyên ku niha bi dest
gelê me ketine li başûrê
Kurdistanê bi asanî ji dest
bidin.
Bihayê azadiyê ne tenê xwîna
şehîdan e, bihayê wê hişyariya
neteweyî ye jî. Em nikanin bi
darê zorê ola Islametiyê, ku %
90 ji neteweya Kurd li ser wê ye,
ji ortê rakin, û wek hûn dizanin
Ezdahî rê nade ku musilman bibin
Ezdî, lê di eynî dem jî em
nikanin Ezdahiya ku temenê wê
hezaran sal e, ji nav gelê xwe
rakin, ji ber ku ew parek
giranbuha ye ji ferhenga
aştiyane ya neteweya Kurd.
Min Fileh ji her neteweykê dîtin,
min Ciho û musilman jî ji her
neteweyekê dîtin, lê min Ezdî
tenha Kurd dîtin, ji hîç
neteweyek dî ez pêrgî yek Ezdî
jî nehatime… Min li ser vê
mijarê jî gotarekî dirêj belav
kiriye, hûn dikarin lê vegerin:
http://www.kurdax.net/cankurd/Can-Ezdahi26122006.pdf
[ji bo xwendina gotarê dibe ku
PDF 8 pêwîst be, hûn dikarin bi
rêya Google ji Internet daxînin]
|
|