|
Zayîn di navbera du
navikan de
Silêman Azer
Li ser zumêniya laşekî
Şilfîtazî ji hûnandina êvaran
bi bûrîna sîberên te yên pûnandî de
ku di ser cilika xilmaşiya berbangin
ku çavên xwe
bi cendekin ji bîrbûyî di firkîne re tên.
raketîne kewjandinên bapîran
ji herikîna kaniyin zuhabûyî
li ber serê tenahiya
di pengek xewin de
dilbijandina vêxistinê nîşaneke
ji kerwanên dîtinên
te yî hêcbûyî re
di bazinê sersariya bi zimanekî
xiloxavî ve ber ba dibin
stranên hêlana kenê te yî
di şevpestên ewrên ber girtî de
bi beravêtinên min di barin
di ristikên cihin rizayiyî de
ez destê xwe li mêraniya
xwe\wan....
ya di finasin sawgirtî de pûçbûyî
dipelînim
tême hev payizin
ji xuleyên şîrvekirina dîtinên xwe re
pêçayî li destên valabûnan
bazbendê bizdandina
(yên ji me çêtir)
di rijandina ahînin kevizgirtî
di lebta gurmîniyê de
hemî gav firşik kirîne
bi terpilandina rûdêmê
geyayin sorbûyî
ji fedîbûnin dilmê
di ber sînga çardehsaliya tevzînokên
bûrîneke ker de
di bin sîtava baskên
çivîkekî bi çêl
ji qurbaniyên hêlîna
hilweşiyayî li ser silbûna bêrîkirinan
* * * * *
û....ji te di pirsin..??
rewayiya pîroziya heskirinê
di zerayiya peyamên rastgo de
û pozê heyîneke bê dûnda
bi bihna xwe yî zelîqoyî ve
di sitimîne.
li ser destê bayê çend bakuran
keçkaniya te ye dergehê
derbasbûnin şil ji gevizandina
tewtihî re.
nixumandiye gunehkariya tazîbûnê
bi awirin rep.
tîjikin xweşiya mêraniya
kuhbûyî ji çêrandina bergirtinên
şevînên te
yên bi pistepista nêçîrvaniya
ba xiya dibe.
ji ser kolîka bodeliyê
dikeve
ezberkirina mêbûna te yî zelûl
ji çimandina
lavij û sirûdbêjiya
di konikê vedengdana
te yî paqij de zîz dibe.
* * * * *
li laşekî belawelabûyî
ji birçîbûna kuncikan
nerînên zexel
lê têne hev
bendekin ji asêkirina
bê ser û ber re.
li tenişt poşmaniyê
sînorên wêrîbûnê
têne qulabtin bi tîjikin kelgerim
tîrojên beradayî ji ewaretiyê
vekirine şopikên dûriyê
li ser qelşên dîtinin kelogirî
di binçengên rojin
veçirandî
bi reşbîniyeke sêwlek.
ji min weşiya hilma
bê ziraviya tiliya
di ber sînga veşartingehên
kulot de.
di çi tirişbûnê de nimandiye
rûdêmê min
di qermîçokên bêfedîbûnê de
aravtiye guroverbûna
tilmanokên mêbûna henasên min.
* * * * *
li vê xweziya
ko toz û tirabêlka bûrînin bê sîtav
li serê cîdemên xwe barandiye
xwe xemilndiye bi jibîrbûnin xesandî
di tûrikê şûnmayînin olperest de
ji tenahiya xwe re.
ewin bi şivên şût
dombelanên buharan
di devdawa demsalan de
di teqînin
li ser kenarên şêl û bêlê
bi bawermendîtiya pêxemberiyê
çavdêrî gavin xwe yî
hûnandî di kenarên şevederiyê de
ku sînor ji kevalên xweşiyê
hilweşandine
ewrên ku ji ajotina di revin
pêlên bablîsokan
raserî mêbûnê
raxistîne çîrokên
zexeliya mêraniya veçirandî
bi tiliyin gijbûyî
ji çinîna
keziyin xwe ji bîrkirî
di girêdana şîniyê de
* * * * *
li min......
û vê sirûdbêjiya
bi girêkin xirboqî
di zimanbêjiya min de
daleqandî
raserî bê naxiya bê dengiya
zîzbûyî di fira tenahiya
hûnandî de
ji min xeyidandine
movikên lebitandinê
bi pakiya navê min.
li min....
û qeşemriya
van sîberên xeydok
ji alîstina gerdena şevin
beradayî li ser mêtina
xewnin ta girtî ji kela
xewindîtinê
li min.....
û van lêvin avis
bi ramîsanin gihayî
bi dêmin vekirî
li ser pirsinin kem.
Ji bejinin gihayî bi dîtinin
vemitandî li rexriyên demxwer
pirsa hebûna
xeniqî di çeqçeqonkê
buharên te yî
ku bi devdawa
germahiya te ve di tewtihe
ji dirêjiya kenin çilmisî
di şopikên pêka yekemîn de
li min têne hev vezîlandina
aliyin windabûyî
ji binavkirina tiliyan
* * * * *
dîtinên min
li qelevîzkan xwe vedizîne
ji zindana mijangên xwe
di dizin xweşikbûnê
çend hezar... tîjik
û ramîsanek....??
di karin şiyar bikin
tiraliya nêrbûna çavşikestî
di têgotin.....
yên buhûrî de
bi lemin ji gevizandina
reşkê şevan
û pîrhevokên veşartî
di banga birûmet de.
westiyan
xwezî û bînayiyên te
ji sistiya kevanên temen xwer
di çarikên gulgulî de
yên bi spîbûna pirça dayika min ve
hişikbûne tertên hinekirin
û şiştina newêrek
li ber serê girê hetikî
ji eşkerekirina finasên
bênderên gundîtiya
nijinandî di rûdêmê
rewrewka pozbilind de.
li ser guroveriya sîngin dilmê
belin belqitandinin
mîna sibehên xav
ji hêkên motik
di kesera palevanan de
têne sûtin di heyranokên
şîrvekirî de
ber sîngan dibin evîndarin
mijûl bi barhilgirtina
zerbûna simbêl û tizbiyin
şayîkbûyî bi tehfilanda
xwêdana berin reş
di navika zarokekî
ji malzaroktiya xwe têrnebûyî
û bi pifa bê ser û ber de şemitî
cirîda navlêkirina
tirsonek
lêvin pingehayî
yekem car
biramîsana yarekê di teqe
li ber pistepista
cihin xeber guhêz
vedengdana lîlandinan
li paş hilweşandina
keçîniyê zîz dibe
û bi cilika gunehkar re
rû sipî dibe di xelekên
semagirtinê de.
* * * * *
|