|
Em û girî
Reyhan Sarhan
Carna em, û girî ji neynok û tiliyê bêhtir nêzî
hevin.
Carna ji çav û mijangan bêhtir li cem hevin.
Carna mirov dixwaze bigaze, bi gaziya xwe re
dixwaze bigirî, heya ku dilopek
di çavên mirov de hebe dixwaze biherikîne, û
derxe ser rûyê bedena
westiyayî.
Girî qirêjiya dil davêje derve, û hestên dil ji
gemariyê paqij dike.
Carna hin kes û derdor girî wek qelsiyeke giyanî
binav dikin, û li gorî xwe
dinirxînin.
Lê belê, her kes çawa dinirxîne, ew mijarek din
e, û ji xwe ne girînge bê kî
çawa di nirxîne.Ya girîng ew e ku, mirov xwe
çawa bi girî re hest dike.
Carna hin bexçe hene ku, destên mirov nagihêjinê
ku ji xwe re gulekê yan
nesrînekê biçine, bêhn bike, bide ber pozê xwe,
nefeseke kûr ji hundirê dil
bikişîne.
Carna mirov dixwaze biaxive lê kesekî ku lê
guhdar bike li der dora xwe
nabîne..
Carna dixwaze ji yara xwe re bêje: ez ji te hez
dikim, lê belê ew wê
cesaretê di xwe de nabîne, an naxwaze ew gotin
bêne ziman. Ji ber ew ditirse
ku bersiv na be!..
Carna dixwaze ji sînorên jiyanê re bêje: na, ez
naxwazim evan qanûn û
peymanên te bipejirînim, Lê wê hêzê di xwe de
nabîne… hwd
Tenê di qotîka girî de, Di çirîskên hêsiran de.
Di pelên ku ji kanîka çav
mîna şirşirkên Barana Avrîlê (Nîsan) diniqutin.
xwestek û daxwazên xwe di
deryaya çavan de dibîne, û hest dike. Yê ku miov
tenê fam dike, girîye....yê
ku bêhna mirov derdixe, girîye...yê ku ji mirov
re dibe dostekî ku, qet dûr
nakeve, û îxanetê nake girîye...
Girî dost û hevalekî rojaneye, gelî yê tengiyê
yê nêzî mirov, girîye.
Di rojên teng de, yên ku em xwe tê de wek
girtiyan dibînin tenê girî tê
hawara me!
Em xwe davêjin bext û tora girî... Carna em xwe
di nav derya girî de winda
dikin.. û di kûraniya wê de noq dibin… bin av
dibin..lê berî her tiştî girî
sivikahiya bedenê mirov yê westiyayî ye.
Lê nebêjin ku girî hertim tê, û li deriyê me
dide. Na, mixabin ku, girî her
gav nayê. eksa girî pir hişke, dijware.
Dema ku ji mirov dixeyide nayê. Dema em wî erzan
dibînin ew nayê.
Demekî pevçûnek di navbera me de çêbû, sê salan
girî xwe bi darên min ve
nexist. Ez tim lê digeryam, min gazî wî dikir, û
nedikir ew nedihat. Min
gelek caran lêborîna xwe jê dixwest, lê ew
nedihat. Pevçûna me li ser erzanî
û bihabûna wî bû.
Min girî hêzeke qels didît. Û bi nerîneke pûç lê
temaşe dikir...ji bo wê
nizanim em kengî li hev hatin..
Dema bawerî tê şikandin..
Dema ku hêviyên te bona jiyaneke cuda dibin
piçek û pariyek...
Dema ku Mirin tê, û li deriyê me dide...
Dema ku sînorên bedena me dikevin keştiya girî
Dema ku em ji ve jiyanê têrnabin, û diçin...yan
hin me dibin, yan jî em bi
awayekî ji awayan bi xwe diçin....
Dema ku em evîniyên xwe yên pêknehatî li dûv xwe
dihêlin, û bardikin...
Dema ku em gohên xwe bi dûrî rastî û derewan
dixin.
Dema ku em piştî mirinê hînî rastiya jiyanê
dibin, û tê digihêjin...
Tek û tenê em û girî li cem hev dimînin.
26- 1- 2007
|