Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:02

 

Ezîz Xemcivîn

Xezala Pakrewan
Ezîz Xemcivîn




Diyarî pakrewana kurd
Ezîza Yezîdî*



Dil dibêje:
pênûsê deyne ser pel..
Kî dikare,
evîna welat ji baxçê çavan
reh û kokê bibire..?

Kî dikare,
devê Xezala evîndar
Ji çêra buharê li deşta cezîrê bigire..?

Kî dikare,
Berê cihoka xwîna pakrewanan
Ji avdana dara azadiyê biguhere..?

Dilê min,
Pirsên evê pênûsê bi dawî nabin..!
Tenê mikurvaniya xwe
li Qamişloka birîndar dide..
dema li ser rewanê Xezalê
sîwan bû;
li ber Lîzgeha matmayînê
çavên Xezalê
bi rewanên pakrewanan,
bi kevirên li destên Zarokan,
bi qîrîna Dê û Jinebiyan,
bi ala rengîn,
û bi xwîna qehremanan re dipeyivîn..!!

Ho Xezalê..!
rewanên we doza hev dikirin,
Gule û fîşekên kînok
li hember vîna we tiştek nedikirin..!!
her dilopek xwîn
li xaka welat mûmek vêxist..
nêrgizên evînê li ser gorên we geş in..
hêsirên sêwiyan,
barîna berxikên mîjo,
û nalîna dilan ji her hêlê de
bûne tekoşîn…

Xezalê li min bibure,
Bi avjeniya rewanan hûn ji me siviktir bûn
Bi rijandina xwînê
hûn ji me comerdtir bûn…
Lê kîna dijmin
li min û te û me
ew rik û kîn e,
tu Kurd î,
ez Kurd im,
em Kurd in,
ev Kurd in,
ew Kurd in
û hûn Kurd in…

bê şerm û tirs
perwanên welat bi ber roniyê de dibezin
û dibêjin: belê em jî Kurd in..!!

Birîna xaka patrolê divebe,
ew jî dibêje: ez Kurd im..

pembû, genim, nok, nîsk û zeytûn
ji Efrînê ta bi Çavîka Dîwar
dar bi dar û lem bi lem
tev li zemînê ew jî dibêjin: em Kurd in..

Pirsa me nehatiye û nayê darvekirin.
Bi zimanê Kurdî dipeyive..
Doza Xezalê û Şêrên serhildanê jîndar e..
Her parek ji dilê gulebarankirî
bûye pêtiyek
Her çipikek xwîna paqij û zelal
bûye buharek..
Û her rewanekî pîroz
ji azadiyê re bûye darek…



12/3/2005
_________________________________________
-Ezîza Yezîdî: jinek kurd ji hêla Serê Kaniyê ye. Li piştî bûyerên li herêmên kurdan li sûriyê çêbûn. Gelek kesên şofînî bi gef bûne li her kesê ko kurd e, lewra ev jin û çend zarok pê re di roja 28/2/2005an de di turumbêla xwe de bi sedemin ne diyar hatin gulebarankirin.(KNN)








                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1