|
Nameyên du pismaman
û Semaya Efrînê
Dr. Ebdilmecîd Şêxo
19.02.2007
Erê pismamo, ez niha di vê germa havînê de li
ber destê êvarê bi piya ji Amudê vegeriyam malê.
Bawerke îro belengazan dikanîn hêkan ji zarokên
xwe re li ber tava rojê bikelandana, lê hîn ji
vê xeraptir, bijîşkê Qamuşliyê yê dadwerî beriya
heftekê ji cîranê me re goti bû; serê dostekî
min, Ferhadê Heso di nava zeviya Borzo Axa de
mîna serpiyekê keliya bû. Ew bû ye pakrewanê
heyşt keç û 3 kurikên xwe, piraniya Amudiyan hîn
di xemgîniyê de ne ..Erê pismamo ez hîn naxwezim
ji te re bêjim ku zarên wî niha di çi kirasî de,
di çi dujehê de ne, lê ev mala ji bin de
hilweşiya…Ax ez nizanim pismamo, ez gelek bi
bîranînên wan dêşim ! Tu li kê temaşe dikî ???
Ey xûdê tu vê yekê nînî serê tu kesî dîn.
Lê ez nizanim ku li nik we li Almaniya tu kes li
ber tava rojê di zeviyên Alman Axa de dimirin ?
Ez bawer nakim.
Tu zanî pismamo, delalo ez mîna berê hîn
berdestê avahîkaran dixebitim, ez hîn bê jin im,
ez nizanim kî dê keça xwe bide hejarekî mîna
min, tu qey zanî pismamo ez hîn nikanim çêlekê
bikirim, dê çawa ezê keçekê xweşik, bejin bilind
bikirim??? Erê bextê zikê min hinekî baş e, ew
mîna bergîrê mala keyayê Durbasiyê herdem tê re,
lê giyana min herdem tî û birçî ye, ewa ji hilma
derdora min tim û tim dixwaze vereşe …Hîn eva
çiye pismamo, hîn tu were li derûna min binêre,
ewa ji qatayekê ta qata şeşan bi tûjpeyvan û
awirên ne mirovane di nava pêlên bêzariyê de bê
deng dinale, giyana min bi ser min de hêrs
dikeve, ewa êşên xwe bi stêrên min derman dike,
tirsa min ya mezin ew e ku çavên min hêdî
nikanibin stêran bibarînin, ez nizanim dê ewanan
parsa stêran ji kê bikin ???
Pismamê hêca ! Tu zanî ez ne weke te xwendevan
im, û ne jî ez mîna Helîmê Amudê me ku ez ji te
re kanibim rewşa xwe pir bi zelalî û balkêş
binivisînim, lê ez bawerim tuyê hevokên min yên
li hev sîwarkirî bi hêvanên zanîn û hestên xwe
di hişê xwe de tîmar bikî û di bin siya dara wê
de bersiva min bidî.
Erê pismamo! Li min bibore, ez neçar im herim
nav nivîna xwe, piştî çar demjimêran ezê dîsan
dilbera xwe ango nivîna xwe bi tenê bihêlim û bi
piya herim ber avahiya xwe, kevirên bê wijdan li
benda pişta min in ..ezê bêjim şeva te û zarên
te xweş be …û ta careke din.
Pismamê te Rênir
Amudê,7.06.2000
(2)
Ezbenî Rênir!
Eva bû ye sê rojên, ez gihame malê, tu zanî em
li ku bûn, em li kîjan welatî bûn? Min nedixwast
ji te re bêjim, ta ku dilê te bi me pir nemîne,
lê diya zaroyan li ber serê min rûniştiye û
dibêje; divê tu ji Rênir re tenê rastiyê bêjî,
lê ez nizanim ma rast mebesta bermala min rastî
ye, lê ewa mîna pir kesan dixwaze xwe bîbîne, ji
te û ji xelkê Amudê re bêje; binêrin çawa mala
Hesenê Elîfê duh weke me birçî bûn, lê îro ew li
havîngehên Îtaliya ji xwe re seyranê dikin .
Bi xudê min nedixwast tiştan weha ji te re
binivisînim, lê belkî tu hîn baş nizanî bî ku
jinên niha pir ji mêrên xwe natirsin, eger min
negotiba, ewê dê deh caran gotinên min bê sedem
li pêş mêvanan bişkanda…Na ..Na ..Min gote wê,
ezê ji pismamê xwe re bêjim; belê ezbenî weke
jina min dibêje; seyrana me pir xweş bû, lê tenê
bêhna Amudê jê kêm bû.
Em vegeriyan Hanoverê, me dît ewa hîn ciwantir
bû ye, berê dar û kolanên wê pir caran bi
biyaniyan re nizanî bûn bikenîna, lê di van
rojan de, Hanover ne mîna berê ye, ezmana wê jî
pir sahî bû ye, hêv pir ronak e, penaber jî îro
pir rûlken in, baweşînên hênik pîkên daran
dihejînin, belkî bi vê re jî dilên xelkê hatin
leqandin ..Ez nizanim ..Ez nizanim heyran, ez ne
pisporê derûnî me ..Lê ez çi dibînim an jî, ez
çawa hest dikim, ez wê ji pismamê xwe re
dinivisînim.
Em werin ser nama te, bawerke min kurtenama te
sê caran xwend, gotinên te bala min pir ber xwe
de kişandin, erê te gelek kêm nivisiye, lê
peyvên te mîna "giyan", "wijdan " û "zikê
bergîran têr e " ez ji xewneke dirêj şiyar kirim,
mîna ku tu qadosek ava "Serê kaniyê " bi ser
minde birêjînî.
Erê, me ji zû da hevdu nedîtiye; ez nizanim tu û
birayên te yên din gihan kuderê ? Lê ez guman
dikim ku her şeş birayên te zewicîne, zarokên
wan jî niha pir in, lê çima rebinên mîna te,
dilsozên mîna te herdem bê bext in ?? Tu zanî
pismam; duh ez rastî dostekî xwe li bazara
tişterzaniyê hatim, me li ser buhabûna û
erzaniya jinan jî deng kir, ewî gote min, birayê
min ji xwe re jinekê pir ciwan, bejin zirav ji
nava Kurdên Helebê ji taqa El-eşrefiyê pir erzan
aniye, ewanan hîn ji jinên Almaniya erzantir
bûne, bila pismamê te jî here wan derdoran, ew
tim li Amudê çi dike? Erê pismamo tu zanî ez
bûme sî sal ku ez ji Amudê derketime, ew xaniyên
me axîn pir bi bîra min tên, ez heroj li vir xwe
dikim heyranê Amudê, ewa bû ye mîna siya min,
herdem bi min re ye, ax û ax ez herdem ji zarên
xwe re dibêjim; bila min niha çend buharên xweş
di hembêza wê de derbas bikirina û bila ev
kirasa jî li min tune ba ..A x ..Hema ax ..Ez
hîn çi bêjim pismamo, rewşa min li vir rind e,
ez kar dikim, min hemwelatiya almanî jî standiye
…Zarên min hemû dixûnin, Cengîn bazara
tirêmbêlan dike, tu bes wî bibîne, mina kurdaxî
dibêjin; "Ewa bû ye mîna lenga Kefersefrê " ew
heroj li bajarekî ye ..ew vêlayê ku xezorê min
niha tê de dijî, ya me ye, diya Cengîn ewa bi
perên xwe kiriye ..Karê wê baş e, elhemdula, ewa
di dibistana bilind de mamosteyeke paye bilin
de..Lê rewşa te ji bîra min naçe, xweda aramiyê
bide te, ez zanim ku çima birayên te zû zewicîne,
li gorî min ji kesekî bihîstiye ku ewanan bi
qelendên xûşkên xwe zewicîne ..Pir baş e, te jî
weha ne kir.. Baş e ku te jî dotmama min ya
dawiyê ji xwe re nekiriye berdêl …Ez zanim tu ne
weke birayên xwe yî, belê ez zanim berhemên
darekê jî ne hemî weke hev tal an şêrîn in.
Ez … erê pismamo, ax ez çi bikim ? bila tu
bizanî bî, ez jî mîna te gelek bi wijdan im,
dilê min pir bi te û dotmamên min dişewite, ez
dikanim li te pêşniyar bikim ku tu Amudê bi chi
bihêlî û werî nik me li Almaniya bijî, dê pir
rêk li pêş te vebin û cîhana te dê bi rengekî
din be … Ez ji te re hîn vekirî bêjim, eger li
nik we xort bi şêweya qelendan keçan dikirin, lê
li Ewropa rewş cida ye, tu zanî eger li vir
xortên me mafên penaberiyê istandibin û ewanan
kar bikin, hêdî pir keç ji Kurdistana Rojava jî
li wan digerin, diyar e ewanan jî dixwazin
jiyaneke nûh nas bikin ..Tu hêdî qet xeman nexwe,
tu were nik me, emê mafê penaberiyê pir zû ji te
ra bistînin, bi taybetî kurdperwerên mîna te
dikanin li ser masê pasportê wergirin û ezê te
li xweringeha xwe de karkirin bidim. Paşê tu
bêje min, eger tu keça kîjan axayî an malmezinî
dixwazî, ezê ji pismamê xwe re hûnim.
Lê berî ku tu werî çavên xwe baş li pir keçan
bigerîne, metirse here! Here her derê, her her
malê ..Tu tenê keçeke xweşik, rindik bi chi bike,
here Qamuşliyê! Here Efrînê! Here kobaniyê!
Jibîr meke, erê te nexwendiye, lê bila ewa
xwende be, emê wê jî li vir weke diya Cengîn
bikin mamosteya dibistanê. Ez bawer dikim, piştî
vê nama min, divê tu her şev li ser aliyekî ta
siba din razî û her dem xwenên xweş bibînî, erê
ezê te ji wî kirasê êgir rizgar bikim.
Lê ez lava ji te dikim ku tu van agahiyan ji
kesî re dîn re nebêjî, karê xwe bi nehênî bike!
..Li keçan bi dizî bigere! ..Eger te çend keç
qeşeng dîtin, ji kerema xwe wêneyên wan jî bi
rengekî ji rengan bikşîne û ji pismamê xwe re
bişîne, ta dilê min jî rune..
Li dawiyê silavên germ ji te re û tu di gera xwe
de serkewtî bî ….
Hunermend
Hanover, 5.Tebaxê .2000
(3)
Çavên min Hunermend, heyrano!
Ez beriya kêlîkê ji bazarê vegeriyam malê, min
bi xwe re bi ser derd û kûlên xwe de, pir êş
anîn malê, tu zanî ez rastî du siyasetmedarên me
hatim, her yekî ji wan bi awaya xwe li tembura
bizava miletê me dixist, mercên serketina gelê
me ji min re şirove kir, û her yek dibêje; em û
em ne tu kesî din …Neyse ez serê te jî bi xwe re
gêj nekim, eva ne mijara me ye .
Lê înan ke, min nama te bi destên pir lerzandî
vekir, ewa xwend, û dilê min jî pê re pir
lêdiket, min digot ka pismamê min çi derman ji
aloziyên min re dîtine …Hindik neçû min gote xwe,
ax te çi got ? Keç? Jin ?Almaniya ?A x, wex, kar,
pere ….Xwelî li serê min be, min çima ji zû de
name ji vî delalî dilnazîk re ne şand bû…Ax û
sed carî ax ..Lê xem nake bavpîrên me gotine; "Bila
bizina me avis be, lê bila bi derngî be" Fatê
were !..Were, lê zû were !…Te dît pismamê me
dixwaze min bibe buheşta Almanan, erê xûşka min,
metirse! Bi serê bavo ezê ji te re peran bişînim..
Li min bibure pismam ez dîsan ji mijarê
derdikevim, ez nizanim dotmama te tiştek di ber
xwe de got, ez nizanim, lê ez texmîn dikim ewa
jî li ser êşa xwe dike girî, erê, erê wê jî hîn
mêr nekirî ye ..Lê bi xudayê mîhreban tu bavê
min î, tu diya min î, tu birayê min yê mezin î,
hema tu çi bêjî, ezê weha bikim.
Lê vê carê qisaweta min ew e, wek min berê jî bi
te re goti bû ku ez nikanim çêlekekê bikirim, lê
vê carê ezê perên qaçaqcî ji ku derê bînim,
qaçaqcî bê wijdan in, serê her mirovekî
4000-5000 dolar dibin.
Hinek dibêjin; ji nîzîk de wê gemiyek ji
koçberan here Ewrupa.
Ez nizanim tu çi şîretan dixwazî li min bikî, ez
li benda bersiva te ya zêrîn im, zimanê min niha
ji şabûna re lihevgeriya ye, hişê min niha li
qata heftan de ye, ewa li qîzan digere ..Weke te
gotî; ewa li yên rindik û tîtik digere ..Ewa çû
..çû, belkî ewa giha ye Efrînê jî ..E rê pismam
ev niha ez im .
Na heyran bi serê bavê min û yê te ez ji tu kesî
dîn re nabêjim ..Ma qey tu dibêjî ez dînê Amudê
me …Na! Na! Bê xem be ..!
Silavên min li diya Cengîn bike û ez hemû zarên
te radimusim… Bersiv..Bersiv tu bimînî di
xweşiyê de.
Rênir
Amudê ,15.Tabaxê .2000
(4)
Carek din dema te xweş be pismam, ez pir bi nama
te û dilşadiya te kêfxweş bûm, ez vê carê
nikanim ji te re gelek binivisînim. Dibêjin, li
Berlînê kurdekî ji xeyda jina xwe re, xwe kujtî
ye, ezê niha bi rêkevim û herim serxweşiyê, ezê
paşê bizanibim sedemên vê gunehkariyê çi ne? Lê
ez dixwazim te agahdar bikim, tu here cem bavê
Egît! Min ji te re 5000 dolar şandine, lê ji wan
eger li nik te zêde bûn,1000 dolar ya dotmama
min Fatme ye.
Bizani be! Min ji diya zarokên xwe re ne gotî ye,
tu jî ji kesî din re me bêje! Eger diya Cengîn
zanibe ku min ewqas pere ji te re rêkirine,
bawerke emê hevdu bikujin …Mebêje heyran !
Gerên xwe bi hêmenî û aramî bike, bila tu kes
nizani be tu çi dikî, ez li benda te me û bi
xatirê te, silavên min taybet ji Efrînê re hene.
.
Hunermend
Hanover,2.09. 2000
(5)
Ezbenî pismamê dilsoz!
Ez te pir û pir spas dikim, xudê te ji her
xerapiyekê biparêze, min beriya kêlîkê pere ji
bavê Egîd wergirtin, dilê min niha bûye mîna
gulistana buharê, niha bêhna bayê Amudê pir xweş
e, ez niha di xewneroja xwe de li bin siya
dareke zeytonê rûnîştî me, mala bavê Egîd ava be,
ewî jî soz daye min ku nehêniyên min ji kesî din
re nebêje. Wekî din ezê niha, niha herim Helêbê,
ezê paşê her tiştî ji te re binivisînim. Bi
xatirê te ta hefteyek din.
Rênir 10.09.2000
(6)
Hunermend can, bavê Cengîn !
Va ye ez ji Helebê û ji "Çiyayê Kurmênc" behuşta
dildaran vegerîm, ezê niha ji te re hûrik, hûrik
her tiştî bêjim.
Min berî her tiştî hîn ji Amudê de telîfona
hotêl Elemîr ya pênc stêrkî kir, erê pismam,
diviya bû weha be, ez berê zanim û berê jî gelek
kesan bi min re gotine ku keçên Efrînê ji kêf û
dewlemendiyê hez dikin.
Ez gihame hotêla xwe, min yekser vîdiyokamêra ji
xwe re kirî û di pişt re min telîfonî hevalê xwe
Rêber kir, me herduyan bi hev re li dibistaneke
Helebê dixwend, tu zanî dema apê te çû bû
dilovaniya xwe, ez çûm Helebê û min li hotêla
Kenanê Egîd Axa kar dikir û ez diçûme dibistanê,
li wir ez û Rêber bûne hevalên hev, lê ew kurê
dewlemendekî ye, nizanim, berê çend hezar darên
wan yên zeytonê hebûn. Neyse, min telîfon ji
Rêber re vekir, ew bi telîfona min matmayî ma,
min ji wî re got; ez niha li hotêla Elemîr im,
ez dixwzim te bibînim, min bi xwe re goti bû;
belkî ez bi riya wî têkevim malên Efrîniyan û li
rindik û bejin ziravan bigerim, bi rastî jî ew
piştî du demjimêran ji Efrînê hat cem min, me
herduyan li rewşa hev pirsîn, ewî gazincên xwe
kirin û gote min; tu nizanî bavê min mala me ji
binî de hilweşandiye, rewşa me ya aborî ne mîna
berê ye, belkî bavê min tê bîra te, ew gelek ji
kêfê hez dike, ewî herdem pere bi kar ji cem
Bobeniyan an ji cem bazarganên zêtê li Helebê
tînan, lewra ewî nîvî darên me firotine, lê niha
hinekî zora me li ser wî dibe, em nahêlin ku ew
weke berê berdewam bike, pişt re yekser ji min
pirsî lê Rênir rewşa te çawa ye? Xûya ye û di
hotêla te re diyar e ku rewşa te ne mîna berê ye
. Min tavildanê ji wî re got; erê bira, çerxa
dinyayê weha ye, hin caran mirov li jêr dibe û
hin caran mirov li jor dibe û sed carî mala xudê
ava be, min gotê; erê hevalê hêca kanî em herin
şîvekê bi hev re bixûn, em li ser xwerinê hîn
rûnîştî bûn, hêdî, hêdî min li rewşa mala wan bi
giştî pirs kir, ewî gote min, em hîn du bira, ne
zewicîne û şeş xûşkên min li mal in. Tu zanî
gava min bihîst ew dibêje şeş xûşk, hêdî dilê
min di sîngê min de dest bi semayê kir, min di
hundir xwe de digot; ya xudê, tenê bes bila ew
bedew bin, ezê lingekî li ber yekê xînim. Şeva
me li hotêlê bi bîranînên rojên dibistanê û
serpêhatiyên jiyanê me derbaz bûn. Min nehêşt ew
wê şevê vegere mala xwe, ew li nik min li Hotêlê
bûye mîvan, yanê min riya mala wan ji xwe re dûz
kir. Te dît heyran, pismamê dilsoz! Çawa ez bi
tektîk û aramî dilivim.
Roja din ewa vegeriya malê, ez li Helebê li
taxên Kurdan ji xwe re digeriyam û ez carnan ji
xwe re diçûm ber zanîgeha Helebê û kamîra min jî
bi dest min de bû, erê min digot; bila ez bala
keçan ber xwe de bikşînim.
Di roja sêşemê de bû, ez li wir bûm, keçek reşik
nîzîkî min bû û ji min pirsî, ma tu ne ji Amudê
yî, min bi ters gote wê, ez ji te tê negiham, bi
erebî bi min re bipeyve, ez ne bêgane me, ewê
lêborîn ji min xwest û pir poşmam di riya xwe de
çû, min di ber xwe de got; ya xudê! Ma min keç
li Amudê nedî bûn, ewa ji min re ji ku derket,
lê baş bû, ez rola lîstikvana lîstim, min xwe
pir zû ji wê rizgar kir û hêdî nema ez vegerîm
wan derdoran.
Êvarê Rêber bi min re li ser telîfonê deng kir û
ez vexwendî mala xwe kirim, di roja din de ez bi
teksiyeke taybet çûm Efrînê, min tenê diyariyek
ji dayika hevalê xwe Rêber re bir, erê pismam,
min Efrîn pir ji zû de nedî bû, lê li wir
avahiyên pir baş hatine girtin, dibêjin
endizwarên Kurdan niha pir giringiyê didin
pêşxistina bajarê xwe, mala wan ava be, mala
Rêber jî vêlayeke xweşik bû, lê ya herî xweşktir
û giringtir, min xûşkên Rêber dîtin, ji wanan
dudiyan bi hev re hişê serê min birin. Min jî
şevekê li mala wan xew kir, li roja din Rêber ez
û diya xwe, bi şeş xûşkên xwe ve û hîn bi ser de
jî, sê hevalên xûşkên wî jî bi me re çûn
xweringeha Basutê..Erê pismam vê carê axivtinên
min pir in, ez di vê namê de li ser xebata xwe
ji bo çarenûsa xwe û keçên ciwan dipeyvim,
rûniştina me gelek serketî bû, baş bû, bavê
Rêber ne bi me re bû, ez zor spasdariya xaltîka
xwe diya Rêber dikim, min jinên weha serwextî
kêm dîtine, navên pir siyasetmedarên me dizane,
bi vê mezinbûna xwe li dibistana partiyan de
fêrî zimanê kurdî bû ye, ewê car caran hin
malikên helbestên Cegerxwîn ji me re digotin.
Min serbestiya xwe istand û bê şermî bi hersê
hişbiran re rind deng dikir .Min wêneyên wan li
gel axivtinên wan kişandine, va ye ezê niha ji
te re li ser sê perwînan rawestim1-Gulşen 25
salî ye, çavên wê hişîn in, dirêjbûna wê ne
kêmtirî 170 sm.e. Fîstanke kurmanckî hişîn li
xwe kiriye, ewa li Efrînê li gulistana zarokan
dixebite, xûna wê bi min pir şêrîn e, çêşa
peyvên wê hûngivî ne, ewa di hemu mehrecan
helbesta kurdî de beşdar dibe, ma ji vê pirtir
hîn çi gerek e?
lê Sema hema xwedê ewa bi xwe çê kiriye ..
27salî ye, çav kesk e, fîstaneke kesk kurmanckî
li xwe kiriye, ewa li rex diya xwe rûniştî ye,
ewa jî li navê xwe hatiye, mîna çûkeke qeşeng di
nav me re dere û tê, rûyê wê weke hêvê ye, ewa
jî mamoste û wênekêş e. Ez pêwîst nabînim li ser
yên din.4.5.6 ji te re binivisînim.
Lê min gote te, hîn du hevalên wan henin, yek ji
wanan navê xwe Hêvîn e, ewa jî keça mamosteykî
ye, 23 salî ye, ewa li zanîngeha Helebê beşê
zimanê erebî dixûne, çavên wê reş in û mezin in,
bejna wê pir nazîk e, axivtina wê nermik û
balkêş e, dengê wê pir xweşik e.
Min sê katijmêran ewana bi deng û wêne
kişandine, tu dikanî têra xwe li wan binêrî, û
nirîna xwe ji min re bêjî, ez dibêjim ku ez kê
ji wan bixwazim, dê bi min razî bin.
Bavê Cengîn !
Piştî heftakê dê siysetmedarekî me were
Almaniya, ewa dostê bavê min bû, ezê telifona te
bidim wî û ezê vê(CD yê ) bi wî re, ji te re
bişînim. Ez zanim, ewa mirovekî pir pêbawer e.
Ji kerema xwe pir zû bersivê ji min re bişîne,
ta ku ez vê fersenda zêrîn winda nekim.
Rênir 17.09.2000
(7)
Di serî de silavên zor germ ji te re pismamê
hêca, eger tu dixwazî li rewşa me bipirsî, bi
rastî em di kêfa xwedê de ne, em berê li ku derê
bûn û niha em li kuderê ne, zaroyên min hêdî
nizanin bergîr, çêl, ker, xaniyên axî çi ne ? Em
serbest diçin sêmînarên kurdî, û dibêjin li hin
wîlayetên Almaniya hin zarokên Kurdan bi zimanê
xwe dixûnin. Yanê bi kurtî em li vir zanin bijîn
û me renga jiyanê nas kir.
Berê me ber payîzê ye, zarên me dîsan diçin
dibistanê, hemî baş dixûnin, hema tuyê werî, dê
tu her tiştî bi xwe bibînî. Lê mixabin ewanan
kurdî pir xerap zanin, diya Cengîn weha bi serê
zarokan dike, ewa dibêje; niha kurdî, murdî ne
gerekê me ye.. here mal xerab, bila serokên te
kurdî fêr bibin, paşê were bi me re şerê xwe
bike, here…!Here … ! Min duh êvarê bi xwe guhdar
kir, ku çawa serokekî Kurdan bi zimanê kurdî
dixûne, min ji ber wî ve şerm kir …. Neyse Rênir
ez pir caran ji mijara xwe ya bingehîn
derdikevim, tu li kêmasiyên min nenire heyran !
Ez duh çûm Bonê, Insîtuta kurdî li wir
konfiransek ji bo Kurdistana Rojava li darxisti
bû, min siyasetmedarê me yê ku CD bi xwe re anî
bû dît,- civîna me pir baş bû, -elhemdula- li
dewsa partiyeke me hebe, di wê rojê de tenê
çarde partiyên me beşdar bûn, -dîsan elhemdula-
nirînên xwe jî pir nîzîkî hev bûn -, lê nizanim
çima min ji nişkava dît ku du endamên partiyan
bi kursiyan li hev dixistin, konfiransa me têk
dan.Tu zanî mêvanê me yê siyasetmedar bi dengê
bilind ji wan re got, min texmîn dikir ku hûn li
vir hinekî fêrî şaristaniyê bûne, lê mixabin hîn
hûn li şûn me ma ne, me li welêt hîn li hev
nexistiye ..li min biborin ez nikanim bi we re
berdewam bikim.
Dîsan neyse ez dîsan ji mijarê derketim, lê ez
çi bikim pismam, tevî ku ez ne endamê partiyekê
me lê siyaset ketiye xûna min. Siyasetmedarê me
çû cem hevalên xwe, lê min CD ji wî bir û ez jî
pir bi lez vegeriyam malê, çimkî min nama te
beriya hatina siyasetmedarê me bi sê rojan
wergirti bû, te ez zor dilxwaş kirim, te nûçeyên
baş li ser keçên Efrînê ji min re nivîsî bûn,
min bi xwe re digot; xudê mirazê dilê te bike ..
lê tu nizanî çawa ez vegerîm, min du basik bi
tirêmbêla xwe ve xistin û ez firiyam, û min tim
di ber xwe de digote te, wey tu her bijî pismam,
te ev keçan çawa bi lez dîtin, ez çend salên,
çavên xwe bi dizî diya Cengîn li wan digerînim,
lê kes bi min qayil nabe, ezê bi derdên wan
bimirim, baş e ku tu bextewar î.. ,lê bila eva
di navbera me de be pismam. Tu zanî di mala me
de hîn ew malmêrata tune ye , ez nzinaim navê wê
bi kurdî çi ye, yanê ewê ku mirov CD dixe wê, û
paşê li ser telviziyonê her tiştî dibîne, beriya
ku ez bi mala xwe gînim, min ew malmêrata kirî,
min di dilê xwe de digot; eger diya Cengîn çi
dike bila bike, tenê bila pismamê min yekê ji
Efrînê hûne, lê gava ku min her tişt li saz xist
û min gote hemiyan, de werin ! De werin binêrin,
kur apê min çi malbet li Efrînê dîtiye, werin
binêrin !
Çi dayik e ! Binêrin çi keçên delal in, guhdar
kin ewanan çi dibêjin, min her çend kîlîkan di
berxwe de digot; wey li te helal be pismam, bila
tu bêjî ez nêçîrvan im.lê tu nizanî rûya diya
Cengîn çawa bi heft rengan dihate guhartin, gava
min bi hestên germ li we temaşe dikir, û bi
evîneke bê sênor li we guhdar dikir. Bi rastî
her sê keç xwaşk in, weke te gotiye, yek ji ya
din ciwantir e, lê pismam ez nizanim, çima ya
çev kesk, Sema ji hemuyan pirtir bala min
kişandiye ?
Eger tu şîreta min bipejrînî, ezê ji te re bêjim
Sema li te pîroz be, tu bes kanibe wê bi aliyê
xwe ve bikşîne, bila ewa bi te re bêje erê, çi
pêwîst e, ezê ji bo te bikim, EZ HER DEM LI PIŞT
TE ME.
Hunermend
Hanover.24.09.2000
(8)
Hunermend Can! Bavê Cengîn! Ez nizanim çawa ezê
paşê ji ber barê te rabim, ezê qenciyên te jibîr
nekim, tu ne tenê pismamê min î, nexêr, tu ji
birayê min baştir î, tu bavê min î, tu diya min
î..Erê pismam, ev çend rojên li benda nama te
bûm, ez di vê navberê de heroj bi Efrînê re
dipeyvim, di xwena xwe de, ez her şev zemawenda
xwe bi yekê li Hanoverê dikim, baş e ku min pir
bi tektîk û hunermendî bi her sê keçan re deng
dikir, tu kesî nizanî bû ku çavên min li kê ye ?
lê ez xatirê te naşkînim, min berê bi te re goti
bû, her sê bedew in, yek ji yekê xûn şêrîntir e,
hema te got Sema, bi xudê bila ew çûka semavan
be.
Tu zanî, te hin tişt nivisîne, ez gelek pê
xemgîn bûm, lê ez jî naxwazim ji mijara xwe
derkevim, eger bi xêr ez hatim, emê bi bêhna
fereh li ser her tiştî rawestin.Niha ya herî
giringtir ew e ku te nirîna xwe daye min .A niha
ez zanim, ezê kê ji xwe re bixwzim.
Pismam ! piştî kêlîkê dê hin mêvan werin mala
me, ewanan caran nehatine cem min, ez dibêjim
belkî ewan hin tişt bihîsti bin, lê ezê her
tiştî veşêrim, ez pismamê te me..Xeman mexe, ezê
ji îro de li pey qaçaqcî bigerim, belkî ez yekî
ji wan li Helebê bibînim û siba ez dîsan derim
Efrînêêê, cem Semayêêê.
Gelek silav li te û li mala we
Bimînin dilşad
Rênir,30.9.2000
Amudê
(9)
Elo pismam, bavê Cengîn! Bavê Cengîn! Elo .. Elo
tu yî ezbenî, ez Rênir im, Rênir...ez niha li
Firansa me.. tu zanî ?
Wey ser çavên min ... ma tu rast dibêjî Rênir,
lê ez xewna dibînim? Na !Na malxerab, ez
dergîstê Semayê me malxerab, ez giha me Firansa
malxerab!
Rênir te ziravê min qetand, tu tenê bêje, tu hîn
nehatî girtin ? Tu li ku yî ? Tu li nik kê yî?
Na! Na Hunermend tu metirse, gava ez ji Efrînê
bi rêketim, Semaya min li ber xudê pir digeriya,
ewê gote min ;ji bo xatirê te, ezê li mêj bikim,
ta tu bê ziyan bigînî cem pismamê xwe yê
delal... Tu metirse ! Va ye telîfona biraderekî
......... Tu tenê bêje, kînga ezê werim?
Te gote çi? Sema..Sema ?
Lo erê, erê, Sema..Semaya min .....
Dêmek her tiştê me qediya... Wey her bijî
pismam, va ye ezê di roja şemiyê de li nik te
bim, bi xatirê te.
Elo Rênir, va ye ez hatim, ez niha li Parîsê me,
kêlikî din ezê li cem te bim.Wey tu gelekî bi
xêr, ezê li pêş deriyê rawestim...Rênir weha di
ber xwe de dibêje; her ku Hunermend nîzîkî min
dibe, Semaya min jî nîzîkî min dibe, dengê
dahola zemawenda min li guhên min dikeve,
stranên Cemîl Horo bi alafa evîna min re govendê
digerînin.
Wey ser seran Hunermend can, herdu pismam hevdu
dibînin, li ser hev digrîn, ewanan çend
demjimêran li nik wî hevalî diminîn.
Niha herdu pismam vedigerin Hanoverê, Hunermend
ji Rênir re dibêje; riya me pir dur e, te ji min
re nama dawiyê şand û tu çû Helebê, û va ye min
tu li vir dît.Te tiştek ji min re negot, ka
Semaya te çi soz daye te ?Ka te çîroka wê ji min
re nenivîsî bû, û te ewa cara paşin çawa dît ?
Te çawa ewa weke kurdaxî dibêjin, qarmîş kir? Te
silavên min gihandine wê delala xwe? Erê pismam
can, min ji wê re gotiye; metirse! Pismamê min
li pişt min e. Na! Na ez dixwzim dîsan tu ji min
re, hêdî hêdî bêjî ku te li vê çûyina xwe ya
dawiyê li Helebê çawa kir? kê soz daye te ? Bavê
? Dê ? Birayê wê Rêber?
Va ye ezê ji te re hûrik, hûrik bêjim.Vê carê ez
yekser çûm Efrîna dildaran, lê li Helebê min
tirîmbîlek BMB bi kirê bir û bê guman min gelek
diyarî ji Helebê bi xwe re ji hemûyan re birin ,
lê diyariya xasiya min ya duhatû re, ji yên
hemiyan buhatir bû, Bi rastî pismam, min çi
dikir, ewanan hemî bi saya te bûn. Ez sê rojan
li mala Semayê mam, min vê carê hestên xwe pir
zelal li ber wê û dayika wê derbirîn, em pir cûn
seyrangehan, Kefercenê, Basotê, Endarê, bi serê
te min nehêşt Rêber wereqakê ji beriya xwe bide,
ma eger tu li pişt min bî pismam, ezê ji çi
bitirsim, lê Semeya min hîn ji berê xweşktir bû
bû.
Beriya ku ez ji cem wan bi rêkefim, min her
tiştên xwe ji Rêber, Sema û dayika wan re got,
tu zanî pismam, ewanan qet nizanin pişta min di
bin barên keviran de şikestiye, erê ez zanim min
çawa dikir ! Hotêla Elemîr, tirêmbêla BMB ne li
valahiyê bûn. Min ji xwezî ve gote wan, ez car,
caran siyasetê jî dikim, hin berpirsiyarên mezin
dihatin mala me, min hin caran belavokên partiya
xwe belav kirine, vêca qey peyayên dewletê li
min dane, eva bûne sê car, peyayên asayişê min
dibin cem xwe, gefguran didin min, ewan dixwazin
min li dawiya dawiyê bigrin û belkî min winda
bikin.
Erê Semayê beriya dê û birayê xwe gote min; na,
na, tu xwe ji van zordaran rizgar bike! Dayika
wê jî gote keça xwe, erê keça min, bila Rênir
here..here, xudê destê xwe di ser te re bigre
kurê min, tu here ! Paşê xuda dilovan e, her
tiştek sanahî dibe, lê min kûr, kûr li çavên wê
û Semayê temeşe dikirin, min di wan mîhrebanan
de pir tişt xwendin, ewanan bersivên min li ser
rûyên xwe dinivîsândin, haşayî te, ma qey ez ker
im...Tu baş guhdarî min dikî pismam can ?
Erê, erê heyran tu bes bêje, hîn riya me dur e,
xûya ye tu gelek bextewar î, eger ne weha ba, tu
piştî ewqas sal rastî hevalê xwe Rêber dihatî !
Erê bavê Cengîn, min gote wan ezê pir ji nîzîk
de herim, ez herim Parîsê, paşê ez herim cem
pismamê xwe, ji xwe ewanan gelekî silavan li te
dikin, min berê li ser te pir bi wan re deng
kirîye, Semayê carekê ji min re got, xaziya
pismamekî min jî mîna pismamê te weha dilovan û
palpişt heba. Tu zanî ewanan niha li benda
telîfona min in.
Emê îro jî bi mala bavê wê re biaxivin, ne
Pismam? Lê bi ya te be, kînga emê wê hûnin vir ?
Belkî du mehên din ewa jî were ne pismam ?
Pismam te çîrokek ji min re li hev aniye? Ma tu
zanî ez kanim pir belgeyan bi dest xwe xînim, ez
kanim siba jî bibim hevalê kîjan partiyê bû,
piştî hefteke din ezê belgeyekê bînim, tu zanî
gava min xanî ava dikirin, min rojekê dîwareke
şehetî ya sekretêrekî ava kir, li dawiyê min
çend wêne bi cil û bergên mîna siyasiyan bi wî
re girtin, erê pismam tu xeman me xe, tu tenê
çîrokê amede bike ! Ne pismam ? Te got kînga ezê
Semayê hûnim heyran ?
Va ye ezê niha CD ya Evîna Welat têxim vê
malmêratê, bila ewa ji me re li ser Efrînê
bistirê, tu bes guhdarke, çi deng e! Efrîn bûkek
delal e....... .wey ez bi gorî te bim xûşka min,
te agirê sînema Amudê bi dilê min xist ..A x ..A
x, erê ..Sema jî bûkek delal e.. .
Rênir ! Em niha li Almaniya ne, tu bes guhdarke,
xeman pir mexe! Min berê bi te ra gotiye, ezê zû
çîrokê çê kim, tu zanî pir kes hene bi destên
xwe malên xwe wêran dikin, ewanan hîn qet
siyaseta Almaniya tênegihane, ewanan tên her
tiştên xwe li pêş dadgirê
xwe rêdixin, hinek ji wan rastiyên xwe dibêjin,
hinek ji wan mîna te jî qet siyaset nekirine jî,
lê xwe, di çîrokên xwe de kirine qehremanên
zîndanan, lê mixabin ewanan bê bext derdikevin.
Yanê bi kurtî pismam, şansê siyasetmedaran pir
hindk e, ta ku hukumet rûya xwe li ber yasayê
cîhanî spî bike, ewa bi rastî dide hin
siyasetmedaran an rewşenbîrên Kurd, vêca wek
kurdaxî dibêjin, "keç û bextê xwe " yasa li ku
ye û masa li ku ye ? Here binêr hîn bi hezaran
siyasetmedar û rewşênbîrên biyanî nizanin rengê
pasporta almanî çawa ye ? Lê bi ya xudê be, tuyî
bistînî, xeman mexe, ez pismamê te me. Emê siba
her tiştî ji te re li dozan xînin. Tenê tirseke
min çûk heye, eger te ne şînin van çend
wîleyetên dijwar mîna "Badênwurtêm berg" an
"Bayrên" tu metirse pismam, ezê îro bi xwe bi
Semaya te re bipeyvim, bila ewa rojê çend caran
pirtir li mêj bike, ta ku xudê te ji wê xefkê jî
pêş de rizgar bike.Tu zanî dem pir derbaz bû, em
niha li Hanoverê ne, binêre eva bajarê me ye,
bajarê rawêjkarê Almaniya yê berê ye, tu dibînî
çiqas xweş e? Tu dibînî min tu anî kuderê ?
Hindik ma ku tu û Semaya xwe ve li bin van
daraên bêhnxweş seyranê bikin ..Bêhna xwe fereh
bike pismam ... Va ye em gihan malê..... .
Piştî ku Rênir silav û milavan dide diya Cengîn,
rûyên hemû zaroyên wan radimuse, dîsan ji
pismamê xwe dipirse, em telîfonê ji mala Semayê
re vekin? Hunermend li çavên jina xwe dinêre û
bi şermî ji Rênir re dibêje; erê ezbenî tu û
Semeya te li ser herdu çavan, veke ! Veke !
Elo.. Elo xaltîk tu yî, ez Rênir im Rênir...,va
ye beriya kêlîkê giham cem pismamê xwe, bawerke
min nikanî bû nan bixwera, min xwest berî ku ez
zikê xwe têr bikim, ez birçîbûna giyanê xwe bi
dengên we têr bikim, ka hûn çawa ne xaltîk? Mala
siyasetê bişewite, ku ewa bû ye sedema durketina
min ji we, tu zanî xaltîk ez bûme mîna mirîşka
serjêkirî, bi xudê ez nizanim, ezê bê we çawa
bijîm ! ?
Xem nake kurê min, xem nake, hinekî aramiyê bide
xwe, dê her tişt baş bibe, va ye Sema jî guhdarî
te dike, silavan li te û li mala pismamê te
dike, em hemî serketinê ji te re dixwazin.
Te dît pismam çawa xaltîka min ji min hez dike,
te dît ez çawa wan bi peyvên nerm qarmîş dikim,
ez wan duzan dikim, te dît ? De bese lo, te serê
min bi Semaya xwe gêj kir, Hnermend dikene û
dibêje, ma ne Semaya min jî heye, binêre ewa çi
xezal e, binêre ma ewa ne mîna huriyên bihuştê
ye ? Rûya diya Cengîn pir geştir bû, ewê gelek
sivik û bi ciwanî sifra xwe danî.
Rênir ! Emê niha vê êvarê cîroka xwe bihûnin, tu
zanî ez qet naxwazim ku tu li dadgehê bêjî ku
min siyaset weha û weha kiriye, na! Na! Heyran."
Berî her tiştî divê tu bêjî, min li welêt di
avahiyê de kar dikir, her weha jî min pir karên
din kirine, mîna paqijkirina kolanên bajêr, û
min pir salan li nik Axayekî xizmetî çêlên
holendî kirine, lê ez bi karên xwe pir bextewar
bûm, rewşa min ya diravî jî pir baş bû, lê
peyayên dewletê zanîn ku ez bi dizî sekretêrê
partiya xwe êvarê li gundan û bajarên Sûriyê
digerînim, nizanim çawa ewanan agahdar bûne, lê
ewanan rastî zanî bûn, çend caran ewan ez birim
cem xwe, pir li min xistin, va ye pişta min jî
seqet e, ez kanim ji we re rapora pijîşk hûnim.
li dawiyê min bawer kir ku ewê min di bin
lêdanan bikujin, hema ez bi riya qaçaqcî reviyam
û min nizanî, çawa ez gihame balefirgeha
Firankfurtê. Ewî ez li wir berdam û çû, mirovên
min li vir tune ne, hema ez çûm cem polîsekî û
min bi êngilîzî gote wî, I, m from Syria, I,
Kurd,I,from Kurdistan..Pişt re ewî ez li ereba
xwe sîwar kirim û ez radestî polîsên din kirim û
niha ez li cem we me, mala xudê ava be, ez ji
zordarên Sûriyê azad bûm, û niha ez li bin
dilovaniya we de me ..." Erê pismam ta niha bes
e, ji vê pirtir mebêje,wekî din, hin pirsên din,
dê ji te bikin, lê tu dikanî zû bersivên wan
bidî, yanê navê diya te çiye ? birayên te,
xûşkên te çend in ? û. h.d. navê sekretêrê xwe
ji bîr meke, navaroka rêbaza partiyê jibîr meke,
ne xem e ku tu navên hemu sekretêr û serokan
bizani bî...,siba emê herin Firankfurtê, ezê te
li wir bihêlim. Hemî peyvên ku min niha bi te re
gotine weha bêje, zêde mebêje, ez zanim tu pir
kurdperwer î û te gelekî berevaniya azadiya gelê
Kurd dikî, tu jî rast mîna sed hezarên Kurdan
bindest î, lê di axiftina xwe de zorê mede ser
siyasetê, çimkî pir dadgir li dewleta Almaniya
henin, gelek ji siyasetmedaran hez nakin, eger
ewanan bawer bikin ku te rast siyaset kiriye,
belkî şansê te pir kêm be, lê em dixwazin tu
sedî sed mafê penaberiyê bistînî, tu zanî Sema
li benda te ye, ma ne we ye pismam ?
Hunermend di roja din de pismamê xwe Rênir dibe
ber balefirgehê û li wir wî berdide, Rênir hemî
şîretên pismamê xwe bi cih tîne, nimêjên Semayê
ne li valahiyê ne, dadgir ji Rênir re dibêje,
min ji te bawer kir, hema 16 ji te re, pîroz be
Hêrr Rênir û ez ji te re herdem bextewariyê hêvî
dikim. Yekser werger ji Rênir re dibêje; bila tu
bêjî ez bextewar im, tu zanî ev dadgira ji sedî
carna dide yekî û carna nade tu kesî, hema pîroz
be li te ..erê.. erê mamoste can, roja ku ez ji
Sûriyê derketime, Semaya min ji bo min li mêj
dike, erê ..!Erê, de bi xatirê te mamoste ...
Elo..elo pismam, ez bi qurban, bila tu bêjî ez
zane me, bila tu bêjî ez mêr im, 16,16, 16 te
bihîst, ewan dibêjin gereke tu çend rojan li
kampê bî, bersiva te dê zû were, tu çi dibêjî ?
Erê li wir be, ezê sê hefên din weke hevalekî
werim cem te, tu li wir pir bi telîfonê bi min
re mepeyve, dibêjin telîfonên wir hemî di bin
kontrolê de ne ..- te zanî heval !!
xxxxxxxxxxxxxxxxx
Piştî sê heftan Rênir nameyekê ji hukumeta
biyanî werdigre, ew yekser telîfonî pismamê xwe
dike, û dibêje; elo heval, va ye nama ji min re
hatiye, bi min re dibêjin, were pasportê
bistîne. Tu kînga dikanî werî cem min? Ez bi
tenê narim cem polîs, de were heval ! Ez sibe de
li cem te me heval..., ez cihê te nas dikim ....
.
Di roja din de Hunermend hevalê xwe bi pasportê
ve dibe cem xwe û wî li nik malê xwe mîna
hevalekî li cem polîs dinivisîne û ji wan re
dibêje; xeman mexin, ewê li nik min li
xweringeha min kar bike, ez nahêlim ew rojekê
tenê li ser hesabê sosyalê bijî, polîs ji
Hunermend re temenê lêdixe û dibêje, ta niha me
hîn tu kes weha nedîtiye, spas ji bo te.
Herdu pismam vedigerin malê, hemî bi hev re
şadibin, Rênir dîsan telîfonê ji malbavê Semayê
re vedike û dibêje; elo, elo va ye dîsan ez im,
ez Rênir im Rênir, xaltîkê tu yî ? Mizgîn ji
were va ye min paspot jî bir û ez dikanim kar jî
bikim, min ji we re ne got; ku pismamê min
pehlewan e, şêr e, kurê meriyan e, va ye ew hemî
sozên xwe bi cih tîne.
Wey xudê ji wî û ji te razî be kurê min, xudê
destê xwe di ser we ra bigre, em herdem di
qisaweta te de bûn, baş e, niha em kêfxwş bûn,
ka ..ka ...pismamê xwe bide min, ez dixwazim
dengê vî camêrî bibihîsim û ez bi xwe wî spas
bikim. Hunermend !! Hunermend !! xaltîka min
dixwaze bi te re bipeyve, keremke! Elo xaltîkê
ez tême destê te xaltîkê, wey ser seran, pismamê
min pir ji we razî ye, ew gelek ji we hez dike,
xaltîkê hema bi kurtî, heya ez heme, xeman
mexin, min berê jî bi Rênir re goti bû; ez
herdem li pişt te me, de bi xatirê te û hûn hemî
bimînin di xweşiyê de.
Rênir ji Hunermend dipirse, kînaga ezê kar
bikim? Tu zanî, ez li ser êgir im, te dît çawa
xaltîka min ji min hez dike ! Te dît, lê mixabin
dengê Semaya min nehate min ! Ne xem e careke
din ezê bê şerm bêjim, ez dixwzim bi Semayê re
deng bikim, ma ne wilo ye pismam! Erê ! Erê !
Erê ! Hunermend bersivê dide .. .
Ê..ê.. Ezê kînga kar bikim te got Hunermendê
delal ? Ez dibêjim di roja duşemê de tê dest pê
bikî, karê te dê pir hêsan be, tuyê li Metbexê
kar bikî, û tewelêtan baqij bikî.
Rênir tavildanê gote pismamê xwe, erê pismam ezê
tewalêtan jî ji bo xatirê te û Semayê baqij
bikim, ez çi bikim ? Erê ezê bikim. Rênir!
Heyran peyvên min qet li xwe giran mîne, ez
zanim peyva tewalêtê ji guhên te re giran bû, lê
ez ji pismamê xwe re bêjim, tu zanî piraniyên
dektor, endizwar, rewşenbîrên me ev karan
kirine, yanê li Almaniya tu kes nabêje, ez kî me
û lawê kê me? Alman serên hemiyan ditewînin. Ez
ji te lava dikim ku tu bi nizimbûna rûmeta xwe
hest nekî, na! Yê kar neke ew şerm e, rûmeta wî
li nik hemiyan kêmtir e, cîrok dirêj in û pir in
, tu yê bi xwe her tiştî bibînî .., tu bêje mala
xudê ava be ku pismamê min li vir e, eger ez ne
bûma, tu yê bi salan di kempan de bijiya, û ev
kar jî bi dest te ne diket ..hema tu bêje
Elhmdulla !!
Rênir dest bi karê xwe li xweringeha pismamê xwe
de kir, lê ew li mala pismamê xwe radize, heftak
derbaz dibe, bêhna diya Cengîn hêdî teng dibe,
her şev êvarê berî xewê ji Hunermend dipirse,
malxerap ma ev çî ye, te kiriye mala me, rojek,
du, sê, ma ne be se, ma tu nizanî? Tu li ku derê
yî ? Tu zanî tu li Almanya yî û ne li Amudê yî ?
Ma te qet nebîhîstî ye, ku Aleman dibêjin " Eger
mêvanek pirtirî sê rojan di mala me de xewke,
mîna masiyan, bêhna pîs û genî jê tê ". De bese,
hêdî zaroyên me nikanin ji dest bêhna wî razin
..,de bese!Lê Rênir jî zane ku ew di mal de bê
rûmet û nirx bû ye ..
Piştî hefteke din, Hunermend malekê ji pismamê
xwe re dibîne, ew nema li wir dijî,lê Hunermend
pir şa bû ku diya Cengîn mîna diya Dara nekiri
bû, ewê piştî sê rojan xarziyê bavê Dara ji malê
qewitandi bû û rûyê bavê Dara li seranserî
Berlînê reş kiri bû... .
Rêinr li malê xwe ye, li karê xwe ye, ew rojan,
mehan û peran dêjmêre û mehên pir derbaz bûn,
hêdî Rênir nizane ku çawa bi zelalî ji xaltîka
xwe re bêje; ez destê Semayê ji we lava
dikim...,lê dem derbaz dibe, bayê Almaniya
hinekî şermbûnê li nik wî kêm dike, ew wêrekî
dibe, wireyên wî bilind dibin, pere jî zimanê wî
hîn dirêj tir dike, baweriya xwe bi xwe pir
bilind bû, ewî gote xwe, ezê her tişî bi destê
xwe bikim.
Pêwendiyên Rênir ji malbavê Semayê netê birîn,
bi kêmasî ew heftê carekê bi wê malê re dipeyve,
û dibêje wan karê min baş e, ez baş jî fêrî
zimanê Almanî bûm e, ez niha li ser taxî(taksî)
yê kurapê xwe kar dikim, mala min rind e, mezin
e, tiştek ji min ne kêm e, tenê ez dixwzim car
caran dengê we bibîsim. Rênir her du sê mehan bi
Efrîniyan re cil û bergên buha ji xaltîka xwe û
Rêber re dişîne, heyşt mehên Rênir li Elmaniya
derbaz bûn, ewî li ser telîfonê pir bi zelalî,
bê serdor û ji nişkava ji xaltîka xwe re got;
xaltîkê! Xaltîkê ! Ma kînga ezê destê Semayê
bigrim?
Bersiva diya Semayê hîn ji salekê di devê wê de
mîna şiqna guleke çiyayî bilind dibû, tavildanê
ewê gote wî, kurê min! Hema ez kanim niha destê
wê di telîfonê re bidim te, ez zanim çavên keça
min jî pir li te ye, bavê Rêber jî, te berê ew
dîtiye, tu zanî çiqas ew dermanê dilan e, hema
ji aliyê wî de, tu bê xem be ... ê..ê .. Rênir
tuyê kînga werî cem me, û emê kînga zemawenda we
bikin ? Xelas xaltîk ? Yanê niha Sema
destgirtiya min e ?Erê..E rê...Erêêêêê...
Xaltîk ! Emê zemawenda xwe li Hanoverê bikin, tu
zanî ez nikanim niha vegerim Sûriyê, hûn dizanin
ku dewleta Sûriyê heroj Kurdan dixe zîndanê, ma
ezê çawa werim? Na! Na ! Kurê min, ezê Semayê ji
te re bişînim, ma ez zanim pir kesan keçên xwe
şandine Almaniya, û ewanan li ser telîfonan û bi
wêneyan hevdu nas kirine, û a niha zaroyên wan
jî hene, ma dê çi bibe kurê min !Ma em ne Kurd
in !? Erê weleh xaltîk, xaziya hemû dayik mîna
te bûna, belkî niha tu keç di malên bavên xwe de
mîna keyan ne diman ! De baş e bi xatirê te,
zibunekî min hat, ezê wî niha bibim derekê
...,silav.. ,silavvv....
Rênir yekser telîfonî pismamê xwe dike û dibêje,
lo pismam !..Sema ..Sema... Sema. Tu tenê
alîkariya min bike, dayika wê jî soz daye min,
çavên Semayê jî li min e ..,erê erê, xaltîka min
gote min ..,hîn tu çi dixwazî !!
Hunermend dîsan dibêje, lo metirse Rênir, bi
gorna bavê min û bavê te, ez herdem li pişt te
me. Salek Rênir li Almaniya çê bû, Hunermend ji
pismam û Semayê re her tiştên pêwîst ji kaxezan
amede kir.
Di dawiya sala 2001 ê de, Rênir û Hunermend
pêşwaziya jina Rênir li balefirgeha Firankfurtê
kirin û ew bi hev re vegerîn Hanoverê. Lê
Hunermend dubare û sêbare ji Rênir re dibêje;
min ji te ra ne got, ezê ji te re Semayê bînim!
Lê êvarê, Sema du û sê caran ji Rênir dipirse,
ma emê kînga zemawenda xwe bikin ?Rênir pir bi
sanahî û berkenî dibêje, em kanin wê paşê jî
bikin, ne tu zanî Sema tu niha li Almaniyay î?
Yanê emê îşev bi hev re bizewicin, û paşê xûdê
kerîm e, mehekî din, du mehe, an di buharê de,
ne xem e! Lê ez sozê didim te, berî ku zarokekî
me bibe, emê zemawenda xwe bikin, em mîna hin
kesên din nakin, ewanan kurdayetiya xwe jibîr
kirine, lê elhemdula ez hîn Kurd im !!! Ne! Çûka
min !!!
Di roja din de, bi sibê zû, Hunermend ji Rênir
re li ser telîfonê dibêje, zû.. zû were !Îro ji
vê sibê de xweringeha me tijî zibûn bû ne,
nizanim îro çi li Hanoverê heye ? Rênir newêre
bêje na ! Yekser dibêje; va ye ez têm.Sema
diprse, Servîsek ji te re hat, Rênir? Lê Servîsê
çi ,halê çi! Hema ezê ji te ra paşê her tiştî
bêjim, ezê herim, pismamê min şêfê min e, divê
ez herim, de bi xatirê te, ta êvarê.
Di katijmar 12 êvarê Rênir vedigere malê, bê
guman ew dibîne ku Sema di kiraseke xemgîniyê de
xwe çelmisandiye û bi çavên reşbînî li Rênirê
xwe temaşe dike. Rênir zane ku ew di dermafê wê
de pir gunekarî kirî ye, zimanê wî li hev
digere, nizana çawa Semaya xwe dîsan dilşad
bike, li dawiyê ew neçar dibe û dibêje Semayê;
were! Were dilê min, ezê niha ji te re rastiyê
bêjim, ez gelek neçar bûm mîna gelek kesan
derewan li te û li mala bavê te bikim, hema
derewa yekemîn, ez ne şofêrê teksiyê me, ez mîna
gersonekî li nik kurapê xwe kar dikim, ew pir
dewlemend e, ew pir baş e, te ewa dît çiqas
mirovekî lihevhatî û camêr e, bi serê min û te,
eger ne ji wî ba, dê Almaniya ji me herduyan re
xwen ba. Tu zanî min pir şerm dikir ku min bi
diya te re bigota; ez li vir gerson im, ya din,
ez geleeeek tirsiyam ku diya te bi min razî
nebe, û bêjie; ma mêr li Efrînê neman ku em keça
xwe ya xweşik ji gersonekî Amudê re bişînin, ma
gersonên me jî li Helebê û Şamê tijî ne!! Erê bi
xudê Sema! Paşê li vir pir kes derewan dikin,
pir kes karên xwe ji xudanên xwe re jî nabêjin,
ewanan şerm dikin , şerm ....yanê mîna nimûne,
kurapê min herdem bi min re li ser telîfonê
digot; diya Cengîn mamoste ye û min jî weke te
bawer dikir, lê min li vir her tişt bi çavên xwe
dîtin, mamosteyê çi ! Halê çi ! Ewa rojê heyşt
demjimêran tewlêtên hotêlekê baqij dike, eger tu
bawer nakî, ez siba te ji nişkava bibim cem wê,
erê..,erê.., ev e rewşa me penaberan li vir,
vêca tu Semaya min, bi xudê ewanan xwe pir
bextewar dibînin ku dewleta Almaniya rêdana kar
dide wan, hîn ev ne tişt e, bila hinekî dem
derbas bibe, tuyê pir tiştên matmayî bibînî, erê
Sema! Ma em çi bikin ? Jiyan weha ye, carna
şîrîn e, carna tal e ..lê xeman mexe! Emê zû ji
vî kirasî derkevin, erê, erê.. têyê carekê
bibînî ku em xawên xweringeh in, û tirêmbêlên me
jî dê hebin ...Emê herin Efrînê...
Herdu pismam bi hev re baş kar dikin, pêwendiyên
Semayê û diya Cengîn jî baştir dibin, herdem
seredanên hev dikin, bi hev re digerin, li
dawiya heftan herdu mal bi hevre diçin baregehên
komelan.
Çend meh derbaz dibin, Sema bi du cana dibe, ewa
dîsan dibêje Rênir, ma ne bes e, emê kînga
zemawenda xwe bikin ? Diya min bû ye sed car ji
min dipirse, ez jî hêdî mîna we fêrî derewan
bûme, ez jê re dibêjim; îro, siba , îro, siba
... .Baş e gula min ! Baş e çûka min ! Bila haya
te tenê ji zikê te hebe! Tu vê an vî zarokî ji
min re biparêze, hema tu kînga dixwazî, emê
zemawendê xwe bikin.
Hunermend jî bi Rênir re dibêje; rast e..,rast
e.. ,bes e, va ye zarokê we li ser rê ye..,erê
pismam tu tenê bêje erê, Beriya ku zarok bibe bi
du mehan, Hunermend zemawendeke mezin li
xweringeha xwe de çê dike, mêvanên vexwendî jî
pir in, lewra jî lêçûna zemawandê ji xelatên
mirov û hevalan derket, û bi ser da jî Rênir
dikane hîn tirêmbêlek bikire ..
Semayê keçek aniye, navê wê jî bû ye Gulistan,
lê Rênir di buharê de gelek wêneyên wê
kişandine, ewanan bi dîwarên malê dalaqndine, ew
gelek caran êvaran radibe şîşa şîr dike devê
keça xwe..,hema hindik ma bû ku ew bi Gulistana
xwe re dîn bibe,li ser wê distirê û helbestan
dinivisîne .
Di rojeke înê de, Sema bi ser xwe de pir
diponije, diponije û di vê rojê de jibîr dike
limêja xwe jî bike, hestên wê germ dibin,
dikelin, dilê wê bi ser keça xwe û Rênir de
tenik dibe, û stêrên dilovaniyê bi ser mêr û
keça xwe de dibarîne.
Hêdî, hêdî ewa gelek bi nazîk ji Rênir e dibêje;
ez zanim tu pir têgihîştî yî, tu zor şehreza yî,
tu pir pêşketî yî , tu mirovek î nûjen î, lewra
ez kanim niha pir bi sanahî bi te re bêjim, here
Gulistanê li ser navê pismamê xwe binivisîne !
Bes e te pir guneh e!
Te got çi? çi? çi?
Yekser Hunermend dikeve vê malê, Rênir ji wî
dipirse, pismam guhdarke ewa çi dibêje ? Min
tiştek nekiriye.. tenê mîna berê, min bi te ra
goti bû; EZ HER DEM LI PIŞT TE ME.
Li diya CENGÎN SILAV KE!
xxxxxxxxxxxxxxxxxxxxx
|